Şêx Mehmûd Berzencî û rewşa kurdan

Li gor belge arşiveke osmaniyan sala 1918 yê piştî Peymana Mondrosê ku Îngilîzan dest danî ser herêma Kerkûk û dorûbere Kerkûkê, Mensûr Begê Mûteserifê bajarê Silêmaniyê, dibînê ku rola osmaniyan li ser vî zemînî nemaye; erka muteserifiya xwe bi biryara xwe ya şexsî  dispêre Şêx Mehmud Berzenci. Di vê deme da li vî paytextê babaniyan, li gora orf û adetê bere Şêx Mehmud Hefîd “Neqib Eşrefê” vî bajarî ye.(1)

 

Piştî hingê, Dewleta Brîtanya dest daniye ser bajarê Mûsilê. Waliyê osmaniyan yê dawiyê Nûrî Beg li ser işgala bajarê Musilê raportek bi tarixa 04.11.1918 yê tenzîm kiriye. Li gora vê raporê nûfusa Mûsilê bi ekseriyet kurd nişan dide û dibêje, “weka ku bi ekseriyetêkê mutlaq (ji %80 ) kurd li vî bajarî cîbecîne işgala îngilîzan li gora şertên Mutarekeyê ne di cîda ye û xelet e.”

 

Wekil Waliyê Musilê Nûrî Beg dibêje: “ 18 navçeyên ku bi Mûsîl, Kerkûk û Silêmaniyê va girêdayî di 13 navçeyan da, yek ferdek tene ereb nînin. Di 5 navçeyan da jî nifûsa wan liser hev 21 hezara ye, ew jî ne xwediyê milk û eraziya nin, weke koçber xwe bi kurdan girtin e.”

Rapora Nûrî Beg dirêj e. Di vê meqaleyê da bi cih nabe, lê gotineke wî heye ku îdeolojiya îttîhatçiyan û dewama wê ya kemalistan tîne ziman: Wekilê Waliyê Mûsilê Nûri Beg dibêje:

 

“-İhtimala planeke îngiliz ya Dewleta Kurdistanê heye, li Kerkûkê bi kurdan ra runiştine xebera xwe kirine yek.  Mûsil bi girani di nava tuxubê Kurdistanê da ye. Eger Mûsil di deste îngilizan da bimîne wê kurd tehrîk bibin û li gor xala 24’ê ya mûtarekeyê wê li Bakur dawa mafên xwe bidine pêş.”

 

Di vê dîtinê da meriv dibînê ku osmaniyan gumana xwe ji ereban biriye, naxwezin kurd ji wan biqetin lê di programa wan da heq û hiquq û mafên kurdan nîn e. Kurd gereke di bine destê wan da êsîr bin.

 

Piştî van bûyeran osmanî terka Mûsilê û Kurdistana Başûr dikin. Roja 09.11.1918 ê îngilîz ji osmaniyan ra dibêjin bajarê Mûsilê terk bikin; Mûsil vedigirin û osmani pişta xwe didine Kurdistana Başûr. Hîç bi ber sonda xweya millî ku navê wê “ Sonda Misaka Milli ye” nakevin. (2)

 

Weka ku hemu âlem dizanê Kemalistana Şêx Mehmûd xapandin, nameyek ji Melikê Silêmaniyê ra, ji Kralê Kurdistanê ra rê kirin, mohra Hz. Muhammed li binî xistin, Quraneke Kerimê avzêrdayî jî jê ra hediye kirin û gotin: “- Em birayên hevên olî û dîrokî ne. Em birayên dînî ne. Em ê dewleta kurd û tirkan bi hevra ava bikin, Hîç xeman mexwe şêxê me, em desten te yê mibarek radimîsin.” Şêx Mehmud Berzencî jî cewaba nameya wan bi erênî da, name kete deste îngilîzan; a rast wê nameye Özdemir Paşa bi deste xwe da îngilîzan û Kurdistan eva sed sal in ku di bine enfalan û malwêranî û cendereyê da ye.

 

Şêx dest avête tifekê, bi tifekê bere xwe da dewleta îngilîz ku heya ev fersed hatibû ber linge Şêxê me yê sîlahşor; Dewleta Berîtanya 21 dewletan ji ereban ra ava kiribû, wê dewleta ereban ya 22 yê jî li Iraqê ava dikir. Gava meriv ne li gora aqil, li gor dil hereket bike encam ev e.

 

22 emîrên ereban itirazê li îngilîzan nekirin û tirkan nekarî wan bixapînin, Neqîbil Eşrafê bajarê babaniyan hate xapandin û berê xwe da wê dewleta ku osmaniyan êsîr girtibû.

 

Bêhisab, bêkitab, bêteftêş û bê keramet. Şêx Mehmûd Hefîd nehişt ku kurd bibine dewlet.

 

Wê bi bajarê Mûsil û Kerkûkê va temamê erda Kurdistana Başûr di sala 1918 yê da bibaya dewlet. Wê Bakur jî, aqil ji vê dewletê bigirta; qe nebe wê mafeke otonomiyê ji komara tirkan bigirtan û li Lozanê mafên xwe biparastana. Em ê nebûna ebdal û êsîr û xulamên xelqê. Hesabê me û kuçikan li ba dewleta tirk nîn e. We dît ku li Sûrê, li Cizîr û wan bajarên din qedrê me, qîmeta me li ba wan çî qeder e. Me dît, me xwe pîva û wezinand.

 

Sala 1991’ê weke hun jî dizanin dewleta Amerikan û hevalbendên Şerê Korfezê xeta 36’ê ji kurdan ra serbest kirin û gotin: “- Helbijardinekê çêkin, parlamentoya xwe ya federal ava bikin û di vê deverê da qedera xwe bi desten xwe tayîn bikin.”

 

Di van rojên helbijartina parlamanên Kurdistana Başûr da min bihîst ku Prof. Celîlê Celîl hatiye Ankara. Min jî Mela Ebdillah Warlı pirsa Mamoste Celîl kir, ji min ra got: “- Piştî mexrebê ezê te bibime cem. Piştî mexrebê min bire mala Parlamanê Bajarê Mêrdînê Mihemed Sîncar. Mamoste Celîl mêhvanê wî cenetmekanî, wî şehîdî bû. Mala Mihemed Sincar ji mêhvanan mişt bû. Zibeyr Aydar, Ali Yığıt, Nizameddin Toğuç û çend  parlaman û çend kesên din cemaet germ kiribûn.

 

Piştî xêrhatin li me dan, ji parlamanê Batmanê Mela Nizam ra gotin: “- Seyda dewam bik e.” Mela Nizam bere xwe da min got: “ Şakir abê me behsa helbijartina Başûr dikir, ji ber tu hatî ez ê ji serîva bibêjim. Em weke heyetek çobûne heya Silêmaniyê, me jî berê xwe da vê helbijartinê, me dît ku her kurdek bi îrada xwe, bi dile xwe, bi kêf û şahî çû ser sindoqê û dengê xwe bi rengekî demoqratîk  xebitandin. Di vê helbijartinê da fiftê fiftê KDP û YNK weke hev dengan girtin, di pêş da wê helbijartina serokan yani wê Mesûd Barzanî û Celal Telebanî bikevine intixabê, em dixwazin Celal telebanî kar bik e.” Min jî xeberê Mela Nîzam birî û got:

 

“- Li ser xêr û xweşiyê be. Di tarîxê da eva cara yekemîne ku kurd bi îrada xwe çûne ser sandoqê û bi dengen xwe parlamanên xwe bijartin û wê parlamana Kurdistanê bi îrada gele Kurdistanê bête avakirin û li ser vî esasî wê dewleta serbixwe ya Kurdistanê jî ava bibî.”

 

Gava ku min behsa Kurdistana serbixwe kir hema yekî ji cevatê ku him li sere civatê cî girtiye, him xwe di ser civatê da dibînê denge xwe bilind kir got:

 

”-Wê kî Kurdistana serbixwe ava bik e?” Min zanî ka ev pirsa wî camêrî kûderê hingavt, min jî tekemeke nekir, hema di cî da got:

 

“- Wê dewleta Amerikan û hevalbendên koalisyona pê ra dewleta serbixwe ya Kurdistanê ava bikin”.

 

Ewî dengê xwe bilindtir kir û waha got:

 

“- Heya niha emperyalistan ji kê ra dewlet ava kirin e.?” Min got:

 

“- Çiqas dewletên hatine avakirin û ez dizanim hemişkan emperyalistan ava kirin e. Hema ji Fas û Tunus û Cezayîr bigre were Iraqê heya ku îngilîz û Fransız xwe gihandine vêderê ji 20’î zede dewletên ereban ava kirin. Gava ku piyê îngil,z li Navçeya Kifra – ku bi Kerkûkê va giredayiye, li vêderê piyê îngilîzan –  kete erda Kurdistanê, di heman deme da komsêrên xwe şandine ba Şêx Mehmudê Berzencî, wî weke Kralê Kurdistanê naskirin.

 

Fersend sedsalan carek ya dikeve dest ya nakeve dest. Fersendek hate ber piyê Şêx Mehmûd, Şêx Mehmûd şerê dewleta îngilîz kir û hûn xwendevanên kurd wî weke lehengekî millî dinirxînin. Baş e. Qehremaniya Şêx Mehmûd çi da kurdan? Ew qehremanî nebû sebebe esareta me? Îro roj DYA û bi hevalbendên xwe va careke din hatine ber piyên me, em ê bo çî wan red bikin? Gelo em kîne? Em xwe di neynika dêwan da dibin in…”

 

Mixatabê min ku jêra digotin “ Doktor”, hebek xwe da hev, nerm bû, got:

 

“- Şakir abê, eva çend sal in me dersen marksizmê daye vê rêxistinê, em ê çawa ji wan ra bêjin wê Amerikan û emperyalist me rizgar bikin?” Min jî got:

 

“- Rêxistina we û gerîllayên sere çiyê ne ji bo xatirê Marks û Lênîn û Stalînan canên xwe dikin qurbanî, ew ji bo kurd û Kurdistanê xxîna xwe dirêjin.” Bi gotina min va Mela Nizameddin Toğuç got:

 

“- Şakir abê rast dibêje kurd ji bo welatê xwe, ji bo Kurdistanê canên xwe didin.” Yekî çoka xwe li çoka Mela Nizam da û bi dizî got: “- Tû çi dikî, teoriya Serok pûç dik e.”… Hema Seydayê Mela Nîzam xwe da hev û belkî tobe îstîxfar jî kir.

 

Mela Ebdillah Warlı xwest ku dawî li vê minaqeşeyê bînê, bere xwe da Celîlê Celîl got: “ Mamoste tû profesör î. Te li Sovyetê xwendiye. Ev Doqtor û Şakir gotubej kirin, ka raya te li ser vê bazarê çî ye?”

Celîlê Celîl got:

 

”- Herdûk teref jî rastiya me anîne ziman. Şakir rast dibêjê, di Şerê Cîhanê yê Yekem de fersendeke mezin hate ber linge Şêx Mehmudê Berzencî, diva ku linge xwe li vê fersendê nexista ba. Mafê wî tinebû kurdan bihêle bê dewlet. Bi raya min; ez dibêjim partiyek û dido û sisê bi tenê nikarin barê Kurdistanê pişt bikin. İhtiyaç bi gelek rêxistinan heye. Em muhtacê tifaqa millî ne. Divê em bibin yek ku em bikaribin ji binê barê Kurdistanê rabin û welatê xwe rizgar kin.

Ez dibêm ka emperyalîzm nema ye. Divê em hewçend behsa emperyalîzmê nekin. Emperyal heye. Emperyal çi dike? Otêlan û merkezên tîcaretan ava dikin. Bila Kurdistan ava bibî, bila sed otelên weke Şeratonê li bajarê Kurdistanê bêne avakirin. Ez îro li Ankara çûme Otel Şeraton min qehweyeke şîr vexwar, gelek wareke xweş bû.”

 

Di ser wê şeve da û wê minaqeşa me da 26 sal derbaz bûn. Em hatine vê rojê ku fersenda dewleteke kurd li Başûrê Kurdistanê hatiye ber piyê kurdan. Fersendek jî ewe ku kurdên Rojava gahane qonaxa federasyonê. Li Bakur jî wextê mizakereyan û tevgerên dîlomatîk e. Li Rohilat şerê rizgariyê destpê kiriye. Çavê dinyayê bi temamî li ser me ye. Gava em xeletiyan dikin dinya pişta xwe dide me.

Gelo bi çî aqilî rêxistinên Kurdistanê, Goran û YNK diçine Bexdayê, diçine ber piyê Abadî û Malikî, dibêjin em bi we ra nin. Em dewleta Iraqê parepar nakin û em li pêşberê dewleta serbixwe ya Kurdistanê ne. Me dewlet navê, me birayetiya ereban – ku 5 sent bi rihê me nadin – divê.” Ka bejin hîkmeta vê yeke çî ye?

Navê vê ne xweliliserî ye?

 Şakir Epödemir-Basnews

Têbinî:

(1)- Nekîbuleşref/ Neqîbileşraf meclisa eşrafên bajêr e. Her bajareke Kurdistanê ji terefê rûsipiyan va, bi taybet seyidan va meclisek dihate avakirin, bajar xwe disiparta vê meclîsê. Welew ku biyanî wî bajarî işgal kiribe jî ew meclis dikarin li ser navê bajêr biryaran hilgirin.

(2) – Proceedings of Conference on Kurds and Kurdistan in History – Kurds And Kurdîstan In Ottoman Perîod –Volume 1 Of 2 Per:309 – Sinan Hakkan Sempozyuma Zanqoya Selaheddin 16/18 Nisan 2013 sayfa 309 ERBİL – Sempozyuma Müşterek ya Artuklu û Selaheddin li ser navê “Kurd ûKurdistan levser deme osmanî da”. Nisan 16-18 2013 Hewlêr

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply