Şîroveya Navê Mehên Salê

Navên mehan bi şîroveya dostekî. Min jî hinek peyv lê zêde kirin û di encamê de ev derket holê. Belkî hûn jî dixwazin li ser taybetmendiya mehan li gorî herêmên xwe şîrove bikin.

Rêbendan (Ocak)
Vê mehê rê tên girtin û aşît çêdibin. Li cem me nifira wê jî heye, ”Aşît bi ser te da were.”

Reşemî (Şubat)
Wek hûn jî dizanin tav mirov di vê mehê de reş dike.

Adar an jî Avdar (Mart)
Dar û ber ji nû ve zindî dibin û berf dihele.

Avrêl (Nisan)
Meha baranê ye. Di vê mehê de gelekî baran dibare.

Gulan (Mayıs)
Meha gul û çîçekan e. Gul û kulîlk bi xweşikbûna xwe xwezayê dixemilînin.

Pûşper (Haziran)
Di vê mehê de gîha zer dibe, dibe mîna pûş.

Tîrmeh (Temmuz)
Di vê mehê de tîrêjên rojê mirov dişewitîne.

Gelawêj (Agustos)
Di vê mehê de stêrka bi navê gelawêjê xuya dike.

Rezber (Eylül)
Ev meh meha rezan e. Gel di vê mehê de di nav bax û baxçan de rezên xwe ber hev dikin.

Kewçêr (Ekim)
Ev meh meha kewan e. Kew ji çiyayên bilind dadikevin li cihên nizim diçêrin.

Sermawez (Kasım)
Kurdistan sar dibe, serma û germ cihê xwe diguherînin. Gel di vê mehê de amadekariya zivistanê dike.

Berfanbar (Aralık)
Meha berfê ye. Berf, Kurdistanê mîna bûkeke çeleng her derê wê sipspî dixemilîne.

 

Bawer Agirî

Derbar Mêvan

Check Also

Em Qencên Xwe Jibîr Nakin: 66 Saliya Hemza Begê Miksî

Di roja 05.04.2024an de, (66) sal di ser koçkirina lehengê kurd (Hemza Begê Miksî) re …

Leave a Reply