Şîretên Rûspiyê Gund

Çend zarokên ciwan tên gundê xwe, li mala kalê xwe dimînin. Mirovekî oldar û dinyadîtî; bi sal û rûspiyê gund di ber malekê re dere, dibîne ku; ev ciwan bi zimanê xwe yê kurdî qise nakin, bi dê û bavê xwe re bi qeşmerkî qise dikin. Çek û cilên wan teng û çîr in, ne fedî û ar dikin ne jî ji mirovan re rêzê digrin. Rûspîyê gund diponije û bangî wan ciwanan dike: “Xortno! Ciwanno! Hele werin cem min?” Ciwan tên cem rûspiyê gund:

  • Xêr e kalo,
  • Xêr e, xêr…
  • Hûn li bajêr dijîn
  • Erê
  • Hûn li bajêr bin an li gund bin, li ku dibin bibin, ez ê ji we re çend gotinan bêjim, ku destûra we hebe?
  • Erê, kalê hecî, çima nabe.
  • Divê hûn gotinên min baş guhdar bikin, gotin ji min, guhdarîkirin ji we.

Di wê gavê de dê û bavê wan zarokan dibîne, kalik bangî wan jî dike, dibêje. “Werin vir , li vir rûnin?” dê û bavê zarokan jî tên cem kalik. Rûspî dest bi şîretên xwe dike:

 

Ya ewil ol û neteweya xwe ji bîr nekin

Qedrê dê û bavê xwe bizanin

* * *

Çawa ku ruh û bedena mirov ji hev e

Ol û netew jî ji hev e

Çimkî ol weka rihê bedenê ye

Netew jî weke bedena mirov e

* * *

Pir ne bi zaroka

Giranî nede ser kevokan

* * *

Heger tu şêr bî

Wê paşîva te penêr be

Lê tu ker bî

Wê taştiya te li der be

* * *

Heger tu bilizî bi zar re

Tu nabî şofêrê teyaran

* * *

Heger gava xwe zêde bavê

Wê qûna te têkeve avê

* * *

Heger bejna te kinik be;

Tu yê bê xal û bê metik bî

Wê sersala te bê dendik be

Wê xweha te bê şimik be

Wê jina te por hincik be

* * *

Heger tu nexwînî bi sal û meha(n)

Tu rûnanî ser kursiyê biha

Ku tu bixwînî tu yê pera bînî

Ku tu nexwînî tu yê erebokê dehfînî

* * *

Heger tu nerî medresê

Tu yê herî parsê

* * *

Jibîr dibin birîna xençeran

Lê ji bîr nabe dewsa xeberan

* * *

Esilî ne dengê bilind e

Tu esîlî bi muxtarê gund be

Ku bi dengê bilind ba

Wê ker muxtarê gund ba

* * *

Heger tu nekî karê malê

Tu destê xwe naxî paşîla xezalê

* * *

Neelîmin rûniştina ber dîwaran

Xwe neelîmînin kişandina cixaran

Destên xwe nekin berîka vala

* * *

Jina werî ji malbatê

Goh nedî por û şimşatê

* * *

Nebe hevalê derewînan

Tu yê bifroşî cil û nîvînan

* * *

Ne esil kil û kildan e

Ya esil teşî û badan e

* * *

Destê xwe girê nede bi paçikan

Pere negre ji kûçikan

* * *

Esil ne por û cênik e

Yê esil pere û berîk e

* * *

Bila jina te kin be

Şeva te wek cil be

Heger jina te xweşik be

Wê dilê te tim bi şik be

* * *

Tu şofêrî, nere qehwê

Ku tu herî qehwê

Wê birçîna zarokên te herin ber dolabê

* * *

Heger jina te sernerm be

Wê şîva te germ be

Lê ku jina te serhişk be

Wê di mal de weka dûpişk be

* * *

Qelendê jinê danê

Dermanê serhişkê danê

* * *

Heger bihna te fere be

Wê şêwra xelkê bi te be

Lê ku tu zirtik bî

Tu yê bi cîran re bi qirtiq bî

* * *

Bila bûka te, yê te be

Bila ne ciranê diya xwe be

* * *

Nekeve bin destê bûka

Ji bo ku tu nekûzkizînî neynokan

Heger tu têkevî bin destê bûkan

Tu yê bikûzkizînî neynokan

* * *

Heya mirinê

Em ê herin firnê

* * *

Tu nesekinî bi dorê

Nan nastinî bi zorê

 

Paşa Amedî

ÇANDNAME

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply