Şemî , 8 Tebax 2020

e-Fanzîna “Sînemaya Serbixwe”

e-fanzîna sînema, çand û hunerê Sînemaya Serbixwe di berfenbara 2018an de bi hejmara xwe ya  1em dest bi weşana xwe kir.

Di jimara yekem de bi duruşma “Ji bo civakê, ji bo hunerê, ji bo jiyanê sînema…” got merheba.

Di rêbendana 2020an de jî jimara xwe ya 2em weşand.

Rêveberiya kovarê niha jî amadehiya jimara 3yem dike.

Nivîsa edîtoryaya jimara yekem:

Silav û rêz xwînerên hêja!

Ji “Brayên Lumierê” û “Alice Guy-Blaché”, bi wir de Sînema ango “Hunera Heftemîn” ji gelek qonaxan derbas bû, geşedan û pêşveçûna xwe didomîne.

Sînema ji bo kesên ku derd û gotinên wan hene amûr û derfeteke gelek mezin e. Di nav dîroka sînemayê de gelek derhêner û sînemavanên bîrawer derketin, hest û ramanên xwe anîn zimanê. Di geşedan û girseyîbûna sînemayê de; gelek rêbazên ên hunerî, rastibîniya civakî, heyamî û serbixwe û ên din pêk hatin.

Hunera “Sînema”, di nav rojên jandar û tarî de bû hêviyeke germ û ronak û bihara vê bêdemsal şîn bû û vedibe… “Hunera Heftemîn”; ruh û hêza ên dîmenan, newayan, peyvan û wêneyan e û me wekî pirtûkan, di nav asoyên hestan û ramanan de digerîne.

Em bi saya sînemayê cihê ku me qet neçûne ji wan dibinîn, çand û jiyanên hemû mirovahiyê dinasînin. Rû û çavên sinemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletiyan û pêşdaraziyan tune bike.

Yekem hejmar a E-Fanzîna bi Kurdî “Sînemaya Serbixwe”, bi nivîs û gotarên xwe yên li ser Sînema, Çand-Hunerê, weke dengekê nû û ciwan li pêşberî xwendevanên xwe.

Bimînin bi xêr û xweşiyê de
Bi hevre ji Hejmarên nû ve


e-fanzînên Sînemaya Serbixwe  yên heta niha hatine weşadin di vê girêdanê de me ji we re amade kirin. Kerem Bikin!

Bi Rûmet Onur Kaya re hevpeyvîn – Vedat Yeler

Derbar Ridwan Xelîl

Avatar
Ji nisêbînê ye. Rojnamegerî, Weşangerî, Grafîkerî û televîzyongerî kiriye. Li îzmîr, Stanbol, Mêrdîn û herî dawî li Enqereyê jiyaye.

Dikarê vê jî bixwênê

Jimara 2. ya Kurd’Înalco Derket

Ziman, Wêje û Çand, li Ewropayê jî xwe her zindî dike ! Xwendekarên Kurd ên Parîsê, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.