Şêxek, melayek, seyîdek û tasewasa desthilatdaran

Çend sal berê ez ji bo serdana dostekî xwe yê akademîsyen çûbûm Batmanê, me qerar da ku em hev li mala mamosteyan bibînin, ez derbasî hundir bûm min dît hevalê min û çend mamosteyên din xelekek çekirine û li ser mijarekê ketine qirika hev. Min ji bilî hevalê xwe kesekî din nas nedikir, piştî silav û destgirtinê hevalê min got; ka tu dibejî çi? Hûn dizanin gelê me gelekî dilgerm e, dikarin bê destûr dexîlî mijareke nazik jî bibin û dikarin te jî bi hesanî  dexîlî mijarê bikin. Mijar, gora Bedîûzzeman bû, gelo  gora wî çima ne diyar e? Melayek,  Xwedê zane bi çend sala ji min mezintir bû, bi kelecaneke mezin digot: ‘’Ustad wesiyet kiriye ku gora wî betaweta bibe da ku kesek nizanibe li ku ye, xwe neavêjin wî û nebe sebeba şîrkê’’. Bi rastî ev mela bi çîroka xwe ewle bû hingî ewle bû guh û çavên wî ji tiştê nû re girtî bûn. Piştî demeke kin mela jî heman pirs ji min kir. Ev civata zanayan bû mînakên xurt lazim bûn, min got: ‘’Gelî ehlê qelem û hibrê, ev ne mijarek rojane ye, mîjarek dîrokî, sîyasî, dînî, civakî û psîkolojik e. Heger hûn gotina min ne birrin ezê bêjme we’’. Camêran misade kir ez bi ser îdeolojiya mela û hevalên wî de vereşiyam:

Benîto Mussolînî dibêje: ‘’Karesata herî mezin ku dikare bi serê mirovekî de were ew e ku bawerî bi derewên xwe bike’’. Seydayê hêja, mixabin camîaya we êdî bawerî bi derewên xwe kirine.

Erê ev mijar dîrokî ye; qebra yekem ya windabûyî ne ya Mela Seîd e berî wî Nebî Îsa û Xelîfe Elî jî di gora xwe de ne stirîbûn.

Siyasî ye; Dewleta Romê wê demê şop û hebûna wî ji desthilata xwe re weke tehdît didît û betaweta kir. Hebûna Xelîfe Elî ji dewleta Emewî re tehdît bû niha qebra wî jî mixabin ne diyar e…

Dînî ye; Şopîner û mirîden wan di windabûna wan de avantajek dîtine lewra windabûn, yên mirî bêhtir xwedan esrar û efsun dike. Rêya derew û lê zêde kirinan vedike mesela gelek mezhebên mesîhî û şîeyan dibêjin  Nebî Îsa û Xelîfe Elî ne mirin e û dikarin bi hawara me de werin… Seydayê min ez bawerim tu jî carina xwe diavêjî Ustad Bedîûzzeman bo ku bi hawara te de were. Ev şaş e hawar tenê bi Xwedê tê kirin…

Civakî ye; Desthilatdaran xwestine ku şopên van mirovên bi bandor ji nava jiyana rojane bibin mesela qebra Siltan Şêxmus heye, diyar e, li wê mintîqê bi hezaran bi navên Şêxmus û Siltan keç û xort hene û wê her hebin. Meqamê pêxember Brahîm diyar e, li Rihayê bi deh hezaran navê Xelîl, Îbrahîm, Brahîm, durî cenabê pêxember Brahîm Îbo û Biro hene. Gelo li Rihayê çend mirov bi navê Seîd hene?

Û seydayê hêja ev mijar herî behtir psîkolojik e: Deruniya desthilatdaran bi wehm e ango bi tasewas e. Wehm çî ye? Ez bi mînakekê vekim; heger bixwazî yekî bê bandor bike tê destê wî girêde, ku bixwazî bêhtir bê tesîr bikî tê ling û çavên wî jî girêde, ku ne bes be tê devê wî jî girêde, heger bixwazî bi temamî bê bandor bike tê wî bikûjî. Raste mirovên herî jê zerar nayê mirovên mirî ne. Her çiqas em vê yeke dizanin jî hema bêjê em giş ji miriya ditirsin. Kêm mêrxas dikarin li nav goristanê şevekê tenê razê. Wehm ev e. Desthilatdar ji qebra Xelîfe Elî û Mela Seîd ditirsin lewra tenduristî ya derunî ya desthilatdaran ne dirûst e. Ji miriyan ditirsin.

Erê seydayê min ku tu hîn li ser fikra xwe bî, hê jî bêjî na, sebeba windabûna qebra Bedîûzzaman wesiyeta wî ye, min qebûl e bila ev wesiyeta wî be, de îja pirseka min heye gelo Şêx Seîdê Pîran û Seyîd Rizayê Dêrsimî jî wesiyeta windakirina gorên xwe kiribûn? Ka li ku ne gorên wan?

Kadir Karagöz-Basnews

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply