Sihbetek xweş Li dor Amûdê bi Seydayê Saadeddînê Seyda re

Bajarê Amûdê..! Amûda Bavê Mihemed..! Bajarê ku di destpêka çerxê 20’an de dergehê wê ji xwîniyên serhildana Bedlîsê/1913’an, mehcirên Hesenan û Heyderan/1914’an, Ermenî û Siryaniyên fermana/1915’an, Şêx û Melayên xwînî ji serhildana Diyarbekirê/1925’an re, vekirî bû.. Amûda ku Axayên wê (Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axa) û tev malbatên wê ve, bi sîngek fireh pêşwaziya mişextî û mehciran kirin.

Ji bo bêtir agahiyan li dor Amûdê, di roja 16/7/2018’an de, digel Dr. Mustafa Henê (Henîfê) çûm Amûdê, Amûda Bavê Mihemed, serdana Seydayê Saadeddînê Mela Abdulletîfê Seyda kalemêrê zane, rastgo, welatperwer û xweşik.. Û min çend pirsên panoramî li dor Amûdê û xelkên wê jê kirin. Wî jî, nemerdî nekir, bi dilekî fireh bersiva pirsên min dan û li wan zêde kir..

Seydayê Saadeddîn pesnekî baş da malbatên Amûdê yên dêrîn wek malbata Axê (Ibrahîm Axa û biraziyê wî Seîd Axayê Deqorî), malbata Heciya (Hecî Abdullah), malbata Silîva, malbata Henê (Henîfê), Kamil, Kero, Şiwêş, Mandiya, Qirno, Gun Reş, Seyid Elo, Ezebiya.. Û ronahî ber da ser merdî û dilfirehiya xelkên Amûdê ji mehcir û mişextiyên re.. Nexasim ji Şêx û Melayên ku ji ber zilm û zora kemalîstan revyan bûn û xwe li Amûdê digirtin wek; Ibêdellahê Hêzanî (Seydayê mezin) û birayê wê Mela Fethellah, Mela Abdulletîfê Mela Ibrahîm, Şêx Ehmedê kesk, Şêx Zahirê, Şêx Beşîrê Hamidî, Şêx Sebxetellahê Hamidî, Seydayê Sedeqe, Şêx Mecîd.. Û ji min re got; du dibistan li Amûdê hebûn; dibistana (Henefiya) û (Şafeîya), di wan dibistanan de gelek cûreyên ilm û zanînê dihatin dersdan wek: Camî, Mintiq, Belaxe, Muxtesir Ma’anî, Bînaa Elesas (Ilmê Serfê) û icaze nedihat dank ku zimanê Farisî nizanîbana..

Li dor cixrafiya Amûdê jî, ji min re qala Girê Şermola, Girê Amûdê (Kemaliyê), Newala Xasa (Kanîkuriyê), Çemê Zeraê, Xanî Sorê, Qelaçê Silokevirê, Newala Necara kir..

Bêguman di vê çûna min î Amûdê de, Seydayê Saadeddînê Mela Abdulletîfê Seyda baş bala min kişand.. Belê balkişandina mezin ku ta roja îro, hîn du ode li Amûdê hene: Odeya mala Emo ji malbata Heciya û odeya malbata Henê. Ev herdu ode, wek heyamê berê, bi kulavan raxistî ne, civat di wan de digerin, qehwe û çayê li mêvanan digere.. Bê TVê ne.. Ji aş û bajar ve qal û qult bi Kurmancî têne gotin.. Min odeya mala Henê dît û pê kêfxweş bûm, bi hêvî me rojekê odeya mala Emo jî bibînim. Bi rastî, van herdu odeyên ku temenê wan dor sed salî ne, hinekî hêviyên min geş kirin ku hîn em bi xêr in..!

 

Not: Hêjaye gotinê, Seydayê Saadeddînê Seyda di sala 1926’an de li gundê Sefihê Çaçan hatiyê dinyê. Ew kurê Mela Abdulletîfê Seyda ye, yê ku di pişt Seydayê xwe Ibêdellahê Hêzanî de, melatiya mizgefta mezin li Amûdê kiriye.

Konê REŞ

Qamişlo 20/7/2018

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply