Seydayê Keleş hin dîwanên giranbuha li pey xwe hîştine

Duh (19ê hezîranê) deh sal di ser wefata helbestvanê Kurd Seydayê Keleş re derbas dibin. Di meydana helbesta klasîk de, li Rojavayê Kurdistanê navê Keleş jî cihê xwe heye li kêleka navê kesên Tîrêj, Nûjen, Nûriyê Hesarî û gelek kesên din.

 

Helbestvanê Kurd Mele Hisênê Bizgûrî ango Seydayê Keleş di sala 1930î de li gundê Bizgûrê yê girêdayî Mêrdîna Serxetê hate ser rûyê dinyayê û di 18ê hezîrana 2007an de li Qamişloka Binxetê çû ser dilovaniya Xwedê û li goristana Qidûr Begê hate veşartin.

 

Wek piraniya helbestvanên Kurd, Seydayê Keleş jî zaroktiyeke dijwar derbas kir û derdê sêwîtî û bêkesiyê kişand û ew bi xwe li ser vê yekê dibêje: “Ez sêwî mam û kesekî min nebû. Hin merivên me hebûn guh nedan min. Sê sal qediyan ez dîsa li ber dîwaran mam. Wê çaxê ez hinekî mezin bûbûm û min dest bi kar kir. Ez bûm şivanê gundiyan. Min du bira û xweşikek hebû, lewma barê min di zaroktiya min de giran bû.”

 

Tevî vê jiyana zehmet û hejariyê jî, Seydayê Keleş hin dîwanên giranbuha li pey xwe hîştin bi navê: Em û Dijmin, Rêka Gel, Derdê Milet,  Ronahî, Xebat, Helebçe.

 

Herwiha Keleş guhdaneke mezin bi kelepor û folklora kurdî dikir û pirtûkek bi navê “Gotinên Bav û Kala” derxist.

 

Keleş bi kartêkirina Cegerxwîn û hizr û ramanên wî, da ser riya hûnandina helbesta klasîk bi naveroka nûjen. Keleş wiha li ser helbesta xwe dibêje: “Gotinên helbestên min sivik in. Seydayê Cegerxîwn qewîtî li min kiribû ez helbesta ku her kes jê fêm bike û bikare bixwîne, binivîsim. Helbestvan berê miletan didin zanînê. Helbestvan dibe aşiqê yara xwe, welatê xwe û gelê xwe.

 

Di helbesta “Kelemper” de, Keleş li ser gelê xwe dike nalîn û qêrîn û dibêje: “Kurdên me li welêt mane perîşan. Bêbav û xwînxwara milet tev şewitandin. Xortên me ji xew rabin werin hevdû bibînin. Da şopa neyar ji rojhilat bête birandin. Destên xwe bidin hev û bibin yek dil û perçe. Da riknê neyar tev li welêt bên herifandin. Mejiyê me bi zingarê genî hate veşartin. Pir sal û zeman jê re divên bê xeritandin. Kurdên me divê tevde ji vê xewê şiyar bin. Xwîna me divê li ser çiyan bête rijandin.”

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply