Silko û Silêman- Dogan Ulku

Carek ji caran rehmet li dê, bavê hazir û guhdaran… Rojekî du heb mirov hebûne, navê yekî Silko bûye, navê din jî Silêman. Silko û Silêman destebirayê hev bûne, her du jî feqîr bûne û tiştekî wan tune bûye.
Silko dibêjê Silêman:

“Bira wiha nabe, bêkar bêxabat nabe, em ji xwe re karekî bibînin, bixebitin.”
Silêman ji dibêje:

“Tu rast dibêjî, ji me re xebat lazim e, pere lazim e, em sibê rabin biçin bajêr ka em karekî peyda nakin.”
Wê şevê radibin diçin mala Silko, jina Silko dibêje: “Silko tu wiha betal setal digerî, naxebitî nabe.”
Silko: “Sebir bike sibê  ez û destebirayê xwe em ê biçin bajêr lê karekî bigerin ku em bixebitin.”
Jina Silko: “Na wele, payîz e, ji bo tirşî girtinê du heb dene lazim e, here du heb dene ji me re bîne em ê tirşiyê xwe bigirin.”
Silko: “Baş e jinik”

Dibe sibe, Silko û Silêman radibin diçin cihê dene kirînê, li wir du heb dene dikirin û didin pişta xwe tên malê, dibe êvar. Jina Silko dibêje: “Silko te pirs nekir ka em ê çiqas xwêy biavêjin van?”
Silko: “Na wele min pirs nekir, ez çi fehma vê pirsê bikim.”
Jina Silko: “Ne wiha nabe, pîvana wî çawa bizanin em, kêm zêde biavêjin dê tirşiya me xira bibe.”
Silko: “Ê ez çi bikim?”
Jina Silko: “Sibe rabe here li wir pirs bike, bizane.”
Silko: “Baş e temam.”

Dema dibe sibe, Silko û Silêman radibin diçin ba xwediyê deneyan, pirs dikin: “Bira te du heb dene daye me lê jina min nizane dê çiqas xwêy biavêje deneyan.”

Xwediyê deneyan dibêje: “Her yekî kulmekî biavêjin bes e.”
Silko: “ Baş e temam.”Li wir radibin dikevin riya gund hêy xeber didin, hêy dikenin û hêy dimeşin… Di nîva rê de pîvana xweyê ji bîr dikin, dîsa dizivirin diçin ba xwediyê deneyan dibêjin: “Bira wele me bersivê ji bîr kir.” Xwediyê deneyan: “Kuro qey hûn bêhiş in? Hinde biavêjin wê, hinde biavêjin wê.”

Ji bo ku bersivê ji bîr nekin hêy dibêjin hêy dimeşin. Diçin diçin rastê dewetekî tên, dibînin bûkê xemilandine siwarê hespekî kirine. Ew jî ji bo bersivê ji bîr nekin hêy dibêjin “Hinde biavêjin wê, hinde biavêjin wê.”
Xwediyên dewetê seh dikin gotina wan û dibêjin: “Kuro ev çi dibêjin ji bo bûka me? Ev bênamûsiyê dikin.”

Diçin li ba Silko û Silêman pirs dikin: “Kuro hûn çi dibêjin?”
Silko û Silêman: “Em çi dibêjin? Hinde biavêjin wê, hinde biavêjin wê.”

Bi vî gotinê carekî xwediyên dewetê li wan dicivin têr li wan dixin bêhal dikin. Silko û Silêman bersivê ji bîr dikin dibêjin: “Pa em çi bejin.”
Xwediyên dawetê: “ Kuro bêjin li ser xêrê be, aqûbet serê we be.”
Silko û Silêman dibêjin: “Temam.”

Dîsa dikevin rê, hêy dibêjin: “Aqûbet serê we, li ser xêrê be.” Diçin diçin rastê goristanekî tên, kesek çûye rehma Xwedê, vedişêrin, ew jî li ber goristanê re diçin dibêjin: “Aqûbet serê we, li ser xêrê be.” Milet jî seh dikin dibêjin: “Ev dînin çi nin, sebaban.” Dîsa milet li wan dicivin têr li wan dixin û wî gotinê jî ji bîr dikin dibêjin: “Pa em çi bêjin?”
Milet: “Kuro bêjin Xwedê rehma xwe lê bike, Xwedê efû bike.”
Ew jî wisa dibêjin di rê de tên, diwestin wî gotinê jî ji bîr dikin.

Heta derin û tên mala xwe dibe şev, navê xwe jî ji bîr dikin ji ber lê xistinê, ji ber westanê. Diçin li ber deriya malê lê derî didin, didin, jina Silko tê dibêje: “ Tu kî yî?” Ji ber ku Silko navê xwe ji bîr kiriye nikare navê xwe bêje. Dibêje: “Ez yê nav parêzan.” Jinik çiqas pirs dike Silko heman bersivê dide.
Jinik: “Tu kelem î?”
Silko: “Na, na.”
Jinik: “Tu xiyar î?”
Silko: “Ew jî ne.”
Jinik: “Tu kartol î?”
Silko: “Ha ha tu nêzîk bûyî.”
Jinik: “Tu pîvaz î?”
Silko: “ Wele tu dûr bî.”

Jinik dizane ku ew mêrê wê ye lê ji ber ku mal ve dostê wê heye mêrê xwe mijûl dike, dixapîne heta sibe.

Dostê jina Silêman jî hebûye û ew jî li mala Silko bûne, jina Silko û jina Silêman bi dostên xwe re li mala Silko ne. Dema dibe sibe dîsa radibin bi awayekî bi hêz lê derî didin, dostê jina Silêman dibêje: “Em çi bikin?” Jina Silêman dibêje: “Tu here xwe di bin koma pembûyan de xef bike, yê din jî bila biçe xwe di deneyê de xef bike.”

Ew xwe wisa xef dikin û jin jî diçin derî vedikin, dema mêrê wan dikevin mal ve hîs dikin ku tiştekî heye, tiştekî çêbûye, Silko dibêje :

“Silêman, birayê min wele ez ê vî deneyê bişikînim.”
Silêman: “Silko birayê min tu çima dişikînî? Me pê re îza eziyet xwariye.”
Silko: “ Ne wele ez ê bişikînim.”
Silêman: “Wele dê ez jî agir berdim pembûyên te.”

Silko eciz dibe bi dara di deste xwe de yek lê deneyê dide, deneye dişikîne û kesekî di deneyê de derdikeve. Silêman jî agir berdide koma pembûyan yek jî ji pembûyan derdikeve û her du jî direvin diçin xwe xilas dikin.
Silêman: “Kuro destebira ev çi bû?”
Silko: “Çi bû wele ev dostê jina min bû, ev jî yê te.”
Silêman: “Kuro ne, ne.”
Silko: “Belê wele.”

Pirs jinan dikin, dibêjin: “Ew çi bûn kî bûn?” Jin dibêjin: “Em nizanin we deneyan anî, we van kesan jî di deneyan de aniye.”
Silko: “Silêman destebira em çi bikin?”
Silêman: “Ê belkê xeberê wan e, belkê di deneyan de bûne me temaşe nekiriye.”
Silko: “Kuro destebira li wir heta li vir ku mirov di deneyan de hebûya me nekariya pişt kiriya û aniya, wele ev me dixapînin, ew dostê wan bû.”
Silêman: “Nizanim wele.”

Dibêjin jinan:“Yan dê hûn rastiyê bêjin yan jî em ê we bikujin.” Jin çiqas jî bêjin “Haya me ji wan tune, we di deneyan de aniye.” Mêr ji wan bawer nakin, radibin ku jinan bikujin, Silko pirs dike: “Destebira em ê pêşî kîjan bikujin?”
Silêman: “Wele destebira jina te zehf derewan û qulopiloyan dike dê ew ji deste me bireve, pêşî em jina te bikujin, paşî yê min.”
Silko: “Teman em wisa bikin.”

Jin girîn û qirînan dikin, dibêjin: “Me tiştekî wisa nekiriye hûn çima me dikujin qurban heyran.” Lê mêr bawer nakin radibin bi hev re jina Silko dikujin, piştî kuştina jina Silko Silêman dibêje: “Wele heyran jina te jina min xapandiye, jina min tiştên wiha nake, Xwedê ez jina xwe nakujim.”
Silko: “Kuro ne me soz dabû, me jina min kuşt, em ê yê te jî bikujin.”
Silêman: “Xwedê ez jina xwe nadim kuştin.”
Silko: “Ez ê çi bikim, niha bêje Silo?
Silêman: “Em ê ji te re jinekî bînin birayê min mereq neke.”

Silêman jina xwe hildide diçe mala xwe. Hefteyek deh roj di ser de diçe Silko dibêje:  “ Ev dengê destebirayê min dernakeve êdî, ka ez rabim biçim mala wî”
Silko radibe diçe mala Silêman dibîne ku ew bi jina xwe re rûniştiye, kêfa wî xweş e. Dibêje: “Destebira ne sozê te hebû dê te dewetan min bikira”
Silêman: “Xwedê jina te jina min xapand, ez êdî ne destebirayê te me, ne jî hevalê te, here Xwedê selametî bide te tu li mala xwe, ez li mala xwe.”

Berhevkar: Dogan Ulku-Çandname

 

 

 

Nîşe: Ev çîrok li herêma Bedlîs/Tetwan gundê Axkîsa Golê hatiye berhevkirin, ev gund di navbera Wan û Tetwanê de ye, ji Tetwanê 43 km dûr e. Gund bi deşta xwe navdar e, li navçeya Tetwanê deşta herî mezin li vî gundê ye.

Çîrok bi vegotina kesekî vî gundiyê ku navê wî Hecî Bekir e hatiye nivîsîn, ev camêr derdora 65 salî ye û Tirkî tenê têra fehm kirine zane.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply