Şîroveya Helbestên Mem û Zîn

“Qaîm dibitin erez bi cewher

Bê şemsê, qemer dibit minewwer?”

[Mem û Zîn]

Cewher ew daring(madde)a ku hebûna xwe, xwe bi xwe dikarî bide nîşan. (Mîna kevir) Erez jî ew tişt e ku hebûna xwe bi serê xwe nikarî bide nîşan, di vê mijarê de hewceyê “cewher”ê ye. (Mîna reng) Ango li gor vî wateya rêza ewil wiha ye: “Erez, bi cewherê qaîm dibî” Wateya rêza diduyan jî ev e: “Bê tavê, hîv ronî dibî?”

Belê, ev heqîqetekê zanistî ye ku hîv ronahiya xwe ji tavê distînî. Tav bi xwe çavkaniyekê ronahî û germahiyê ye. Lê hîv ne wisa ye. Hîv, şewqên ku ji tavê têtin, wek neynik(‘eynik)ek dide derve û bi vê aweyê hem ronî dibî hem dor xwe jî ronî dike. Xulasa; qemer (hîv), bê şemsê (tav) minewwer (ronî) nabî. Hinek zanayên dînî dibêjin di Qur’ana Pîroz de jî hin ayet îşaretê vê heqîqetê dikin.

Di Qur’anê de ji bo tavê tabîrê “ziya” ango “çavkaniya germ û ronahiyê”, ji bo hîvê jî “nûr” ango “ronahî” hatiye bikaranîn. Em vê mijarê li hêviya pisporên mijarê bihêlin û vegerin mijara xwe. Ehmedê Xanî mirovekê zana, şareza, rewşenbîr û dûrbîn bû.

Dema miro li berhemên wî, bi taybetî jî li “Mem û Zîn”a wî dinêrî ev heqîqet eşkere têt ber çav. Miro dikarî di Mem û Zîn ê de hem derbarê felsefe û îtîqada Ehmedê Xanî de hem çand û folklora Kurdan û rewşa Kurdistanê -yê wê demê- de îşaretan bibînî.

Di Mem û Zîn ê de navê gelek amûrên şerê, cil û bergên jin û mêran, saz û amûrên muzîkê, qehremanên dîrokî ê Kurdan û hw. derbas dibî û Seyda bi vê berhemê dewr û dema xwe bi me dide naskirin. Bi hêviya ku nivîskarên Kurd di vê mijarê de lêkolînên berfireh bikin û diyariyê miletê Kurd bikin.

Yusuf Agah

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply