Digerîyam li rastîya pînhan
Ka çi ye herî zor li cîhan
Da vekim derîyê aleman
Lazim dibe kilîtê zimanan
Min dest pê kir ji Kurdistan
Paşê gihîştim Ecemîstan
Çend salan li Erebistan
Heta xerbê li Ingilîstan
Bi vî awayî piştê çend salan
Hemû kilît standin pir hêsan
***
Her roj diketim aleman
Digerîyam dûr li afaqan
Car li erdê car li ezman
Geh zerreyê geh stêrkan
Bi aqil û felese û şikan
Gihîştibûm heta Yûnan
Ders girt ji Ebû Elî û Ebû Nasran
Ji Felatûn, Sokrat û Telesan
Serî tevlihev bû bi van
Min got: Berde afaqan
Min fehm kir ku serê ilman
Nasîna xwe ye an jî nefsan
***
Min berê xwe da nefsa nezan
Da ku berde can, bibîne canan
Û berde listikên aqilan
Riyen tevlihev û ne eman
Ewil bigrim hin dersan
Paşê bikim ez şerê can
Bi medrese û tekkeyan
Li ser şopa 12 ilman
Ketim nav serf û nehwan
Ji tefsirê heta hedîsan
Piştê van çend gavan
Bi xwendina çend salan
Dest pê kir perwerdeya can
Islah û tezkîyeya nefsan
Ketim quncik û şikeftan
Jîyam bê nan, bi giyayan
Ketim seyr û sulûkan
Bûm xwedîyê kerametan
***
Teva van mertebeyan
Têgihîştim encama han
Ku dawîya hemû ilman
Û asta bilindtir ji keşfan
Bi ramana Bedîuzzeman
Bi gotina Îmamê elfî san
Bawerîya Xweda û îman
Marîfetullah e digel îrfan
***
Edî gihîştim sirrê aleman
Ji can derketim ba canan
Li meqama Marîfet û îrfan
Piştê hevnasîna çend salan
Wenda bû cîhan li ber çavan
Tenê ew ma, xeyrîhî nîhan
Li ber min her çi bû eyan
Bi navê wî dibû zîyan
Ji hebûna mewcûdan
Xuya dikir tenê canan
***
Li wê asta ser astan
Bûm evîndarê canan
Min dî bilindtir e ji îrfan
Evîn û muhebbeta canan
Dema min dinêrt li cemalan
Min didît xwedîyê cemalan
Nîşan dida hemû cemîlan
Cemala xwedîye cemalan
***
Bi muhebbetê min dikir seyran
Hêvî bû cemala xwedî cemalan
Rojekê dilberekê ji dilberan
Xwe nîşan dabû pir yeman
Hêvîya ru’yeta wî cananê zîşan
Serûbin bû, bi dîtina wê bêîman
Di bîra min da qet neman
Ders û ilm û tezkîye û îrfan
***
Her kelî û gav di xeyalan
Dîn bûm li çol û newalan
Min jê ra kir qurban
Him can, him canan
Dîl ketime destê zaliman
Umrek e dikşînim eleman
Bang dikim li çar aliyan
Hewl didim bi pênc zimanan
Bikar tînim ilm û îrfan
Felsefe û aqilê ecnebîyan
Dikim nakim bi salan
Nagêjim tu encaman
Min got: Hawar, ya Hennan ya Mennan!
Çi bikim, ji bo halê min çi ye derman?
***
Dengek hate min ku “ey Osman”
“Ev ne eynik e, perde ye li canan”
Ne tenê te fehm nekir ji dilberan
Kesî fehm nekir ji wan li cîhan
Sirrê herî dijwar ji sirran
Ev in, niha li te jî bû eyan
Biterikîne wê, berde mecazîyan
Xilasîya aqil û dilan, li ba canan
Osman Kurêşêran
31.05.2020