Sînga xwe ji pençeşêrê biparêzin!

Di nav jinan de nexweşiya herî zêde tê dîtin pençeşêra sîngê ye. Ev nexweşiya ku ji sedî 25’ê jinan dixe tora xwe roj bi roj zêde dibe. Ji bo hestiyariya vê nexweşiyê meha Cotmehê wek meha têgihandina pençeşêra sîngê tê hatiye destnîşankirin û di vê mehê de li dij vê nexweşiyê hin çalakî têne da ku jin bala xwe bidine vê nexweşiyê; Lewre teşhîsa zû weke her pençeşêran di pençeşêra sîngê de jî roleke girîng dilîze.

Ji bo kedeke me jî li ser nasîna vê nexweşînê bibe, me xwe gihand cerahê giştî, Serokê Komeleya Nexweşiyên Sîngê û Endamê Lijneya Rêveber a Federasyona Komeleyên Nexweşiyên Sîngê Doç. Dr. Sadullah Girgin û ahagiyên girîng jê sitendin. Girgin grîngiya teşhîsa lezgîn a pençeşêra sîngî destnîşan kir û da zanîn ku ji 8 an jî 10 jinan yek tûşî vê nexweşiyê dibe û ev tê wê wateyê ku salê 500 hezar jin ji ber vê nexweşînê jiyana xwe ji dest didin.

‘Pêkera herî girîng ostrojen e

Doç. Dr. Sadullah Girgin da zanîn ku pençeşêra sîngê li cîhanê di nav jinan de cureya herî belavbûyî ya pençeşêran, pençeşêra sîngê ye û ji % 33’ên pençeşêrên ku di nav jinan de peyda dibin, a sîngê ye. Girgin got ku li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, her sal 500 hezar kes ji ber pençeşêra sîngê jiyana xwe ji dest didin. Girgin, sedemên vê pençeşêriyê wisa rêz kir: “Di pençeşêra sîngê de pêkera herî girîng, jinbûn bixwe ye, lewre jin 100 qet ji mêran zêdetir dikevin vê nexweşînê. Ev nexweşîn girêdayî hormona jinan a bi navê ostrojen e. ji xeynî wê, reglên pêşwext, menopozên derengketî, bikaranîna dûvedirêj û ne birêkûpêk ên dermanên kontrola zayînê, dermanên ostrojenê dihewînin ku ji bo kêmkirina gilî û gazinên piştî menopozê didin jinan ew pêkhateyan in ku rîska pençeşêriya sîngê zêdetir dikin.”

Dr. Girgin da zanin ku ji bilî van, pêkerên girêdayî şêweya jiyandina mirovan in hene ku di vî warî de bandorker in û yek ji wan pêkeran qelewbûne lewre hin hormon di nav raçînka donê de vediguherin ostrojenê, her wiha jiyaneke ‘sedanter’ ango jiyaneke bêliv wekî karên ser mase, jiyaneke bê werzîşê û hwd., xwediyê çîrokeke genetîk û irsî ango di dê, xaltî, met, bav, ap û hwd. de çîrokên pençeşêriya sîngê hebe rîska pençeşêra sîngê zêdetir dibe û wisa domand: “Lê em dikarin meyldarbûna malbatî û genetîk ji hev cuda binirxînin. Lewre ên meyldariya malbatî û genetîk di wan de hene tenê ji % 10-15’ên pençeşêra sîngê pêk tînin. Di encamê de piraniya pençeşêra sîngê ên ku ne meyldarî malbatî ne pêk tînin. Her wiha weke hemû nexweşiyan di pençeşêriya sîngê de jî pêkerên hawirdorê girîng in. Lê heya niha b awayekî zelal û peyitandî em nikarin bêjin ev pençeşêr ji ber qirêjîna hewayê, ev, ji ber bikaranîna alkolê ne. Her wiha bikaranîna cixareyê pê re têkildar be jî heta niha nehatiye peyitandin ku pêkereke pir çalak e. Lêbelê rojê 80 ml bikaranîna domdar a alkolê bandorê lê dike. her wiha bikaranîna ne birêkûpêk a dermanên kontrola zayînê û çespandina nebizanebûnî û têvel a tedawiya pitika tûpê jî di nav pêkerên wê de ne.”

‘Sekilîn û pêhesîna zû gelekî girîng e.

Dr. Girgin destnîşan kir ku sekilîn û ji bo kêmkirina rêjeya kûdbûn û mirinê pêhesandin di pençeşêra sîngê de gelekî girîng in ango divê jin bizanibin ku pençeşêra sîngê di nav jinan de gelekî belavbûyî ye û civak di vî warî de bê bîrdarkirin. Doç. Dr. Girgin da zanîn ku li cîhanê ji 8 -10 jinan yekê di rîska vê nexweşiyê de ne û rêbaza sekilîna sereke jî mamografî ye û wisa domand: “Mamografî piştî 40 saliyê divê bê dubarekirin. Ji ber ku di ciwantiyê de raçînka sîngê, ji ber ku ciwan e û ji hêla zayînê ve berhemdêr e sîng û raçînka sîngê sext in û ji ber ve yekê jî grafiyên dîrekt zêde agahî nadine me lê çiqas meriv pîr dibe don dikevin şûna raçînkan û grafiyên dîrekt zêdetir agahî didine me. Lê heke nexweş di bin rîskê de be bijîşk dikare beriya 40 salî jî mamografiyê bide kêşan. Zanîneke xelet heye, mamosgrafî ne ku zêde radyasyonan belav dike, 8 mamografiyên baş bi qasî  grafiyeke pişikê radyasyonê didin ku em ji pitikên nûzayî jî re jî dikêşin.” Girgin got ku her jin bi taybetî li welatên nepêşketî ji bo zêdekirina pêhesandinê, ji bo nasîna raçîna xwe ya sîngê û hînbûna guheraniyên di sîngan de piştî 20 saliyê divê mehan carekê muayeneya xwe bixwe çêbike û piştî 25-30 saliyan jî divê salê carekê biçe bijîşkan, heke temen ciwan be bi pêşniyara bijîşkan dikare ultrasonografî an MR’a sîngê bikêşe lê dîsa jî rêbaza sekilîna wê ya sereke mamografî bixwe ye û heke nexweş di qonaxa rîskeke bilind de be, temena mamografiyê bi 10 sal beriya temena kesê ku di malbatê de cara pêşî ketiye pençeşêriyê paşve dikişînin, bo nimûne heke diya yekê di 45 saliya xwe de ketibe vê nexweşînê, keça wê divê di 35 saliya xwe de mamografiyê bikêşe.

Qonaxên pençeşêrê

Dr. Sadullah Girgin, derbarê qonaxên pençeşêra sîngê de agahî dan û got ku daxwaz ev e ku pençeşêr, di qonaxên pêşîn de bê zeftkirin ku girîngtirîn pêkera ji bo encameke ji %100’î bê bidestxistin bernameyên sekilînê ne. Girgin da zanîn ku di qonaxên pêşîn ên pençeşêriya sîngê de pençeşêr di nav raçînka sîngê de sînordarkirî ye û herî zêde di binê çengê de belav bûbe û dibe ku beşek jê jî di qonaxa pêşî de be, piştî vê qonaxê pençeşêr, dikeve qonaxa lokal pêşketî ku dikeve li derveyî herêmê, girêk gelekî mezin dibe û di raçînkên lenfê yên tê de belav bûye pevgihîştin çêdibin. Girgin got ku di qonaxên pêşîn de şêwaza sereke ya tedawiyê cerahî ye lê di qonaxa herêmî pêşketî de di serî de tedawiya cerahî nikare bê çeşpandin, beriya wê divê derman bê dayîn û wisa domand: “Di qonaxa pir pêşketî ya pençeşêrê de pençeşêr, ji herêma xwe derbasî lebatên din dibe ku ev qonaxa 4. e. Di vê qonaxê de êdî sepandina tedawiya cerahî nepêkan e, kemoterapî tê çespandin. Ango di pençeşêra sîngê de pêhesandina wê di qonaxa pîşîn de jiyanê xilas dike.” Girgin got ku pençeşêra sîngê heke dereng bê hesandin dikare bibe nexweşiyeke xedar û li cîhanê salê nêzîkî 500 hezar mirov ji ber pençeşêra sîngê jiyana xwe ji dest dide.

Polîtîkayên têgihandinê

Dr. Sadullah Girgin, anî ziman ku li ser vê mijarê xebatên wan ên gelekî bi bandor hene, bir rêya çapemenî û çalakiyên cuda ew hewl didin ku civakê agahdar bikin. Girgin da zanîn ku ger sekilînên pençeşêran belav bibin, kesan gazî Navendên Civak û Malbatan dikin û disekilînin lê di civakê de zanîna vê yekê gelekî kêm e. Girgin got ku jinek ku bixwaze xwe bisekilîne dikare biçe nêzîktirîn buroya bijîşka malbatî, Wezareta Tendurstiyê li ser sekilîna pençeşêran perwerdehiyên baş dane bijîşkên malbatî û aniha li Navendên Tenduristiya Malbat û Cavakê û Buroyên Bijîşkiya Malbatê bijîşkên baş hene, bes ku bila biçin saziyeke tenduristiyê.

Çavkanî: basnews.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply