Sînema û Nasnameya Kurdan

Nivîskar û lêkolîner Dilazat ART, li ser “Avakirina Nasnameya Kurdî Di Sînemaya Kurdî De”  li şaxa Batmanê ya Komeleya Nûbiharê, semînerek da (30.10.2016). Bi kurtayî nivîsa Dilazat ART li jêr e:

Wek di vê xebatê de hate dîtin sînema di sala 1895an de ji aliye Biraderên Lumiere ve hatiye îcadkirin. Ji sala 1895an heta sala 1930î sînema bêdeng bû. Piştî salên 1930î deng kete nav sînemayê. Dema ku sînema bêdeng bû her kesî li gor têgihiştina xwe jê fêm dikir. Lê piştî ku sînema bideng bû edî sînemayên netewî an ku sînemayên dewletî derketin holê.

Peşketinên sînemaye rastî du şerên cihanê yên mezin hatin. Dewletên netewî sînema wek amûreke propagandayê bikar anîn. Ji bo sînema bala gelek mirovan dikşand reveberên dewletan sînema ji xwe re wek alaveke bangdane bikar anîn.

Sînema Kurdî wek edebiyata kurdî, sînemayeke derengmayî ye. Kurd; derengmayê modernitêne, derengmayê edebîyatêne û her wusa derengmayê sînemaye ne jî. Sînemaya Kurdî, sînemayeke derengmayî ye, sînemayeke têkçûyî ye, sînemayeke biêş e, sînemayeke travmatîk e, sînemayeke xîzan e, sînemayeke parçekiri ye.

Sînemaya kurdî ji sedema ku welatê kurdan di nav çar dewletên cîranê hev de hatiye parçekirin, sînemayeke pirzimanîye. Sînemavanên kurd li hember her cûre astengiyan filmên di kalîteya sînemaya cîhanê de kişandine. Evna ji bo pêşêrojê hêviyên mezin dide mirovan.

Eger em edebiyata dewletên dinyaya sêyemîn alegorîk bihesibenin, bêgûman sînemayên dewletên dinyaya sêyemin jî alegorik in. Yanî karakter û gotin û dîmên tev sembolîk in. Bi van sembolan derhêner yan çêker dixwaze tiştna bi temaşevanan bide naskirin. Lê ne bi awayekî vekirî, bi awayekî sergirtî.

Tekiliyeke xurt di navbera edebiyate û sînameye de heye. Produksiyonên mezin senaryoyên xwe li ser berhemên edebî avadikin. Îro romanên ku bûne klasîk û ji hêla her mirovî ve tên naskirin ji bo filman bûne senaryone amadekirî. Ji xwe senaryo jî li ser bingeha çîrokekê ava dibe. Gelo edebiyata kurdî di sînema kurdî de çiqas cih girtiye? Çend nimûne hene, wek Mem û Zîn û Sîyabend û Xecê ku ev produksîyon li ser navê tirkî hatine kişandin, em dikarin bibejin bi awayekî zanistî hê sînemaya kurdî li edebiyata xwe xwedî derneketîye.

Îro sînema kurdî di asta destpêkê de ye. Di ve destpêka sînemayê de kurd ji filmên metraj direj behtîr kurtefilman dikşenin. Bi saya kurtefilman em fehm diki ku potansiyeleke mezin di destê kurdan de heye. Eger ew kesên ku kurtefilman dikşênîn derfetan bibinin wê filmên metrajdirej jî bikşênin.

Em dibînin ku gelek filmên kurdî di mihrîcanên navneteweyî de xelatên girîng werdigrin. Bi taybetî kurtefilmên kurdan di nav mihrîcanên filman de cihekî taybet digrin. Eger filmekî sînemaya kurdî xelate wek Oscarê bidest bixê bêguman yê kurd di qada navnetewî de hê behtir bêne naskirin û yê dengê kurdan xurttir derkevê. Xelateke bi vî rengî ji hêla sîyasî ve jî wê destê sîyasetmedarên kurd xurt bike.

Her çiqas bi navê Kurdistan dewleteke Kurdan nebe jî tev zana û rewşenbîrên kurd di hemû tevgerên xwe de wek ku dewleta Kurdistan avaye liviyane. Ku kurd bûne xwedî dewlet û ji hêla aboriye ve pêş de çûn wê filmên hêjatir derxin meydane, Ji ber ku di erdnîgariya kurdan de gelek mijar hê li ser wan xebatên filman nehatine kirin. Bi gotineke din çîrokên xwerû ku hê derneketine ser rûye erde hene.

Îro dewletên serdest û bihêz sînemayê wek çekekê bikartênin. Sînema her çiqas alaveke hunerê jî bê, alaveke debarê û alaveke îhracata îdeolojî û ya çandêyê jî. Ji van dewletan yê herî ku sînemayê mîna çekekê bikartênê bêgûman Amerîka ye. Amerîka bi saya filmên xwe hem têkçûyînên xwe diveşêrê hem jî çand û jiyana xwe li dinyayê belav dike. Bi vê belav kirinê re aboriyeke ku biqasî bûtçeya hin dewletane bidest dixe.

Wek di vê xebatê de hat dîtin sînemayeke ku bi navê sînemaya kurdî tê li avakirin. Her çiqas ev film li ser navên dewletên ku kurd lê dijîn jî bên qebûlkirin, ev film, filmên kurdî ne. Derhênerên kurd filmên kurdî dikşênin. Êv jî wek sinemaya kurdî tê bi nav kirin. Her çiqas kurd bi saya derhênerên gewre Yılmaz Guney ketibe sînemaye jî, bi awayekî rêk û pêk piştî salên 90î sînemayeke bi navê sinemaya kurdî di dize. Piştî salên 2000î êdî derhênerên kurd li erdnîgariya kurdan, bi zimanê kurdî û bi lîstikvanên kurd filman dikşênin. Bi taybetî sînemagerên kurd yên Kurdistana Federal bi saya azadiyê gelek filmên metraj dirêj û kurtemetraj film kişandin. Herî kêm ji bo kişandina filman platformeke azad hate avakirin. Wek dî sînemagerên li dîasporayê hem li dîasporayê hem jî li welat gelek filmên hêja kişandin ku ev film di festîvalên navneteweyî de xelatên girîng bidestxistine. Her filmekî kurdî di sirûşta xwe de polîtik e. Ev polîtik bûn ne bi wateya propagandayê bi wateya îspatkirina hebûnê ye. Sereke îspatkirina vê hebûne bêguman bi ziman tê nişandan. An ku sînemagerên kurd filmên xwe bi zimanê kurdî dikşênin. Ev jî li hember asimilasyon û tekçûyînên kurdan berxwedaneke û îlankirina hebûna kurd û sînemaya kurdî ye.

  • Nîşe: Ev nivîs ji malpera Komeleya Nûbiharê hatiye girtin
  • Sererastkirin: Ridwan Xelîl

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply