Sal 1946, ji paşila çiyayê Agirî zarokekî bi navê Îzeddîn çavê xwe li dinyayê/gerdûnê vekir. Jiyan li gundê Panosê Kizilkayayê weke zivistanê dijwar bû. Îzeddîn ji ber bê derfetbûnê, di zarokatiya xwe de, dest bi xebatê kir. Dixwest ku di hêla aboriyê ea alîkariyê ji malbata xwe re bike. Demekê şûnda dest ji xebatê berda û riya ilmê girt.
Di medreseyên Kurdistanê de tehsîl dît û pêra Rîsale-i Nûr naskir. Xebata xwe li ser Rîsaleyê berdewam kir. Ji ber ku xebatên wî yê li ser rîsaleyê hebûn bi vê sedemê, ji hêla desthilatdaran hate girtin û bi çend hevalên xwe re kete girtîgehê. Paşê hate beratkirin/berdan û xebatê xwe domand.
Di nav şert û mercên dijwar de tu caran hêviya wî neşikiya/neşikest. Mebesta wî hişyarkirina Kurdan û xelasiya mirovahiyê bû. Seydayê Serhedê bi çend hevalên xwe re, di sala 1990î de weqfa çand û perwerdeyê ya Zehra damezirand. Bû serokê weqfa Zehrayê.
Seydayê Serhedê jiyana xwe weqf kir. Seyda di doza xwe de rast bû. Dilsoz bû. Li çar aliyên welêt ji bona xwendekaran, cih vekirin. Di saya van xebatan, bi hezaran xwendekar ev riya pîroz girtin. Xwendekarên wî, wek gulên biharê vebûn, her der kirin gul û gulîstan.
Bi teşwîqkirina Seyda, Kovara Nûbiharê hat damezirandin. (Ev kovara, rûmeta gelê me ye. Keda Pirr kesan li ser vê kovarê heyê. Lê bi taybet Kekê Muştehîr KARAKAYA, Kekê Sabah KARA, Kekê Suleyman ÇEVÎK hwd.) Mîsyona Nûbiharê, di nava gelê Kurd de mîsyoneke bêhempa ye. Di pêşveçûna çand, hûner û zimanê Kurdî de cîhekî sereke digre.
Seydayê Serhedê, jiyana xwe di nava xwendekarê xwe de derbas dikir. Di sala 1998an min Seyda li Wanê dît. Di galegalek/suhbet wî de, ez li kêleka/rex wî rûniştibûm. (Min nizanîbû ez li rex pakrewanekî/ şehîd rûniştime) Galegal qedya û ji min pirsî, got:
– Xorto/ciwan tu ji ku yî ?
– Min got ez ji Siwêrega xopan im. Got
-Tu ji kîjan gundî ye? Min got
– Ez ji Taşliyê Şêxa me. Got:
– Tu Qizireliyê nasdikî? (Di navbera gundê me û wî gundî de 1 km dirêjahî heye)
– Min got erê.
Seyada berdewam kir û got: “Min meletiya xwe ya ewil li wî gundî kir.” Seyda berê xwe da hevalan û wisa got : “Qedr û qîmeta vî xortî zanibin ev xorta, ji cîhekî bi esil e.” Bi vê gotina Seyda ez gellekî kefxweş bûm.
Seydayê Serhedê di çiriya pêşîn a sala 1999an de ji hêla kesên nediyar/hêzên kûr û tarî ve hate revandin. 28ê çileyê paşîn a sala 2000î bi awayekî hovane hatê şêhîdkirin. Di riya Xwedê de hate şehîdkirin û bû cîranê pêxemberan.
Li goristana Eyyûbê hate veşartin . Bi a min ba, minê Seydayê xwe li ber çîyayê Erekê (Bajarê Wanê xwe sipartiye çiyayê Erekê) veşarta, da ku li nav axa xwe bûya.
Slav ji te re pakrewanê Îslamê.
Slav ji te re Seydayê serhedê.
Slav ji te re cîranê pêxemberan.
Xwe dê me bike cîranê te. Bizanibe, bi çûna te xebatê te qels neman. Em bi hêz, di riya te de dimeşin Seydayê min.
Min ji xwe re kir edet, dema ku dilê min bi pexşanê rehet nebe, ez xwe diavêjim bextê helbestê de ka (bi destûra xwendekarên hêja) bila helbest were hawara min.
Ez nizanim te çawa bînim ser zimanê xwe
Di paşila Miryema Îmranî de tu hatiye xweyîkirin
Tu bi wêrekbûna Hz. Elî
Tu bi wêrekbûna Rustemê Zal hatiyî afirandin
Dilê te Behra Wanê
Hesreta te axa kurdistana rengîn e
Seydayê min, ez nizanim te çawa bînim ser zimanê xwe
Dîrokê tomar nekiriye jiyana te
Ez, te bi rengê Ebû Ducane dibînim
Desmala sor li serê te pêçayî
Ne li şerê Uhudê, Li Qada şaristaniyê
Bi xwînxwaran re tu di şerekî giran de yî
Rêberê te Qur’an
Şûrê te Rîsale ne
Ber bi min were ku ez hesreta te bizanibim.
Va ye ez dibînim
Herîrî ji bona te helbestan çêdike
Ehmedê Xanî Nûbiharê ji bona te nûjen dike
Melayê Cizirî li Medresa Sor dersê dide
Mijara dersa wî tu yî
Mêze ke, Feqiyê Teyran li hember dîlberê
Helbestek bi navê Saydayê min nivîsandiye
Seydayê min, bi dûrketina te, ez bûm dînekî çolistanan
Pirtûk nikarin nirxên te binivîsin
Ez dibînim Şêxê Kal ala serxwebûnê radestî te kir
Li civata Seîdê Kurdî tu xwendekarekî xweyî doz î
Seydayê min, ez nizanim te çawa bînim ser zimanê xwe
Zarokên me, li zindana Amedê li benda te ne
Waye ez dibînim ji bona te raperîn derxistin
Li hewşa zindanê
Li ber çavê Esat
Sirûdên serxwebûnê dixwînin
Dibêjin an Seydayê me, an jî mirin
Were Seydayê min
Kekê Mihemed Ûzûn romaneke nû bi navê Seydayê Serhedê nivisandiye
Haya te jê hebe
Seydayê min, ez nizanim te çawa bînim ser zimanê xwe
Min berê xwe da Mûşa şewitî, bi deşt û kanî ye
Ez ê herim dîwana dengbêjan
Û bi kela dilê xwe
Û bi axîna welatê xwe
Û bi hêviya hezar salan
Xwe bavêjim bextê şahê dengbêjan
Ez ê bêjim kekê Şakir, tu yê kilama seydayê min bêje bi dil û bi yeqîn.
Seydayê min ez nizanim te çawa bînim ser zimanê xwe
Li çar hêlên Kurdistanê bigerim
Slav û rêzên rêzanên me ji te re bînim
Binêre li qada çarçira Qadî Mihemed
Binêre li barzan Mele Mistefa
Binêre li çiyayê dersimê Seyîd Riza
Binêre li ser sêpêyan li ber xeniqandinê Şêx Seîd
Binêre li Qostirmayê Seîdê Kurdî
Binêre li qada Hittînê Selaheddînê Eyûbî
Ji te bi hevî ne
Seydayê min, ez nizanim te çawa bînim ser zimanê xwe
Çûme Stenbola şewitî bi heftgir e
Li kolan û qadê bajarê şewitî geriyam, lê min tu nedî.
Ez çûm goristaneke bênav
Bêhna serhedê ji goristanê dihat
Li ber gora te sekinîm û min du hestirên bixwîn weşandin
Dilopên hestiran li ser gora te lê xençer di dilê min de
Ev çi ye dengek ji gora te hat.
Seydayê min şîretek wisa li min kir
“ Mamoste, xwendin xwendin xwendin desthevgirtin desthevgirtin desthevgirtin.”
Mehmet Bozkoyun
www.candname.com
DEST XWEŞ