Şîroveya Helbesta Ehmedê Xanî

“Ez naçim hezreta çu mîran

   Ez nabim bendeyê esîran”

Ehmedê Xanî

Li vî dinyaye fanî, di vî jiyana kin de bila mirov bişeref û rûmet, serbilind û azad bijî. Divê mirov ji bo menfe’etekê dinyewî û demborî, ya xwe nêxe ber mineta tu kesî. An ji ber tirsa xwe serê xwe li ber kesî netewîne. Jixwe wek ku tê zanîn du çek(sîlah)ên serok û hikimranan heye ku bi wan ya mirovan têxin ber ’emrê xwe. Yek bertîl (ruşwet), yek jî tirsandin e.

Belê ew serok, an ya milet ditirsînin da ku bi xeberê wan bikin an jî bi pere, mal û milk hwd. ya wan bi bal xwe ve dikşînin. Lêbelê di şûna ku mirov ji bo wan menfe’etan di ber ’emrê xelqê de stû tewandî, bindest, rezîl û riswa bijî; bila nanoziko lê bihisyet û serbest bijî. Wek ku pêşiyan gotiye “Bila mirov bixwe nan û avê xwe, minet neke ji bavê xwe” Hz. Omer jî dibêjî “Xwedê ya te azad xulq kiriye (afirandiye), nebe bende(kole, ‘evd) yê tu kesî.”

Belê, Seyda Ehmedê Xanî jî di beyta xwe yê jor de dibêjî “Ez naçim hizûra tu mîr û amiran, stuyê xwe li ber wan natewînim. Ez nabim bendeyê wan ê ku ji xwe ew bi xwe esîr in, dîl in.” Belê, ew bi xwe jixwe esîr in. Esîrê mal û milkê xwe ne (ango ew wisa bawer dikin lê bi rastî ew mal û milk jî ne ê wan e), esîrê meqam û menfe’etê dinyayê ne. Piştî ku ew wisa esîr in, em çima herin bibin esîr û bendeyê wan.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply