Sîndirella – Çîrok

Hebû tunebû zilamekî dewlemend hebû. Keçeke wan a bi navê Sîndirella hebû. Pişt demekê jina wî mir. Ma ew û keça xwe bi tenê. Piştî çend salan ew bi jineke ku dilê wê weke qetranê reş re zewicî.

Du keçên jinikê hebûn. Jinikê keçên xwe girtin û bar kir, hat mala zilam. Keçên jinikê jî weke dayika xwe dilxerab bûn.

Dayik û her du keçan pêşî xwe weke mirovên dilnerm nîşan da. Lê belê roj bi roj rastîya wan derket holê. Zilam mir bi şûn de jî keça wî bû tûrê lêdan û xizmetkara wan.

Êdî wan her roj ji Sîndirellayê re digot:

-Cilan bişo, deran paqij bike, xwarinê hazir bike!

Wan her roj karên nû ji Sîndirellayê re didîtîn.

Rojekê jinikê ji keçên xwe re got:

-Guhdarîya min bikin keçên min ên delal. Xebereke min a ku hûn gelekî pê kêfxweş bibin heye!

Kurmîr ê roja şemîyê li qesrê baloyekê amade bike.

Her du keçan bi hev re got:

-Oy çi xweş e dayê! Lê divê em ji xwe re cil, sol, zêr û zîvên nû bikirin.

Ji xuşkan yek zivirî ser Sîndirellayê û got:

– Divê tu li malê bî. Ji ber ku ne cilên te yên ji bo baloyê hene û ne jî tu dizanî balo çi ye.

Sîndirellayê dizanîbû ku li dijderketin bê feyde ye. Wê dengê xwe nekir.

Sîndirellayê roja baloyê, berî ku her du xuşk herin baloyê alîkarîya wan kir. Wê fistanên wan utî kirin. Lê dîsa jî ew memnûn nedibûn, gazinc dikirin. Porê xuşka biçûk şeh kir şûnde, dor hat a mezin. Dema ku porê ya mezin şeh kir ew bi ser Sîndirellayê de qîjîya û got:

-Diqet bike, tu yê şiklê porê min xera bikî!

Xuşka biçûk li alîyekî din li neynikê nêrî û got:

-Oy, ez çiqas xweşik im ne wisa Sîndirella! Ez bawer nakim ku îşev kurmîr bê min li keçeke din binêre . Ya mezin qîjîya û got:

-Na, ew ê bes bi min re dansê bike!

Ya biçûk lê vegerand:

– Na, bi min re!

Dayika wan nêrî ku ew ê şer bikin, çû ba wan û got:

-Keçên dinyadîtî weke we nakin. We xêr e?

Piştî ku hazir bûn, erebeyek hat li ber derî sekinî. Her sê bi hêvîyeke mezin li erebê siyar bûn û wan berê xwe da qesra mîrî. Feqîra Sîndirella bi dilekî şikestî xwe avêt ser derencê û got:

-Ew çûn, ê kêf bikin. Ez ê jî li vir bi tenê bim.

Kerguh, kûçik, simore li derûdora wê civîyan û li ber dilê wê gerîyan. Kûçik porê wê alast û got:

-Eh, dev ji baloyê berde. Li wir bes kesên jixwerazî hene.

Simoreyê got:

-Hemû dê li ber kurmîr devê xwe xwar bikin.

Kerguh bi porê wê şa bû. Sîndirella hilkelî û got:

-Lê kurmîr ê li wir be.

Hevalên wê dîsa hewil dan ku wê aşt bikin, lê mixabin wan çi kir jî feyde nekir.

Hîn ew difikirîn ka wê çi bikin, wan bi carekê de dît ku stêrkek li asîmanan digere. Ew stêrk her ku çû ber bi wan ve hat. Hat, hat û bi carekê de li ber lingên Sîndirellayê sekinî û got:

-Va ye ez di emrê te de me.

Dema ku Sîndirellayê dît ku li pêş wê jineke bi cilên ecêb sekinîye, hilciniqî û paş de vekişîya. Di destê jinikê de şiveke sêrbazîyê hebû. Dema dît ku Sîndirella tirsiya, got:

-Metirse, ez perî me. Ji bo ku alîkarîya te bikim hatim vira. De ka bi lez be! Tu yê dereng bimînî.

Perîyê şiva sihêrê ber bi hevalên Sîndirellayê ve zivirand. Di eynî demê de mişk bûn hesp, simore bûn xizmetkar.Kundirekî mezin kir erebeyek ku her derê wê ji zêr bû.

Zimanê Sîndirellayê li hev gerîya û ji perîyê re got:

-T… tu çi dikî ?

Perîyê lê vegerand û got:

-Te fêm nekir? Tu yê biçî baloya kurê mîrî .

Sîndirella ecêb ma. Çavên wê bi hêvîya baloyê birûsîn û got:

-Kurê mîrî?

Perîyê domand û got:

-Belê, çima ne? De ka zû be. Hêvî dikim ku min tiştek ji bîr nekiribe.

Lê hat bîra wê ku ajokerê erebê nîn e. Zivirî ser kûçik û got:

-Wî, ma erebe bê ajoker naçe. Divê îşev tu boçik û kêçên xwe ji bîr bikî. Ji ber ku tu yê bibî ajoker û Sîndirellayê bibî baloyê. Wê kûçik kire ajokerê erebê. Niha her tişt amade bû. Perî zivirî ser Sîndirellayê û got:

-Tu li benda çi yî? Li erebê siwar be!

Lê wê dît ku cilên Sîndirellayê kevn in. Li wê nêrî û got:

-Erê wî, divê tu fîstanekî xweşik jî li xwe bikî.

Li şivika xwe gerîya û pirsî:

– Ka şivika min?

Dema ku şivik dît li Sîndirellayê nêrî û got:

– Çavên te şîn in, porê te zer e. Niha ez dizanim te fîstanekî çawa divê.

Perîyê şivika xwe ber bi Sîndirellayê ve zivirand. Di heman demê de Sîndirella bi fîstanekî efsanewî û bi solên tenik û narîn li ber wan bû. Hinek perçeyên fîstên ji zêr bûn.

Perîyê ji Sîndirellayê re got:

-Lê divê tu tiştekî ji bîr nekî. Sêrbazîya min heta saet diwazdehan derbas dibe. Pişt wê her tişt weke berê dibe. Divê tu vê yekê ji bîr nekî ha!

Sîndirella li erebê siwar bû, ew ber bi qesrê ve bi rê ketin. Dema ku ew kete salona baloyê, dît ku dotmîrên hemû qiralîyetan li baloyê ne. Hemû bi cilên xwe yên herî xweşik li derûdora kurmîr kom bûne. Kurmîr jî bi hemûyan re dibişirî.

Bi hatina Sîndirellayê re te digot qey tîrêjên rojê ketin salonê. Dema ku çavên kurmîr li Sîndirellayê ketin, mat ma. Oy Xwedêyo, ew keçeke çi xweşik e! Tavilê ber bi wê ve çû. Dema ku gihîşt ba Sîndirellayê, her duyan bi dilgermîyekê li hev nêrîn. Wî bi destê wê girt û heta dawîya şevê bi wê re dans kir.

Di heman demê de dêmarîya Sîndirellayê li wan nêrî û xwe bi xwe got:

-Ev keçik qet ji min re xerîb nayê. Weke ku min ew li derekê dîtibe.

Lê çavên Sîndirellayê bê kurê mîrî kes nedidît. Weke ku li wir bê wan kesek tune be, ketibûn nav çavên hev û wan dans dikir. Lê wext zû derbas bû. Tîrikên saetê nêzî diwazdehê bûn. Dema ku saetê li diwazdehê da, Sîndirella hilciniqî. Hema ji hembêza kurmîr derket û revîya. Ji ber ku bi lez derket derva, soleke xwe xist.

Saet tam di diwazdehê de weke ku perîyê gotibû, sêrbazîya wê rawestîya. Her tişt bû weke berê. Erebe bû kundir, mişk û kerguh weke xwe bûn. Ajokerê erebê bû kûçikê Sîndirellayê yê sadiq. Her wiha prensesa xweşik jî dîsa bi cilên xwe yên qetyayî ma. Lê bes sola Sîndirellayê weke xwe ma. Wê ew girt, lê nêrî û got:

-Çi şeveke xweş bû! Di jîyana min de şeva herî xweş! Temamî şevê min bi kurmîr re dans kir.

Kurmîr û ez. Dilê min kete wî! Gelek spas perîya xêrxwaz. Hezar car spas!

Paşê sol kire bêrîka xwe û ber bi mala xwe ve meşîya.

Kurmîr jî ji bo ku bi Sîndirellayê re dans kiribû pir dilşad bû, lê bi çûyîna wê jî gelekî xemgîn bû. Sola Sîndirellayê di destê wî de û di baxçeyê qesrê de diçû û dihat. Xwe bi xwe difikirî û digot:

– Ew keça nenas a ku min ji êvarê de pê re dans kir kî bû gelo? Divê ez careke din wê bibînim. Lê çawa? Ku ez li her derê welêt li hemû qesr û konan li wê bigerim dibe ku ez wê peyda bikim. Çi baş bû ku wê ji solên xwe yek li vir xist.

Zivirî ser berdestîyê xwe û got :

-Vê solê bigire. Sibe di berbangê de bi rê bikeve. Solê li hemû lingên keçên ku li welêt dijîn biceribîne. Ez ê bi keça ku ev sol li lingê wê hat re bizewicim.

Berdestîyê wî dev lê hat û çû û got:

-Çawa, çawa? Sibe di berbangê de, li her derê welêt, ez ê çawa bikim?

Kurmîr aciz bû. Li berdestîyê xwe zivirand û got:

-Belê, sibe berî ku tîrêjên rojê li asoyê derkevin, divê tu bi rê bikevî.

Wê şevê qet xew neket çavên kurmîr. Ew bes keça nenas û xweşik ya ku wî pê re dans kiribû, difikirî.

Roja piştî baloyê berdestîyê kurmîr dest bi karê xwe kir. Di berbangê de bi rê ket. Bi rojan li her derê welêt mal bi mal gerîya. Lê mixabin sol li lingê tu keçê nedihat. Dawîya dawîn mala ku Sîndirella lê dima mabû. Çû wira jî. Li derî xist. Dêmarîya Sîndirellayê derî vekir. Berdestîyê kurmîr rewş ji wê rê got. Her du xuşkan hewl dan ku lingên xwe yên mezin bikin nav sola biçûk. Lê bê encam man.

Berdestîyê kurmîr ji dêmarîya Sîndirellayê pirsî û got:

-Bê van her duyan tu keçên din nîn in li vê malê?

Dêmarîyê bersiv da û got:

-Na, bes ev keça gemarî û pîs heye. Ew berdestîya me ye. Ma tu bawer î…

Hê peyva xwe temam nekiribû, berdestîyê mîr got:

– Divê ew jî vê solê pê ke. Ji ber ku li welêt tu keç neman ku neceribandin, lê nebû.

Berdestîyê mîr ji Sîndirellayê re got :

-De ka were! Lingê xwe bide! Divê tu jî solê bikî pê. Ka em binêrin çawa dibe. Sîndirella hatba berdestîyê mîr. Wî sol kire lingê Sîndirellayê. Sol bi carekê de kete lingê wê. Berdestî li Sîndirellayê nêrî û got:

-Şahane! Ew keça ku ji baloyê revîya û çû tu bûyî. Sol tam li gor lingê te ye.

Di heman demê de Sîndirellayê sola din jî ji bêrîka xwe derxist. Hemû şaş man!

Hê hişên dêmariya Sîndirellayê û keçên wê nehatibûn sêrî ji nişka ve di derî de perî xuya bû. Şivika xwe ya sêrbazîyê di destê xwe de zivirand. Hema wê gavê fîstanê ku Sîndirellayê li baloyê li xwe kiribû li ser wê bû. Te digot qey stêrkek ji asîmanan daketiye erdê. Dêmari û keçên wê bi matmayî li Sîndirellayê nêrîn. Te digot qey dêmarîyê zimanê xwe daxwaribû. Her du keçan ji nişka ve got:

-Oy Xwedêyo! Ew xuşka me çi bedew e!

Ew li ber Sîndirellayê xwar bûn û wan got:

-Em li hemberî te bêrehm bûn. Çi dibe, li me bibore!

Sîndirella hem gelekî xweşik û hem jî dilpak bû.

Bêyî ku dudil bibe got:

-Bêguman, ez li we diborim. Çima ne?

Sîndirella û berdestîyê kurmîr bi lez bi rê ketin. Ber bi êvarê gihaştin qesra mîr. Kurmîr Sîndirella bi dilekî şad pêşwazî kir. Bi destê wê girt û ew bir baxçeyê qesrê. Xwe li hev werdan û hev û du maç kirin. Soza evînî û bawerîyeke ebedî dan hev. Wan bi destên hev girtin û di nav bêxçe de geriyan. Şeveke çîksayî bû. Dema ku wan li asîmanan nêrî, dît ku stêrkek diçûrise û xwe ber bi asîmanan ve li ba dike.

Ji wê rojê şûn de Sîndirellayê û kurmîr jîyanek bextewar û dilşad bi hev re derbas kir.

Derbar Rêvebir

Check Also

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê ji aliyê Koma Şanoya Çiya ve hat amadekirin û pêşkeşkirin. Nivîskarê şanoyê …

Leave a Reply