Şîn niqutî dilê min
dema şahî li dar bû
kevirek ji ber destê tiliyên destargêr
li ber sînga min ket
hêsirên nirxecewherîn
ji nav fera xarikên reş
li ahda xwe poşman dibûn
ava kezabê bi ser min de direşandin
5 Nîsan 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014