Sewzeyên herî kêmkalorî

Şînayî ne tenê ji bo tenduristiyê baş in, herwiha pirraniya wan bi kêmbûna kalorîna têne naskirin. Bi taybetî ji bo parêzê (diyet) jî şînayî gellekî bikêr in û mirov çiqasî bixwe jî, di warê qelewbûnê de bandorek neyînî li laşê mirov nabe. Li jêr em 5 cûreyên şînayiyan pêşkeşî we dikin, ku ji ber kalorînên hindik qelewiye bi xwe re nayînin:

Bacanên reş: Bacanên reş pirranî ji avê pêk tên. Di nava 100 gram baca reş de tenê 17 kalorîn hene. Lê belê bacana reş gellekî rûnhez e û rûn dikişîne nava xwe. Ji ber vê çendê divê mirov di dema qelandina bacanên reş de hindik rûn bikarbîne. 

Firingî: Di nava 100 gram bacanên sor de jî tenê 17 kalorîn hene. Taybetiyeke din ya bacanên sor ew e ku ji bo pergala xwîngerîna dil gellekî bikêr e. Sedema wê jî ew e ku di nava bacanê de madeya lycopin ya dijjehrî heye û ev dibe sedem ku laş ji gellek nexweşiyan were parastin. Lycopin herwiha di nava fêkiyên mîna zebeş, gundor û greypfurtan de jî heye. 

Xes: Di nava 100 gramên hemû cûreyên xesê de tenê ji 15 heta 20 kalorîn hene. Sedema kêmbûna kalorînên di nava xesê de jî zêdebûna avê ya di nava wê de ye. Xes ne tenê ji bo ziravkirina bejnê baş e, herwiha bandoreke erênî li pergala serifandinê jî dike. Bi vê yekê mîde û rovî baştir dikarin xwarinê biserifînin.

Xiyar: Taybetiyeke girîng ya xiyaran têhnkujiya wan ya di demsala havînî de ye. Sedî 95ê xiyarê ji avê pêktê. Di nava 100 gramên xiyar de tenê 12 kalorîn hene. Herwiha gellek vîtamîn di nav û di bin qaşûlkên xiyar de veşartî ne. Ji wê yekê, eger xiyar bêhormon hatibin çandin, pêwist nake ku were qeşartin û tevlî qaşûl were xwarin baştir e. 

Tivrên sor ên biçûk: Di nava 100 gram tivrên sor ên biçûk de tenê 15 kalorin hene. Tujiya tivrê jî ji bo tenduristiya mirovan gellekî baş e. Ew tûjiya wê bi xwe jî madeyek li dij mîkroban e. Bi xêra wê tujiyê gellek mîkrobên bi ziyan ên di nav rûvî û mîdeyê de tên têkbirin.

hawarnet.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply