Çarşem , 30 Îlon. 2020

Sira Jiyanê Qijikê

Dayika bazê ciwan wisa temî li wî kirin (shîret dan wî):

“Lawê minê delal, jiyana me bazan pir dijwar û bi xeter e. Pêwîst e tu xwe herdem biparêzî. Jibo me nêçir karekî pir bi zahmet e. Bi piranî em nêçirê xwe ji dûr ve, yan jî ji jorde dibînin. Dema ku em xwe berdidin ser nêçirê, em pir bilez difirin. Pir caran em nêçirê xwe digirin. Lê hin caran jî em li zinar û daran dikevin, bi birun dibin, kûd dimînin yan jî di temenê xwe yê ciwan de dimirin. Jibo vê yekê pêwîst e, tu van gotinên min qet ji bîrnekî û herdem balkêsh bibî!”

Bazê ciwan demeke dûr û dirêj gotinên dayika xwe ji bîrnekirin û her cara ku ew derdiket nêçirê, tim jî tirs di dilê wî de hebû. Bi vî awayî bazê ciwan jiyana xwe didomand. Herçi ku ew kaltir dibû, tirsa dilê wî jî mezintir dibû. Rojekê baz kûr ponijî, jiyana xwe û çûçik û balindeyên din dan berhev. Tishtekî bala wî zaf kishand. Wî hên qet tu qijikên ku di temenê xwe yê ciwan de mirî nedîtin bû. Bazê xwest ji qijika qirqirok bipirse, hele bila jiyana wan çawa ye û sira vê jiyana bê xeter û dirêj çi ye.
Baz çû serdana qijikê.

“Roj baş, qijika hêja!”

“Roj baş bazê bi rûmet! We xêr e, sedema serdana we çi bû?”

Bazê got:

“Jiyana min pir bi xeter û dijwar e. Heval û xizmên min bi piranî di zû de, di temenê xwe yê ciwan de ya kûd bûn yan jî mirin. Herçî ez berbi salan ve tarim, tirsa dilê min jî mezintir dibe. Ez dixwezim fêrî sira jiyana te bibim û ji hiro pash ve jiyana xwe wek ya te bidomînim.”

Qijik bi çavên matmayî li bazê nêrî û got:

“Liser seran û çavan. Hûn dikanin sibe bi min re derkevin nêçirê û heta ku hûn bash fêrî jiyana min bûyî jî li ba min bimînin.”
Roja din baz û qijik bi hevre firîyan ser darekê. Qijikê ji bazê re got:

“Ne pêwîst e, ku em jibo nêçirê herin derên dûr. Niha nêçirê me dê bi xwe were ber nigên me.”
Bazê tishtek negot û bi meraq li ba qijikê xwe da benda nêçirê. Pishtî demekê qijikê dest bi qîreqîrê kir. Baz li der û dora xwe nêrî û tishtekî, ku ji wan re bibûya nêçir nedît. Herçi ku diçû qijikê bi dengekî hên bilindir dikire qîreqîr.
Bazê ji qijikê pirsî:

“Hevala qijik, tu dike qîreqîr, xwîya ye, ku te nêçirek dîtiye.”

Qijikê got “Erê!” û qîreqîra xwe domand. Bazê careke din der û dora xwe seh kir û dîsa jî tu nêçir nedît. Herçi ku diçû baz dilteng bû û wî ji qijikê pirsî:

“Hevala qijik, tu dikanî nêçirê me shanî min jî bikî?”

Qijikê wisa bersiv da bazê:

“Hevalê bi rûmet, tu hevqas ker û hespên hanên jêrîn nabînî?

Bazê berê xwe ber bi qijikê ve kir û got:

“Belê, ez wan dibînim. Lê em nikanin wan ji xwe re bikin nêçir.”

Qijikê bi awayekî pajirandinê serê xwe li ba kir û got:

“Gotinê we rast e. Ew ji me re nabin nêçir. Lê rizqê me bi wan ra ye.”

Bazê ji gotinên qijikê tishtek fêm nekir û bi dengekî sert pirsî:

“Çawa, ez tênegihîshtim?”

Qijikê xwe di cihê xwe de virdewêde livand û bi awayekî rêzgirtî axaftina xwe domand:

“Niha ker û hespên rixê xwe bikin, …”

Hên qijikê gotinên xwe neqedandibûn, bazê axaftina wê birî û pirsî:

“Tu çi dibêyî, hevala qijik? Yanê emê zikê xwe bi rixa ker û hespan têr bikin?”

Qijikê nikulê xwe berjor ve kir û got:

“Na, hevalê hêja, em hên hevqas neketine wê radeyê, ku em rixê ker û hespan bixwin. Helbet em rixê naxwin, lê emê teneyên di nav rixê de hilbijêrin û pê zikê xwe têr bikin.”

Baz bi gotinên qijikê mat ma, çavên xwe berdan wê û jê pirsî:

“Yanê tu dibêyî, emê çavên xwe berdin ser qûnên ker û hespan, heta ku wan rix kiriye. Pashê jî emê zikê xwe bi teneyên di nav rixa wan de têr bikin û bi vî awayî jiyaneke dirêj, ya bê xeter bidomînin?”

Qijik sha bû, ku bazê ew tisht bash fêm kiriye û got:

“Erê! Niha hûn jî têgihîshtin, ku rizqê me bi ker û hespan ra ye, yanê di nav rixa wan de ye?”

Baz careke dawî li qijikê nêrî û got:

“Hevala qijik biborîne! Ez dixwezim herim. Te ez hiro fêrî pir tishtên giranbiha kirim. Ez bash têgihîshtim sira jiyana te. Min hiro fêm kiriye, ku baz tu caran nabe qijik. Jiyaneke wek ya te ne jibo min e. Ez bi jiyaneke dirêj, wek ya te, ne razî me. Jiyana min, ya bi xeter û kurt, lê serbilind jibo min hên bashtir e.”

Pashê bazê xatirê xwe ji qijikê xwest û got:

“Bimîne di nav xweshîyê de!”

Ew berbi ezmanan ve bilind firîya û bi çavên xwe yên wek dûrbîn li nêçireke xwe gerîya. Gotinên dayikê dîsa hatin bîra wî û di dilê xwe de got:

“Ez wek baz hatim dinyayê û nikanim wek qijik bijîm. Xwelî bi ser kesan de, ku wek baz tên dinyayê, lê jiyana xwe wek qijikan didomînin. Mezinên me bi valahî negotine, ku ‘her giha liser koka xwe mezin dibe’.”
Qijika qirqirok ji gotinên bazê qet tishtek fêm nekir. Ew liser darê ma, qîreqîra xwe domand, çavên xwe berdan ser qûnên ker û hespan û li benda rixa wan rawestiya.

Dilpak.de

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.