Sîdar Jîr: Nivîskar divê di nav civaka xwe de be!

Enstîtuya kurdî ya Stenbolê li ser wêjeya kurdî panelek li dar xist. Panel roja 26’ê adara 2016’an li Tutun Deposuya Tophaneyê pêk hat. Nivîskar Sîdar Jîr wek panelîst beşdarî Panelê bû. Panel di bin sernavê “Kulîlka Ciwan a ku li ser axa welatê xwe geş dibe: wêjeya nûjen a kurdî” de bi beşdariya  zêdetirî 100 kesî ku piraniya wan mamoste û şagirtên Enstîtuya Kurdî bûn, hate lidarxistin.  Sîdar Jîr bi serpêhatiya xwe ya der barê yekemîn kovara wêjeyî ya bi navê “Kulîlka Ciwan” dest bi axaftina xwe kir û  da zanîn ku  nivîskarên kurd ên ku bi kurdî dinivîsîn di destpêkê de tengasiyên mezin kişandine. Piştre jî wî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de her çiqas navenda Xebatên Kurdî Stenbol bû jî, ji Salên 2000’’î pê ve Amed hêdî hêdî bû navenda xebatên kurdî.”

‘Divê pênûs ji axa xwe dûr nekeve’

Sîdar jîr da zanîn ku divê nivîskar li welatê xwe di nav civaka xwe de bijî û gotina xwe wiha domand: “Heke tu li Amedê nejî, li ser bircên Amedê negerî, danekevî qeraxê Çemê Dijleyê tu yê nikaribî Amedê, xweşikbûn û bedewbûna Amedê binivîsî.” Nivîskar Sîdar Jîr piştî van gotinan bal kişand ser girîngî û pêwîstiya geşedana wêjeya nûjen a kurdî û wiha pê de çû:  “Em ê heta kengî bi Xanî, Melayê Cizirî û Feqiyê Teyran qîma xwe bînin? Jixwe wan têra xwe ji bo kurdî xebat kiriye. Divê êdî em tiştên nû biafirînin û xwe bi pêş bixin. Em mecbûr in ku bi her awayî xwe bi pêş bixin.”

Piştî van nirxandinên xwe, wî di warê wêjeyê de rewşa berê û rewşa niha ya Amedê hevrû kir: “Di destpêkê de kesên ku bi kurdî dinivîsandin, bi tiştekî nedihatin hesibandin, bo nimûne di çalakiyekê de hinekan destûr neda ku Arjen Arî derkeve ser dikê û helbestên xwe bixwîne. Lê piştre ev rewş guherî, nivîskarên tirk li pey Arjen Arî ketin. Nûnerên dewletê yên fermî jî ew nas kirin û jê re rêz girtin. Hegemonya tirkî ya ku nedihişt Arjen Arî derkeve ser dikê û helbestekê bixwîne têk çû.”

 ‘Her giha li ser koka xwe şîn tê’!

Di beşa duyemîn a Panelê de Hevserokê Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Samî Tan axivî. Tan jî bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Her giha li ser koka xwe şîn tê,  zimanê kurdî li ser axa Kurdistanê divê geş bibe. Zimanê biyanî cil û bergên mirov in, zimanê dayikê çermê bedena mirov e.  Mirov dikare  cil û bergên xwe biguhêre, lê mirov nikare çermê xwe biguhêre, divê em bi vî çavî li meseleyê binêrin.”

 ‘Têkiliya ziman û desthilatdariyê bi hev re heye.’

Tan bal kişand ser têkiliya desthilatî û wêjeyê û ev nirxandin kir: “Gava ku mirov bala xwe didê, mirov dibîne ku di dema mîrnîşînên kurdan de wêjeya klasîk a kurdî li medreseyên Kurdistanê bi pêş ketiye û nivîskarên kurd gelek berhemên kurdî afirandine. Îro jî bi saya têkoşîna Tevgera Azadiyê ziman bi pêş ketiye û berhemên nivîskî zêde bûne.” Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Tan, piştî van gotinan bala beşdaran kişand ser têkiliya xak û zimên û wiha got:  “Berê li Kurdistanê çiya, dar, ber, kevir, gul û çiçek bi kurdî dipeyîvin lê mixabin rewş niha ne wisa ye. Li gel nivîskar û xwînerên kurdî zêde dibin jî cihê kurdî di jiyana rojane de kêm dibe”.

Panel bi pirsên beşdaran bi dawî bû.

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply