Seydayê Cegerxwîn û Parkirina Gwîzan di Lîska Serê Salê de

Gelek caran di şeva sersalê de li gundên Beriya Mêrdînê, zilamên gund li mala Muxtar kom dibûn û bi (Hingulîskê), li ser gwîzan, beniyên hejîran, mewîjan an xwarineke xweş dilîstin.. Dibêjin carekê li ser çewalek gwîz lîstine û seydayê Cegerxwîn jî di nav wan de bû. Piştî ku rexekî zoriya yê din biriye, ji Cegerxwîn xwestine ku ew gwîzan li wan belav bike.

Cegerwîn ji wan re gotiye: Ez wek Xwedê belav bikim an wek xwe? Lê vegerandine: Wek Xwedê.. Dibêjin; Cegerxwîn bi rêza zilama ketiye, yê hina du lib, yê hina çar kulim, yê hina kulmek, di ser hina re derbas bûye û nedaye wan.. Dibêjim dema ku Cegerxwîn wiha belav kiriye, yên kêm par qebûl nekirine, lê rabûne û gotine seyda em wilo qebûl nakin, ev çiye?!!

Cegerxwîn li wan vegerandiye û gotiye: Law! Mane min ji we re got, ez wek xwe belav bikim an wek Xwedê we got wek Xwedê.. Xwedê dide hina û nade hina.

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

ŞAHÊ ECEMAN, SILTANÊ OSMANIYAN Û MÎRÊ KURDAN

Min romana romannivîserê tirkê îslamîst Îskender Pala ya bi navê Şah/Sultan xwend. Di romanê de …

Leave a Reply