Sinetên Hz. Pexemberê Me (s.x.l) – Yusuf AGAH

SINETÊN PÊXEMBERÊ ME (S.X.L.) YÊ KU ÎRO BI GIŞKÎ HATINE JIBÎRKIRIN

1) Gava ku destnimêj digirta û gava diçû mescîdê, du rik’at nimêj dikira.

2) Piştî destnimêjê berê xwe dida qiblê û av vedixwara.

3) Gava destnimêja xwe dişikanda berê xwe nedida qiblê.

4) Bidestnimêj radiza.

5) Di destnimêjê de piyên xwe sê car dişuşta.

6) Tu gotinên kirêt ê ku wek ‘adet dihata gotin, ji devê Wî derneketibû.

7) Gavên xwe fireh diavêta; weke ku ji ciyekê bilind berjêr bibe, ya xwe bi pêş ve ditewanda.

8) Bexşîneriya(efûkerî) Wî tebîî bû, tol hilnedida.

9) Gava ku yek dibênijiya û digota “elhamdulîllah” ewî jî digota “yerhamukellah” [ji pîrekan(jinan) re digota ‘yerhamukîlleh’]

10) Di danûstandinê(kirrîn û firotin) de tiştan bazar dikira.

11) Pêlavê xwe diweşanda piştre dixista piyên xwe.

12) Li serşokê(banyo) û avrêjê(destav, tuwalet) av îsraf nedikira.

13) Li serşokê û avrêjê zêde nedisekiniya.

14) Ji xelqê tiştek bi bergerî(bi îsrar) nedixwesta.

15) Gava dest bi xebatekî dikira, digota “bîsmîllah”.

16) Gava karekî dikira, ji alî rastê ve dest pê dikira.

17) Gava diçû ciyekî silav dida.

18) Gava yekî lê gazî bikira, bi temamê gewdeyê xwe ve diziviriya û berê xwe dida wî kes î.

19) Bi tiştên malayanî(vala, beredayî) re mijûl nedibû.

20) Arvanê (ard) ceyê, tevlî nanê genimê dikira û dixwara.

21) Di civatan de li ciyekê bideman(biîmtiyaz) nedirunişta.

22) Ku li malekî cenaze hebûya, xwarin dişanda wir.

23) Piştî nimêja cenazeyê rûniştî du’a dikira.

24) Ya gozê(gûz) bi penîrê re dixwara. (Şîfa ye)

25) Roja înê destnimêja xuslê digirta.

26) Li sûk û bazarê qîreqîr nedikira(dengê xwe bilind nedikira). 27) Derdora xwe paqij digirta.

28) Zehf xeber nedida(nediaxiviya).

29) Xwarina xwe zehf germ an zehf sar nedixwara.

30) Her tim hizirdar(bimitale) bû.

31) Ya wan ê arinandî(xeyidandî) li hev dianiya.

32) Ji dostên xwe re wiha digota: “Li dinyayê mîna yekê xerîb an jî weke yekê rêwî bin”.

33) Ji bo karên dinyayê ya xwe aciz nedikira (hêrs nedibûya). 34) Dijminên xwe ne tenê ‘efû dikira, rûmet û qedr jî dida wan. 35) Gava ya xwe ditewanda çok dida û ditewanda.

36) Gava diçû malê ji sê car zêdetir li derî nedida.

37) Mala xwe her roj meknes dikira (paqij dikira).

38) Li pey bangê du’ayê bangê dixwenda.

39) Bi feqîran re nan dixwara; heta wiha bû ku mirov ya Wî ji wan nediqetanda.

40) Bi şev firaqan nedisekinanda heta sibehê.

41) Bi piranî (axlebî) cilên spî û kesk li xwe dikira.

42) Pesnê ne rast qebûl nedikira.

43) Gava îşlikê (kiras, gomlek) xwe dixista, bişkokên wî ji jor ve vedikira.

44) Bişkokên îşlikê xwe, ji jêr ber bi jor ve diqefalta.

45) Kil di çavên xwe de dida û radiza.

46) Rojê du dan xwarin dixwara û xwarina Wî jî yek texlîd (cûre, çeşît) bû.

47) Nêzîkê 45 dk piştî tavdanê hinek radiza.

48) Bîhnên xweşik di xwe de dida.

49) Gava dibênijiya digota “Elhemdulîllah”.

50) Gava dibênijiya bi destê xwe devê digirta.

51) Gava nexweş diketa, hingiv û hebreşk dixwara.

52) Diçû pirsa nexweşan.

53) Ku yekî tiştek jê re hediye bikira, ewî jî bi hediyeyekî bersiv dida.

54) Her roj li ser mirinê difikiriya.

55) Her roj tewbe dikira.

56) Jê bûya tê her tim bidestnimêj bûya.

57) Her tim waqûr bû.

58) Her daîm an tiştekê xêr digota an sikût dikira (nediaxiviya).

59) Her tim bi haletekê xemgîn an jî mutebessîm bû.

60) Her tim tebessum dikira.

61) Ya tu kes î ne li rûyê wî ne li pişta wî şermezar nedikira û li kes î loma nedikira.

62) Li hember tiştekê ku ne xweşê Wî bû sikût dikira.

63) Li rûyê wan, pesnê mirovan nedida.

64) Mehra (nîkah) Îslamî dibiriya.

65) Şêwr (îstîşare) dikira.

66) Ku qencî bi yekî bikira wê qenciyê nedida rûyê wî.

67) Av li ser goran(qebran) dikira.

68)Qebran ziyaret dikira.

69) Gava diçû goristanê silav dida (Esselamu aleykum ya ehlel qubûr).

70) Ku di ber goristanek de derbas bibûya silav dida û 11 îxlas (qulhuwellah) dixwenda.

71) Ya tu kesê ku dihata ber deriyê wî vala nedivegeranda.

72) Peyvên Wî weke rêzên durra(încî) yê ku diberiqin şîrîn û zelal bûn.

73) Ji bo şexsê xwe qet’iyyen hêrs nedibûya û tol hilnedida.

74) Hêviya kesên ku hêviya xwe pê ve girêdana nedişikanda.

75) Bi piyên rastê diketa ciyên biqîmet.

76) Bi piyên çepê diketa ciyên bêqîmet û bi piyên rastê ji wir derdiketa ( ji xeynî halên ku hay ji xwe tinebû).

77) Nediketa pey qisûra tu kes î.

78) Derheqqê tu kes î de gotinên neqenc nedigota.

79) Bi tu kes re nedigijgijiya.

80) Gava diaxiviya ne gotinek zêde ne jî kêm diaxiviya.

81) Gava diaxiviya mirovên li dor xwe weke ku dorpêç dikira.

82) Gava diaxiviya gotinên xwe sê car dubare dikira.

83) Gava diaxiviya berê xwe nedida alakê din.

84) Gotinên xirab nedigota.

85) Ê ku xirapî dikirana, bi qenciyê mu’amele bi wan re dikira. 86) Gava Qur’an bihata xwendin gohdarî dikira.

87) Bêlizûm nediaxiviya.

88) Ciyên mahrem diqusanda(traş dikira). [Herî zêde heta 15-40 rojan carek diqusanda]

89) Meyweyan bi zikê birçî dixwara.

90) Ji mêvanan re zehf îkram dikira.

91) Miswak di’emilanda.

92) Musafaha dikira. Ango ku laqî yekî bihata silav dida û destê xwe dida destê wî.

93) Li ser nimêjê nedihonijiya (bawîşkên xwe nedianiya).

94) Di ber kesên li ser nimêjê de derbas nedibûya.

95) Di nimêjê de piyê xwe yê çepê dirêj dikira û li ser î rûdinişta, piyê rastê jî radikira çik.

96) Nimêja xwe di wextê yî de dikira.

97) Nimêjên xwe her tim bi şaşik ve dikira.

98) Destnimêja xwe rûniştî dişikanda (tehrîmen mekrûh e ku miro li piyan destnimêj bişkênî).

99) Piştî defnê li ser miriyan telqîn dixwenda.

100) Roja dûşem û pêncşemê rojî digirta.

101) Sibehan heta ku wextê kerahatê derketa şiyar dima.

102) Donê zeytê di pora xwe de dida. 103) Cilên sade li xwe dikira, ji nimayîşê hez nedikira.

104) Rî berdida (riyê xwe dirêj dikira, simbêlên kurt dikira).

105) Ji kesên ku ji wan hez dikira re digota ji te hez dikim.

106) Kesên ku ji wan hez dikira, tenê ji bo Xwedê hez dikira.

107) Di halên diltengiyê de dexelî nedibûya (xwe tund nedikira) û qarênî nedikira.

108) Di beriya mêvanan de ser sifrê ranedibûya.

109) Sikûta Wî ji axaftina Wî zêdetir dewam dikira.

110) Avê rûniştî vedixwara.

111) Avê di sê qurt de vedixwara.

112) Bi henekî jî bûya derew nedikira.

113) Gava neynûkên xwe çêdikira (dibiriya) ji destê rastê, tiliya şehadetê dest pê dikira.

114) Di civatan de ku rûnişta piyên xwe dirêj nedikira.

115) Di avrêj û serşokê de nediaxiviya.

116) Gava dê biçû avrêjê goreyên xwe derdixista.

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply