Şêx Behyeddîn û Birayê Xwe Şêx Xalidê Zîlan Şêrên Geliyê Zîlan bûn

Piştî hilweşandina împaratoriya Osmanî û guhertina wê bi Cimhuriya Kemalî di sala 1923 an de û bi taybetî piştî serhildana Şêx Seîdê Palo di sala 1925 an de û bidarvekirina wî û her 47 şêx û axayên Kurdan yên pêre, Kemalistan bi hovîtî berê xwe dan şêx û axayên Kurdan yên mayî; Ji berê ve, ew girtin, kuştin û sirgûnî Anadola rojava kirin û pêre jî tev tekî, hicrik û dibistanên olî yên wan şêxan girtin.. Vêca, ew şêx û ronakbîrên ku ji ber destê Kemalîstan filitîn û yên ku jiyana wan di metirsiyê debû, ji neçarî Kurdistana bakur li paş xwe hiştin û berê xwe dan nav Kurdên Binxetê û bi taybetî bajarê Amûdê yê ku ji kevintirîn bajarê Cizîrê ye û bajarê Qamişlo yê ku nû hatibû avakirin.

Ev herdu bajar û Beriya Mêrdînê ji sedê salan ve bi bajarê Mêrdînê ve girêdayî bûn. Wê hingê Binxetê di bin desthilatdariya Fransîzan de bû. Vêca gelekan ji şêx, mele, zanyar, rewşenbîr û axayên Kurdan xwe li bajar û gundên Beriya Mêrdînê girtin, bîr û baweriyên xwe wek ku dixwestin berdewam kirin; Mizgeft, tekî û hicrik avakirin. Yek ji wan kesên ku hatin Şêx Behyeddînê Zîla bû.  Şêx Behyeddînê Zîlan, birayê şêx Xalidê Zîlan bû, ji Şêrên Geliyê Zîlan bûn.

Piştî komkujiya geliyê Zîlan, Kemalîstan malbata Şêx Xalidê Zîla jî sirgûnî Anadola rojava kirin.. Di sala 1948an de şêx Behyeddîn bi herdu biraziyên xwe şêx Ebdulqidûs û şêx Mihemed kurên şêx Xalid digel zarokên xwe binxetî beriya Mêrdînê bûn. Destpêkê, hatin gundê Dadûşiyê, piştî pêleke nedirêj, çûn Şamê, xwe li welatparêzen kurdan wek Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî û yên mayî girtin.. li Şamê şêx Ebduqidûs çûye ber dilovaniya Xwedê û şêx Mihemed zîviriye welatê xwe Geliyê Zîlan. Şêx Behyeddîn, careke din ji Şamê zîvirî Cizîrê û li gundê me Doda, mizgeft û tekiyek ava kir û dergehê tobe û tewacê vekir.. Murîdên wî bi pirranî xelkên Amûdê, xelkên beriya Mêrdînê, Mehcir û Miqriyên Doda bûn, di gel xelkê gundên Gundik, Tilkêfê û Olçiya bûn. Xelîfeyê wî li Doda Xelîlê Hecî bû, li Gundik Hecî Ferhanê Çelebî bû û li Olçiya jî îzzeddîn bû, û bi navê Şêxê Doda hat naskirin..

Vê paşiyê ji ber berberiya di gund de, mal û tekiya xwe guhest bajarê Amûdê û ta niha mizgefta wî li bajarê Amûdê bi navê Mizgefta Şêxê Doda naskiriye. Piştî Amûdê, pêlekê li gundê Hazdê û bajarê Hesekê jî maye û careke din mala xwe barkiriye Şamê. Berî dor 45 salan ji niha ve, ji Şamê zîviriye Diyarbekirê û piştî vegera wî bi dor 5/6 salan çûye ber dilovaniya Xwedê û ew li goristana Diyarbekirê a li Seyran Tepe, ser rêka Farqînê hatiye veşartin. Rehma Xwedê li canê wî bibare.

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply