În , Berfanbar 14 2018
Home / Dîrok / Siltan Silhedîn – 1

Siltan Silhedîn – 1

Rasterast kêngî min navê Siltan Silhedîn bihîst baş nayê bîra min. Lê ez bawer im li Ferqînê çawa zarokek êdî dibe xwedî hişmendî, wê çaxê hînî wî navî jî dibe.

Ya min jî wisa bû. Yek ji pêştirîn navê ku ez hîn bibûm ew bû. Lewra navê mizgefta li ser riya navendî ya ku kalikê min ji bo nimêjê ji mala xwe ya li Sûrê derbasî wî aliyê sûkê dibû, Silhedîn bû.

Berhema herî bi xişmet a Ferqînê… Eger ku wê mizgeftê ji Ferqînê hilkişînin û bibin, wê Ferqîn weke zarokekî ku ji Siltanê xwe hatî veqetandî, weke zarokekî sêwî bimîne.

Wê çaxê gava ku min li wî baxçeyê ku bi keviran hatî hûnandin dilîst kalikê min jî nimêja xwe diqedand û digel hevalên xwe dihat wir. Ew kalên rûpak piranî di temenê kalikê min de bûn û dîsa piraniya wan, kalikên hevalên min bûn. Kalikê min gava ku li pêş wê mizgeftê rûdinişt û bi wan re suhbet dikir min awirên wan ên xwezan, dilsoz û tujehezkirin her di dilê xwe de hîs dikir.

Rojekê piştî bidawîbûna suhbetê kalikê min bi destê min girt û ez birim ber wê mizgefta ku min pir meraq dikir.

Dor vê mizgefta bi efsûn a ku her ku min serê xwe radikir bilindahiya wê digihişte ezmanan bi mermerên gulîlkî hatibû çêkirin. Gava ku min solên xwe derdixist û datinîn ber deriyê wê yê dubaskî û darikî û diketim hundir, ez bi hêstên bê pênase yên ku min dayika xwe didît û bi min re çêdibûn; yên ji zaroktî û qama min bi dehan caran mezintir; yên ku wan çaxan min nedikarî ti navan lê bikim, lê yên ku di berbextiya xwe de min careke din weke “Hîçbûyîn” û “Timbûyîn”pênase dikirî û hîn jî dibin beşeke hebûna min, mikûr dihatim.

Kalikê min niçikên 21 rojên li ser derî yek bi yek hêjmartin û got:
– Ka binihêre! Ev roj, roja me ye!
Li ser deriyê wî ciyê pîroz ne ayeteke Quranê, roja me hebû.
Wî li ber stûnên bi îhtişam bi dengê xwe yê dilsoz û dilovan bêyî ku mirovên nimêjê dikin aciz bike ji min re qala çîroka Siltan Silhedîn kir. Gava ku min bi meraqeke ecêb kalikê xwe guhdar dikir min nedikarî çavên xwe jî ji awîzeyên ku ji 4 çemberên mizgeftê li ba diketin û stûnên ku digihiştin ezmanan bibirim. Ev mizgefta ku navê Silhedîn lê bû digel ku bi kevirên rengtenik esaleta xwe her dida aşkerekirin heyrantiya min a derbarê Siltên û heybeta Siltên bi xwe jî ecêbtir ango mezintir dikir.

Kalikê min got di vê mizgefta siltanê Kurddan Silhedîn de çîrok û beytên alim, zana û helbestvanên Kurddan û efsaneyên Silhedîn dihatin gotin û axaftina xwe bi dawi kir. Me solên kirin pê, em dikira derketana. Lê îcar ne ji deriyê ku em ketî hundir, ji deriyê din ê mizgeftê re em derxistin. Berevajiya deriyê din ev derî bê xeml û neqş bû û vî derî bi vê sadetiya xwe meriv weke ku li mala xwe be dida hîskirin.
Gava ku min dest bi dibistanê kir îcar jî nasnameya Siltanê Kurdan Silhedîn hatibû guhertin. Ew di “pirtûkên dîrokê” de wek Siltanê Tirkan dihat hînkirin.
Piştî demeke dirêj îcar jî li Pragê, piştî ku min Zanîngeha Çarlsê qezenc kir ango di yekemîn sala perwerdeya xwe tipê de li Silhedîn rast hatim. Hevalekî min ê Çek ku em li heman zanîngehê bûn, xebata xwe ya dîplomayê derbarê Silhedîn de dikir.

Ji ber ku wan salan li Çekoslovakyayê Kurd gelekî kêm bûn ew jî bi nasîna min ecêb mabû. Ez bawer im yek ji dilşadiyên wî yên herî mezin jî suhbeta digel kesekî ji qewmê Siltan Silhedîn bû. Dilşadiya min a herî mezin jî hînbûn û naskirina Silhedîn a ji wî bû.
Min piştî çend mehan li Navenda Çandê ya li Pragê ji xwendekarên jêhatî yên ku bi piyanoyê ji 15-20 kesan re çirok dixwendin gelek çirokên derbarê Silhedin de guhdar kirin. Da ku ez bikaribim biçim Dresdenê bi mehan ez li benda wizeya Almanyaya rojhilat mabûm. Piştî derketina wîzeyê ez çûm û min li baştirîn şanogeha Dresdenê li çîroka Silhedîn temaşe kir ku ez pê giham bilindtirîn asta dilşadiyê. Pişt re ez bi çendîn saetan bi trênê di bin kontrolên tûnd ên klasîk ên heyama kominîst de vegeriyam Pragê.

Careke din dîsa li Almanyaya Rojhilat li bajarekî din li şanogeha komeke din a navdar min da ku li şanonameya “Siltanê Me Silhedîn” temaşe bikim ketibûm riyan.

Tiştên ku bi van şanonameyan ji bo temaşevanan dihat vegotin min wan çaxan fêm kir an na, ez pê ne bawer im. Lê ya teqez ew e ku her car ez hînî tiştekî nû dibûm.

Piştî gelek salan ez li Almanyaya Rojava bi cî bûm. Gava ku min Enstitûya Kurdî li wir ava kir îcar jî min Silhedîn li şanogehên Almanyaya Rojava nas kir. Wê gavê pêvajoya min a naskirina Silhedîn ez ji kêşeyên min ên rojane rizgar dikirim û ber bi dûritiyan, hezkirinê û toleransê; ber bi ramanên mirovî û gerdûna xeyalan ve dikêşam ku ev yek jî ji lûksên min ên wê heyamê bû.
Min bi kêfeke ecêb nivîsa Kurdî ya nivîskarê hêja Faysal Dagli ya derbarê jiyana Siltan Silhedîn de xwend. Sedema kêfa min ew bû ku êdî xwînerên Kurd bi zimanê xwe yê dayikê xwe digihandin Siltanê xwe.

Siltanê Kurd ê ku dinayê tev ew nas dikir êdî dê ji aliyê neteweya xwe ve jî bihata naskirin. Him jî bi zimanê xwe yê hevpar û bi pêşkeşiya Faysal Dagli…

Silhedînê ku ti caran li pirtûkên qalind ên dîrokê hilnayê û yek ji mirovên ku gihaye berztirîn astê ye; îro belkî hestiyên wî jî êdî bi axê re bûbin yek û belki dê 500 salan şinve ji aliyê ti kesan ve neyê zanîn. lê dê ew bi saya vê mizgefta dîrokî ya ku esalet û heybeta xwe ji Silhedîn werdigire heta hetaye her bimîne.

ji Malpera Dengê kurdistan hatiye wergirtin

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir