SÊXIŞTÎ-6

1.
Kalo memire bihar tê.
Pîrê memire pincar tê.
Pirpar, tolik û qîbar tê.
2.
Pix kir kalê, kal tehisî.
Lew xwaribû nanê tisî.
Kete xwarê pîr reqisî.
3.
Kalê min jîr, pîra feqîr,
Wan vexwarî helalê şîr.
Nanê genim pîvaz û sîr.
4.
Ji bîr nakim ez şîrê dê.
Hêvî dikim ez ji Xwedê.
Li wê dinê ezab nedê.
5.
Ji bîr nakim qet lê dayê.
Wê tehdayê û cefayê.
Ta hebim ez li dinyayê.
6.
Ji bîr nakim keda bavê.
Tunebûnî bû wê gavê.
Giran bûn kar li vê navê.
7.
Qîza Fatê ji wê da hat.
Fatê lê da nûçik, lemat.
Anî serî xax, seysebat.
8.
Eyşê, Fatê çûn leqatê.
Çi qas pir bû wê mîratê.
Mela kir doza zekatê.
9.
Memê, Mihê çûn Êlihê.
Ji wê rabûn çûne Dihê.
Hingî germ bû revîn sihê.
10.
Kurê Xecê mamê Becê
Deyn kir pere j’xalê Necê.
Sala çûyî pê çû hecê.
11.
Şêx got mirîd ka te çi kir?
Divê mirîd bikin zikir.
Ji Xwedê ra bikin şikir.
12.
Hest nivîsîn tilîyên dest.
Pê dane der raman û qest.
Ta ez ji wan dibûme mest.
13.
Kompîteram bûyî bela.
Ma qey mirîyî bê sela!
Timî dibêm de ha yella!
14.
Dikim nakim nabe şîyar.
Derdê xwe jî nake dîyar.
Bûye mîna min extîyar.
Hemîd Hewrewî
Amed, 07.12.2020

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply