Şîreta Qazî Mihemmed

“…şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e.

piştrast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hunê pir baş bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, tanî hin digîjin hêvî û meremên xwe; divê hê jî pir kesên din yên mîna me di vê rê de gorî bikin.
piştrast im piştî me pir kesên din jî her wê bi xapandin û durûtiyê ji holê werin rakirin.
piştrast im pir kesên ku wê piştî me jî bikevin xapandina eceman de; wê ji me zanatir û hêjatir jî bin, lêbelê hêvîdar im kuştina me ji dilsozên gelê kurd re bibe pend û îbret.

wesiyeteke din min ji were ew e daxwaz bikin her çiyê we ji bona serfiraziya gel kir, alîkarê we gel be, piştrast im xwedê yê mezin wê we serbixe û wê alîkariya we bike, heye ku hun bêjin; lê çima ez serneketim?! di bersivê de dibêjim, bi xwedê kim ez serketime, çi nîmetek, çi serketinek ji wê yekê mezintir e ku va me ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim, bawer bin min pir ji dil dixwest ger ez mirim bi mergekî bimirim ku di hizûra xwedê û resûlê xwedê û gel û welatê xwe de rûsor bim, ji min re ev serketin e.

xweştiviyên min, kurdistan mala her kurdekî ye, her wek di malê de; endamên malê her kesê ji her karekî dizane, wî dispêrin wî, îdî mafê ti kesî ti ne ku hesûdiyê pê bibe, kurdistan jî her ew mal e, ger we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike…”

Qazî Mihemmed (1893 / 31.03.1947)

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply