Şiretname

Piştî gelek salan go tu ji jiyana xwe razîbê tê wê watê ku hejaye te ev roj jiyandin e. Bi hedanbe/sabirbe. Tu bizanibe ku zeman/dem diharike diçê. Derd bi hedanê têne derbaskirin. Ji bîrneke demin yê çêbibin ku tuye bikevê zor û zahmetîyede. Ev rewş şahîya teyî jiyane berbê neşikênê. Tu bizanibe ku ê go şahîya jiyana wî hatibe şikandin yê hevî û xeyalê wî ji êne herivandın.

Bi hêvîbe. Her dem di dile xwe de hêvîke hilanî hilêne. Ku mirov li ber xilaseke çû, tu şînbibe, vejînbibe, zîndîbibe. Ji çûbûna netirse. Tu bizanibe ku heta mirov neçê nikarê werê.

Berbê di jiyanêde gelek armance teyî madî û manewî hebin. Û ji bo bi destxistina va armanca dibe ku tu westandine bênê berçave xwe. Berbe nîmete amade te nexapenin. Tu bizanibe ku heta tu ne çênê tu nikare fêkî bidehev. Tu ji bo jiyana xwe serrastkê gavên piçûk ne avêjê yê hine dîn ji bo te li paş bihelin yê gaven mezin bi avêjin.

Heta ji te werê bê hevcedarîya miroven dî jiyana xwe bidomêne. Lê belê bi hêle ku mirov qenciye bikin û hem tu jî qenciya bike. Lê di qenciyada xwe windaneke.

Ji tecrûbeyen mezinan fêdê bigre. Tu bizanibe ku ev tecrûbe li wana bi biha hatiye jiyandin. Ji zarokan hezbike. Ê ku ji zarokan hezbikê yê ji miroven dîn ji hezbikê. Ê ku ji mirovan hezbikê ye ji bo xwe û ji bo civakê ji bo ku bi be kesekî xwedi fêdê ye bi xebitê.

Ji kirina çewtîya netirse. Lê ji dom kirina xeletîya bazde. Ewlayîye bi mirovan bêne. Hem ewlayîye bide mirovan. Ger tu ewlayîye nedê mirovan tê di çaven wande arzanbê. Ramanen xwe di sûka civakede arzan ne firoşe. Zanîna xwe roj bi roj zêdebike. Tu car bi ê di destê xwe de qayil nebe. Ger ku mirov di ê destde qayil mabane ev zanin û teknolojîya ana ava nedibû. Di her firsendê de dara biçêne.

Berî hemû tiştî qiymet bide mirov a. Duvre bi de heywana, dara û nezindîya. Lê vêna jibîr neke qiymetê zêde nede ê ku ew heq/maf nekiriye. Di parkirina zanine xwe de bi qasistî/sêwîtî tevger neke.

Heta tu manewîyateke qewîn bi dest nexê madiyateke pir bidest nexe. Ev rastîyeke jiyaneyê ku madîyata bê manewî ji bo mirov hem barekî zêde û hem derdekî xedar e. Lê jibîrneke ku ji bo parastina manewîyatê pêwistî bi madîyateke zexm dibe. Tu car nebe kolê madîyate. Tu bizanibe ku hemû hebûn ji bo jiyandina mirovan ya bi hesanî, bi bedewî û bi tenduristîye.

Çi bibê nebê berbê di destê te de hunerek hebê. Tu car bê kar nemîne. Mirovekî bê kar di nav civakede buhaye ku maf dike bidest naxê. Bi karê xwe re li gor şart û dem û cîh û firsenda beşdarî kare çandî, sporî û civatî bibe.

Heta tu li mirovan gohdar nekê wana ne darizêne. Berî hemû kesî “Xwe Naske”. Ger tu xwe naske ye firsendên ku tu mirovên dî nasbikê ye bikevine destê te. Vêna ti car jibîrneke, çêdibê ku her dem ramana te ne rastbê. Di xeletîyada înad neke. Ger ku rastî ji dijmine te jî werê bipêjirêne. Hem ragire. Naxwe te rastîye xwe bixê tehlûkede.

Di axaftinen xwe de cîh bide wate. Ji axaftinên vala dûr bisekine. Ji bo nerîna civake ya li ser te bi çavekî neyîni çênebê.

Bixwene… hem pirtûkan bixwene hem razê gerdûnê hem jiyane bixwene…

Mitaldarbe/merakdarbe… zanistîye, teknolojîye, medeniyete, jiyanake mirovahî mitalbike. Ne keve pêy hewesen vala. Tişte ku tu mital dike berbê encamên baş bidê te. Ji tişte xisardar dûrkev, nêzîki tişte bi fêdebê.

Baş bi karbêne wext. Ger tu wext bi baş bikarbênê temene mirov ji bo bedewtîya jiyanê bi destbixe têra yekî dike.

Bi taybetî xwe di karekî ku huner te de hebê xwe pêşxe. Ev na ye te di nav civakêde giranbuhabikê.

Evna durren ji pirtûk û civînen hezaran zanaya hatine berhevkirin. Û vena tu car jibîrneke ku buhaye antîqa antîqavan dizanê. Tu dizanê ku ne tiştekin hemû kevnarê dîrokî ji xeynî kevirekî kolandin, hesinekî tewandin…

Hem her mirov tiştê di dikana xwe de difroşê. Ger ku di dikana te de durr û zimrid hebin tê durr û zimrida bifroşê. Hem ê ku ye tişta ji te kirin jî, yê ê ku buhaye durr û zimrida zanebin.

Demek yê werê ku te ev rêz xwendin yê gelek dem buhurîbin û gelek cîh yê hatibin guhartin. Ger ku rojek hat ji jiyandina van roja poşman nebî tê we watê ku ferbûnên te yî îro ji tere bûne rêber. Piştî salan ger hê tu nebûbê destîtevirek tewan di xwe de bibînê. Tu kesi tewanber neke.

Di bawerîya xwe de jidilbe. Lê ne çavkorbe. Hem di bawerîya xwe de sist tevger neke. Wextna tê li hemberî xeletîyen ku te rast dihesibandin werê. Peywira te bidestxistina rastîyebê.

Rêz girtina mirovên mezin ê ku maf kiriye bigre. Lê serxweve neçe. Tu bizanibe mirov ji ê ku serxweve diçê heznakê. Hem xwe ne acibêne lê kêfa serkeftine xwe derxe.

Hem jibîrneke tê rojeke mezin bibê. Ji bo jiyanên ku tê avabikê îro xebatbike. Karen ku tê jê poşman bê neke. Lê deste xwe ji karen baş dûr neke. Ji kirina xeletîya û çewtîya netirse. Li ji domkirina xeletîya û çewtîya dûrkeve.

Hem vêna jî ji bîr neke tişte pir baş ku mirov ji zarokên xwe re bihelê jiyanek û navekî bi rûmet e.

Ji axavtinê behtir kar bike. Li mirovan gohdar be lê her gotinê bikoranê rast ne pêjirêne. Berbê mîhengenteyî jidahî hebin. Her agahîya te bihîst li mîhenga xwe xe. Mîhenga xwe ji bawerîye, ji dil, ji wicdan, ji reh, ji hîs û ji hîş avabike.

Di jiyana te de her tişt berbê bi pîvanbê. Lê jiyana xwe bi awayekî ne jiyêne. Di nav de heyecan, coş hebê. Firsende ku jiyane dane te bikarbêne.

Ji gûneha dûrkeve. Ji ber ku gûneh dile mirovan kordikin. Gûneh rengderên mirovahîye windadike. Miroven gûnehkar başîye ji nebaşîye, xeletîye ji rastîye naveqetînê.

Bi zanibe ku zanîn deryaye, tu miroven di nav deryayedeyî. Behna te biqasî zanîna te, terbiya te û marîfeta teye. Hem zanibe ku durr û gevhere heja dibine deryaya de hilanîne. Mirov biqasî zanîna xwe dikarê durra bidehev.

Li devera şerm jê dibe bi şermbê. Bizanibe ku şermî/fihêtî mirovan dilnerm dikê. Lê belê devara ku jê naye şermkirin xwe nexe zorê de.

Çêdibê ku ji van nivîsan bi hişê zaroktîyê tu ne têgihişênê. Lê ez van gotinan ji bo pîştî salên werin dibêjim.

Ken jibîrneke. Hem jibîrneke ku girî jî manewîyata mirov geşdikê. Lê ne di ken de û ne di girî de zêde neçê. Tu bi zanibe ku hemû tişt di cihe xwe de xweş e.

Bikeve pey raza bêjeya. Li ser matematîke bi xebite. Tu bizanibe ku matematîk rava û têgihiştina mirovan pêşdixê.

Carna bi tenê bimêne. Lê tenêtîya xwe duvdirej neke. Bikeve nav mirovan. Evna ye tenêtîya te ji te bidê jibîrkirin. Her dem bi karêkîre bixebite. Evna yê tenêtîya te û diltengîya te bidawîkê.

Bi cegerbe. Tu bizanibê cegerî gelek tişte nebûyî dikê.

Her dem kevneşopîye xwe biparêze. Lê ji pêwistîye dema xwe dûr nemêne. Li gor derfetê xwe ji zanînê û teknelojîye fêde bigre.

Tu bizanibe ku sedema gelek nexweşîye madî manewîye. Ji ber vêna xwedî manewîyeke qevînbe. Her bûyer te nedê erdê.

Gelekî bixwene. Lê di xwendinêde xwe windaneke. Li hember vêna ji bo tu xwe bibînê bixwene.

Hemû qabîlîyetê xwe ji bo qencîyê, rastîyê û bedewbûne bikarbêne. Hem xwe û hem mirovên dî şabike. Jibîrneke ku xizmetkirina ji bo mirovan rûmeteke mezin e. Lê xizmetê ji ê ku mafkiriye re bike.

Tu bi xwazê û nexwazê yê dem herikin, biçin. Her dem yê tê di nav xwe de bihêrê. Xwe ji bo rewşên ku yê ên amadebike. Derfetên di deste xwe de bikarbêne.

Rastîyeke jiyanê jî her zindî çêdibê, mezindibê û dimirê. Xwe amade bike ji bo mirineke bi rûmet û piştî mirineke bi rûmet. Lê xwe ji şahîya û kefxweşîya jî dûr nexe. Jibîrneke ku şahî jî pîvaneke mirovahîyeye. Lê sinore şahîye jî derbasneke.

Ger tu sinorê şahîyê derbasbikê tu yê di nav civakêde giranbûna xwe windabikê.

Tu car ê ku tu afirandiye jibîrneke. Her dem navê Wî bi rûmet bêne ziman û her dem ji bo daneye Wî jê re spas/şikir bike. Hem spaske ji mirovên ku ji bo jiyane te bixine pergelekê de dixebitin û her dem wana bi rêz bêne ziman.

Ya dawî berbê li guhe te guharbê. Kesatîya xwe bi destbixe. Ji van gotinen min ê rast ji xwe re bigre, ê xelet binaxke.

Carna ku tu bi tene mayî yan tu diltengbûy li van rêza binere. Hem van rojen go te jiyandine yê êne bîra te.

Ji tere serkeftin û şahîya dixwazim.

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply