Perwerdehî faktoreke bingehîn e ku civakên modern, mirovên hemçax/modern û ferdên azad û hişyar diafirîne. Civakên modern, ziman, çand û rewşa jiyana wan, demoqrasî, çanda nasname û siyaseta wan, bi giştî jiyana wan a civakî bi riya perwerdehiyeke modern çêbûye.
Mijar: Ziman, Perwerdehî û Zanîngeh li Bajarên Kurdan
Perwerdehî faktoreke bingehîn e ku civakên modern, mirovên hemçax/modern û ferdên azad û hişyar diafirîne. Civakên modern, ziman, çand û rewşa jiyana wan, demoqrasî, çanda nasname û siyaseta wan, bi giştî jiyana wan a civakî bi riya perwerdehiyeke modern çêbûye.
Di civaka kurdan de rewşenbîrên zemanê xwe wek Abdullah Cevdet, Xelîl Xeyalî û Seidê Kurd anîne zimanî ku yekemîn pirsgirêka kurdan perwerdehî ye. Bêyî perwerdeyeke baş kurd nikarin di vî zemanê modern de li xwe û ziman û çanda xwe xwedî derkevin, xwe ji nû ve ava bikin û di nava civakên modern de cih bigirin.
Dewletên ku îroj kurd bi wan ve girêdayî ne, “perwerdehî”yê wek wasiteyeke sereke bi kar anîye da ku kurdan bi sîstema xwe ve girê bidin û wan entegreyî nasnameya xwe bikin. Baş tê zanîn ku ev entegrasyona bi riya perwerdiyê tê kirin îroj jî sileheke mezin a asîmilasyonê ye û li ber deriyê kurdan e. Bi hezaran mekteb, li her bajarê kurdan zanîngeheke dewletê ji bo wî qasî wezifeya xwe berdewam dike.
Li serê sedsalê, “perwerdehî” ji bo pirsgirêka dîrokî her çiqas wek çareseriyekê hatibe dîtin jî ew pirsgirêkan çareser nekiriye û bi xwe jî bûye perçeyeke vê “pirsgirêka mezin”.
Li vir pirsek çêdibe. Gelo nêrînên li ser perwerdehiyê -yên ku wê ji bo înşakirina civakeke modern wek faktoreke dîrokî dibîne- çewt derketin yan di sepandina wê ya li ser kurdan de xeletî çêbûne? İroj rêjeya xwendin û nivîsandinê di nava kurdan de gelekî zêde ye lê wekî neteweyekê avakirina nasname û civakekê zehmet e.
Koma Bedlîsê ya Xebatên Akademîk û Ramanî, li ser pirsgirêka perwerdehiyê disekine û wê wekî pêdiviyekê dibîne. Ji ber wê, mijara sempozyûma sêyemîn wekî “Ziman, Perwerdehî û Zanîngeh li Bajarên Kurdan” diyar kir û girêdayî vê pirsgirêkê, mijarên wekî ziman, pirsgirêka perwerdehiya kurdî, saziyên perwerdehiyê, pirsgirêka nebûna xweseriya zanîngehan ji akademîsyenan re ji bo pirsan û nîqaşan vedike.
Li ser van mijaran, kesên ku bixwazin çend gotinan bêjin û nêrînen xwe pêşkêş bikin vexwendiya/ê vê forûma mezin a Bedlîsê ne.
Kesên ku dixwazin beşdarî sempozyûmê bibin, divê sernavê mijara xwe tevî kurteya xwe ve heta 30 Tîrmeh/Temûz 2016an bişînin li ser adresa bitlisname@gmail.com ê.
Teblîxên ku ji aliyê Lijneya Akademîk ve hatine pejirandin wê 5 Tebax 2016an were diyarkirinê.
Şertên Serlêdanê:
- Divê kurteya we di navabera 250-500 peyvan de be.
- Kesên ku serî lê didin divê nav, paşnav, pîşe, sazî û unvana xwe ya akademîk, adres û e-maîla xwe tevî kurteya xwe bi riya e-maîlê bişînin.
Teqwîma Sêyemîn Sempozyûma Navneteweyî ya Bedlîsê:
Ji bo şandina kurteyan roja dawî: 30 Tîrmeh 2016
Encama nirxandina kurteyan: 5 Tebax
Dîroka Sempozyûmê: 26-27-28 Tebax Bedlîs
NİŞE: Di derheqê sempozyûmê de çi agahiyên nû hebe em ê li ser malpera Billisname.comê biweşînin.
Çend Mijarên Serene ji bo Sempozyûme:
- Perwerdehî
Perwerdehî û Civak
Hêza Perwerdehiyê a ku civakê ji nû ve ava dike
Perwerdehî û Pêşveçûna mirovî
Kurd û Perwerdehî
Sîstema Perwerdehiyê li Tirkiyeyê û Pratîkên wê di nava kurdan de
Perwerdehiya ji bo asîmîlasyonê
Di nava programa perwerdehîyê de şêwaza fêrkirina Dîrok, Welat, Netewe û Nasnameyê
Pratîkên cûda yên Perwerdehiya kurdan
Rewşa Zanîngehan û Perwerdehî li Başûrê Kurdistanê, İmkanên Hevbandorî
Pirsgirêkên Perwerdehiyê li Rojavayê Kurdistanê
Pirsgirêka Ziman û Perwerdehiya Zarokên koçber ên kurd
- Ziman
Perwerdehiya bi zimanê dayikê û geşedana takekesî
Mafê Perwerdehiya bi zimanê dayikê
Asîmilasyon/ Bişaftin û Nasnameya kurd a ku li Tirkiyayê tê çêkirin
“Pirsgirêka kurd” wekî Pirsgirêka Ziman û Perwerdehiyê
Dersên Taybet yen Kurdî
Rewşa Dersên Bijarte li dibistanan
Dersên Kurdî li Ewropayê, Mînaka Swêd
Ziman, Perwerdehî û Pirsgirêka Nasnameya Netewî
- Zanîngeh
Zanîngeh û Civak
Bandora Zanîngehan li ser jiyana bajêr
Rola Medreseyan di dîrokê de
Medreseya İhlasiyeyê
Mektebên Eşîran
Mektebên nû, Perwerdehî û Asîmilasyon
Rewşa Mektebên herêmî yên leylî (Mektebên YİBO’yê ) û encama Perwerdehiya wan
Fikra Zanîngeheke nû ya Seîdê Kurd
Rewşa Zanîngehan li bajarê kurdan
Siyaseta kurdan û Perwerdehî, Pirsgirêka Zanîngehan û Ziman
Kreşên Zarokan bi zimanê kurdî, İmkanên dibistanan bi kurdî
Wekî îmkan û pêdiviyeke civakî Zanîngeheke kurd û girîngiya wê
Bitlisname.com