Şîroveya Helbestê Ehmedê Xanî – Yusuf AGAH

“Ger te divêtin tu bibî mîr û ser û muteber

Kizb û xîlafî mebêj ger te bikin ker bi ker.”

Ehmedê Xanî

Seydayê mezin Ehmedê Xanî di vî beyta xwe de xirapiya derewê aniye ziman. Seyda dibêje eger hûn bixwazin bibin mirovekê mezin û mûteber, anku mirovekê xwey rûmet û îtîbar, ji virr û derewan dûr bimînin. Belê em tev jî zanin ku derew, kar û amelekê pir qirêj, kirêt û bêqedr e. Gotinê herî xirap, derew e. Derew, hem li gor dînê me û dînên din hem jî li gor nirxên însanî û gerdûnî tiştekê neqenc e. Derew ya mirov piçûk dike, li ber çavên Xaliq û xelqê tev ya mirov bêqedr dike. Derew tiştekê wisa pîs e ku mirov carek jî derew bike, êdî xelq zû bi zû ji mirov bawer nakin. Qiseta “Şivanê Derewker” ez dibêm hema her kes li derekî xwendiye an jî seh kiriye (bîhîstiye). Lêbelê dîsa jî ez dixwazim bi kurtasî binivîsim;

“Dibêjin di demekî de li gundekî şivanek hebû. Lê adetekê pir nebaş yê vî şivanî hebû. Ewî zehf derewan dikir. Çend caran ewî kiribû gazî û hewar, gotibû “Hewaar hewar, gur ketiye nav keriyê, gelî gundiyan werin hewariyê…” Lêbelê gava ku gundî hatibûn dîtibûn ku gur mur tine, şivan derew kiriye. Êdî wisa bibû ku kesî ji şivan bawer nedikira. Rojekî bira gur tê dikeve nav keriya pez û şivan diçe li gundiyan gazî û hewar dike lê kesek jê bawer nake û nayê telbê wî. Û gur ya keriyê telef dike.”

Xwedê te’ala di Qur’anê de di zehf cîhan de dibêje ji derewê dûr bin. Pêxemberê me Hz. Muhammed jî (Silava Xwedê li ser Wî bî) di hedîsek de dibêjî; “Rast bin; Rastî (ya mirov) bi bal qenciyê ve, qencî jî bi bal cinetê ve dikişînî. Ji derewê xwe biparêzin(ji derewê dûr bin); derew (ya mirov) dibe fucûrê, fucûr jî dibe cehnimê.” Dîsa gelek gotinên ‘alim û zaneyan li ser vî mijarî hene lê ez naxwazim zêde dirêj bikim. Ezê bi vî du’ayî nîvîsa xwe bidawî bikim; “Ya Rebbî! Tu zimanê me ji derewê û ya me jî ji derewkeran biparêze.”

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply