Seyda û Feqî

“Piştî xwendina van ayet û hedîsan, Feqî ‘Evdilla pê hesiya ku heyat û jiyana wî, ya Seyda û Milletê wî ne li gor wê heyat û jiyana ku ayet û hedîs dixwazin e. Wî qasî Feqî Evdilla pir xemgîn û melûl bû.

Feqî: Ax ax…
Seyda: Xwedê xêr bike Feqiyê min ev çi axîn bû te ji kezebê kişand?
Feqî: Wellah eger Îslam ewha be, ez li temamê heyata xwe tefekkur dikim, ez dinêrim ji sedî yekê Îslamê yan min aniye cih yan na. Eger ku anha Xwediyê van ayet û hedîsan rabe, ne min ne te bi muslumanî qebûl nake.
Lewra min ev axîn kişand. Îcar axîn ji me ra pir hindik e. Gerek em bigirîn û nekenin. Gerek lihêf û doşek me tehemmul nekin. Gerek xewa me biherime û em ranezên. Gerek rehetî bi me tahl be û eziyet bi me şêrîn be. Lewra îro dînê Îslamê di tarî û tengahiyê de ye û qanûnê kufrê hakim e Seyda.
Seyda: Feqî ‘Evdilla, Îslam behreka mezin e. Tu jî dibêjî ezê vê behrê têxim çengika xwe, lê beriya tu wê têxî çengika xwe, ew ê te di xwe da bixeniqîne.
Feqî: Seyda wellah xeniqandina di zikê behra Îslamê de bi min xweş e û ez jê narevim û natirsim.
Seyda: De rabe here metnê xwe bixwîne, dereng e li te. Tu jî dizanî evê dewleta me qanûna wê qanûna Îslamê nîne. Eger bi van gotinê te bihese, ne dihêle tu dersê bixwînî, ne dihêle ez dersa te bidim. Ev tiştekî zêdeyî quwweta me ye. Tiştê ku ji meriv neyê, ka meriv wê çi bike?

Gotinên Feqî ‘Evdilla rast bûn, lê ji tirsa mal û canê xwe Seyda lê nedibû gohdar…”

Ji çîrokeka medreseyên Kurdistanê gazinên feqiyekî xwîngerm ku dixwaze li dijî zilma dewletê şer bike û Seydayê wî yê ku bi rewşa xwe qayîl e û ditirse hertiştê xwe wenda bike ku serî hilde…

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply