Koma Xwendinê ya Amedê ku ji 15 rojan carek roman an çîrokek kurdî dinirxîne, vê carê di 14’ê Kanûnê da, romana Bextiyar Elî, “Êvara Perwaneyê” nirxand. Di vê gotûbêja li ser zoomê da bi tevî wergêrê ji soranî bo kurmancî, Bessam Mistefa, gelek mamosteyên Zanîngeha Çewlikê û xwendekarên lisansa ziman û wêjeya kurdî jî beşdar bûn. Jimara beşdaran bi qasî 25 kesî bû.
Di destpêka axaftinan da Ahmed Kanî, ji moderator Miraz destûra tomarkirinê xwest. Miraz, bi bixêrhatina ji endamên komê û mêvanan ra dest bi axatina xwe kir. Got ku ez dixwazim di serî da agahî derheqê şêwra me da bidim. Jibo ku beşdarên şêwrê jî bizanin şêwrên me çawa tên kirin. Behsa bi dorê mafê axatinê danê û nirxandinên wan ên derbarê romanê da kir; got, ger pirsen wan hebin dikarin ji Bessam Mistefa bipirsin. Bi piranî pirs di dawîya şêwrê da tên bersivandin. Miraz got, rûspîyê me Ahmed Kanî ye hema bila ew dest bi nirxandinên xwe bike. Jiber ku Ahmed Kanî kesên dihatin şêwrê beşdar dikir, got, ez ê paşê mafê axafitnê bigirim. Mem, mafê axaftinê girt û wiha axivî:
“Di serî da ez jî bixêrhatina hevalan û birêz Bessam Mistefa dikim. Berê jî min du pirtûkên Bextiyar Elî xwendibûn. Bi min xwendina wan her duyan xweştir bû. Dibe, jiber ku ev roman berî wan hatibû nivîsîn, di asta wan her duyan da, nebe. Ew her duyên din herêkbartir bûn. Yanî her nivîskar bi nivîsîna her pirtûkek qonaxa nivîsîna xwe bilindtir dike. Tiştê ku di vê romanê da xwendina min zehmetir kir, dirêjîya hevokan bû. Ez dixwazim vê dirêjiya hevokan wek pirsek arasteyê birêz Mistefa bikim, gelo nedibû ku hevokan kurt bikira an mecbûr bû ku rasterast wek soranî wergerîne? Lê ev pirtûk bêtir bi rêbaza realîzma efsûnê hatiye nivîsîn. Yanî min çêja realîzma efsûnê bêtir ji vê pirtûka wî girt. Me bêtir rêbaza realîzma efsûnê di bûyer û karateran da dît. Teknîka vegotina Bextiyar Elî dîyar bû, ger navê wî ne li ser pirtûkê ba jî dema min vê xwend min ê bigota ev ya wî ye. Ev jî di teswîrên xweş, navên xweş da xwe dida der. Wek mînak, Feredûnê melek, Nesredînê Bêhinxweş, Perwane û hwd. Ez nizanim ev nav li Başûr hene an na, lê li karakterên romanê hatibû. Miraz, xwest ji derveyî Mem her beşdar mikrofona xwe bigire. Yanî bi qelîteya xwe ev roman ji romanên cîhanê ne kêmtir e. Dema min xwend, “Tenêtîya Sedsalî” ya Gabriel Garcia Marquez hat bîra min. Yanî ne kêmî wê bû. Ev jî bitevî ku bûyerên realist ên sîyasî, wek şerê navbera hîzban û herwekî din vedigot, lê dîsa çêja edebî ya vegotina çîroka evînê di nava ciwana da ku dixwazin cihek ji evîndaran ra ava bikin û li wirê bijîn, nedikuşt. Honaka romanê jî pir xweş bû. Bi teknîka flashbackê hatibû honandin. Vegêran jî serkeftî bû. Vegêrê yekem, yê îlahî û sêyem jî hebûn. Bi hostatî hetine bicihkirin. Vegêr req nasekine. Ji hela redaksiyonê jî pirtûk serkeftiye. Jixwe bi piranî kitêbên Avesta wisa ne. Şaşiyên redaksiyonê kêm dikin. Çewtîyan bala min nekişand. Tiştê bala min kişand encama serboriya karakterên mêr nehatibû zelalkirin. Mesela, çi hat serê Feredûnê melek, Govend û Siyabendê balinde ne diyar e. Yanî bi min vala hatiye hiştin, em nizanin di encamê da çi bi serê wan da hat. Bi tenê em dizanin ku Nesredînê bêhxweş ji kuştinê rizgar bûye. Dibe ku ev tercîha nivîskar be. Lê Perwane û Midya tên kuştin. Perwane ji serî heta dawiya romanê her dixwaze neyê jibîrkirin. Heta wê dikujin jî qet tirsa wê tune ye, tirsa wê ya herî mezin jibîrkirin e. Bi min têbîniya nivîskar ew e ku evîna wan neyê jibîrkirnê. Min koda ew mêrê ku tê xewna Xendanê fam nekir. Çawa bêhna rîhanan jê tê, nivîskar xwestiye çi bide famkirin, ez tênegihîştim. Ger di vî warî da, wergêr an heval agahî bidin ez ê kêfxweş bibim.”
Piştî axatina wî, moderator Miraz, dîsa hişyariya mîkrofongirtinê da. Xecê mafê axaftinê girt:
“Dî serî da, bixêrhatina heval, mêvan û Bessam Mistefa dikim. Xwezî Bextiyar Elî jî kariba beşdar bibûna, jiber ku tiştên meriv ji nivîskar bipirse û ew bibersivîne ji wergêr bêtir in. Em dikarin tiştên teknîkî ji wergêr bipirsin. Mala wî ava be ku berhemek wiha gihand ber deste me. Min jî wek Mem romanên Apê min Cemşîd û Qesra Balindeyên Xemgîn berî vê romanê xwendibûn. Bi min jî ew ji vê serkeftîtir bûn. Ev romanek zehmet bû, çawa zehmet bû. Hem bi teknîka xwe hem bi bûyerên xwe zehmet bû. Em wek civaka kurmancîaxêv bi sed salan e ji soranîaxêvan cuda ne. Helbet em ê negihîjin hemû kodên vê romanê. Kodên ku li başûr baş tên zanîn dibe ku li bakur baş fêm nebin. Vê jî têgihîştinê zehmet dikir. Dema behsa realîzma efsûnî bikin, di edebiyata kurdî da Bextiyar Elî tê bîra me. Jiber ku di romanên xwe da bi serkeftî bi kar anîye. Di vê romanê da, vegêr ji serî heta dawiyê Xendana Biçûk bû. Demeka kronolojik tune ye. Lê di romanê da demsal hebûn, bi demsala biharê çîrokê dest pê dikir û ber bi zivistanê va diçû. Bihar demsalek xweş e, her ku diçû çîrok ber bi demsala zivistanê ve xerabî derdiket holê; jixwe Perwane û hevala xwe rojek zivistanê li ser berfê tên kuştinê. Wek demê demsal hatibû bikaranîn. Karakterên balkêş hebûn. Gelek karakter hebûn. Bi min karaktera metê wek temsîla zilma herêmî dikir. Yanî zilim ne tenê ji derva ve tê, belbî em bi xwe jî li hev zilmê dikin. Di romanên herî dawî da, ya girîng ew e ku nivîskar mudaxeleyê nava romanê neke. Di vî warî da nivîskar serkeftî ye, zede mudaxeleya metnê nekiriye. Bi min tenê di du cihan da mudaxeleyê nava metne kiriye, yek jê di mijara edebiyat çi ye da ye ku di sere romanê da dibêje divê hemû çîrok û bûyer bên nivîsandinê. Ya duyem jî li ser nivîsandinê ye. Di dawîya romanê da dibêje tiştek ku bê nivîsîn dimire an neyê nivîsîn dimire. Ev mudaxeleya nivîskar e. Wekî din karakteran azad hiştibû, mudaxeleya wan nekiribû. Sembola perwaneyê bala min kişand. Navê pirtûkê jî Perwane ye. Gelo çima vî navî hilbijartiye? Ez meraq dikim. Di sahneya ku kitêbxane bo lêgerîna li Perwane û Feredûnê melek, tê şewitandin perwane difirin û Xendan, Fetane dema li Tobexanê dixebitin perwaneyan di nava kitêbanda vedişêrin, ev dibe sira wan. Min li ser vê sembolê hinek lêkolîn kir. Mesela Dalî(?) jî di wêneyên xwe da perwane bi kar tîne. Ez fikirîm dibe ku ev metafora guherînê be. Karektera ku navê xwe li romanê kiriye jî li hember sîstemê, qanûnên ku hene û qebûlên civakê serî hldaye. Jiber vê sedemê heta dawî jî civat dikeve pey Perwaneyê bo wê ji holê rake ku zarokên wan nedin dû riya Perwaneyê. Ez dixwazim li virê pirsek ji Bessam Mistefa bikim. Di hin cihan da him perwane him jî perperik an pinpinik bi hev ra hatibûn bikaranîn. Gelo di soranî da nuansa van bêjeyên hevwate heye an jî ji ber çavan revîyabû? Ez vî tiştî meraq dikim. Wekî din distopyek heye di romanê da, ew halê civatê bi xwe ye ku nivîskar ava kiribû. Ew, bi sehneya qurbanê ra dest pê dike ku di nava bajêr da xûn diherike. Cihê din jî ku hin kes wek aşiqistan lê hin kesên ku li pey Perwane ne jî wek cihê zinê bi nav dikin ütopya bû. Bi ya min heta beşa 22yan jî meriv digot qey nivîskar bêhîvîye. Perwane hat kuştinê, Xendana biçûk li tobexaneyê guherî, filan û bêvan. Lê di beşa bi navê “dawî”yê da, nivîskar wek ji xwendevan ra bibêje, li virê rawestin, we digot qey nivîskar bêhêvîye. Binêrin nivîskar ew qasî jî ne bêhêvî ye. Hemû ew kesên ku dixwestin keçên wan herin tobexaneyê û êrîşê Perwane dikirin, ji welat derketin û terk kirin. Lê Xandana biçûk a ku li pey fikra Perwaneyê diçû, bi min jixwe Perwane bi xwe jî fikrek bû, fikir an baweriya bi guherînê bû, ne kesek bû; bûn xwediyê welat. Tobexane ji holê rabû. Dîsa dibêjim, ew daristana ku evîndar lê kom bûn utopya bû, lê cihên ku jê êrîş dihatin ser aşiqistanê jî destopya bû. Yanî destopya tiştekî li hemberî guherînê, temsil dike. Di romanê da gotina Yezdan û Xweda jî di romanê da hebûn ez dixwazim vê jî ji Bessam bipirsim, gelo di nav gel da jî her du tên bikaranîn, an nuansek heye di navbera wan da?”
Dîsa moderator daxwaza mîqrofongirtinê kir. Got ku mêvanê me jî pir in ger yek ji wan bixwaze biaxive bila kerem bike. Ahmed Kanî ket navberê û wiha got:
“Bi rastî îşev di nav me da mêvan zêde ne. Ji wan yek jî hevalê min ê ku me bi hev ra kovara Wêje û Rexneyê derxist, heye. Niha jî li zanîngehê di beşa lîsansê da, dersa ziman û wêjeya kurdî dide. Ez dubare ji wî ra dibêjim tu û xwendekarên xwe bi xêr hatine şêwra me. Wî gotara xwendekara xwe Merwe Şivan bi me ra parve kir. Ger destûra hevalan hebe, ez dixwazim ew li ser gotara xwe ya derbarê “Êvara Perwaneyê” da, hinek biaxive. Heta ew dest bi axaftina xwe dike, ez dixwazim ji mamoste Xezala ku nû beşdarî komê bû, ra jî bibêjim, tu bi xêr hatî.” Merwe jî wiha axivî:
“Bi silavdayîna ji herkesi ra dest bi axaftina xwe kir. Ahmed Kanî, pirsa malpera “Gavên Çalepûka”yê kir. Got, gelo çima meriv nikare hemû gotara te li wirê bixwîne? Wê jî got ku bi tenê rûpelek bo agahîyê li wirê hatiye tomarkirin. Wiha domand: Ez bo mamosteyên xwe Omer û Prof. Dr. Zahîr ra jî silavên xwe pêşkêş dikim. Derbarê gotarê da naxwazim zede biaxivim. Jixwe koma we xwendîye, Mem û Xecê jî behsa çîrokê kir. Di serî da dixwazim ji mamosteyê xwe Omer ra spas bikim. Çunkî bi saya handan û wêrekdayîna wî ev gotar hat nivîsîn. Lê bi kurtî dixwazim têgeha “realîzam efsûnî” rave bikim. Wek tê zanîn sê şertên realîzma efsûnê hene. Yek jê divê rastiyên jiyanê û bûyerên efsûnê ku tên vegotin, li hev bikin. Me di gotara xwe da jî nivîsî ku cara ewil wek rêbaza edebî li Amerîkaya latînî hatiye bikaranîn. Di edebiyata kurdî da jî Bextiyar Elî bi awayek serkeftî romanên xwe bi hêmanên realîzam efsûnî ve nivîsîye. Rastiyên jiyanê û bûyerên efsûnî bi rengekî balkêş bi hev ra honandiye. Dema em romanê dixwînin dibînin ku jiyana rasteqîn a başûr di salên 1980-90î da bi bûyerên efsûnî honandiye. Em di gotarê da li ser meseleya karakterîzasyonê, yanî nivîskar karakterên xwe çawa karaterîze kiriye, bi awayek hûrgilî rawestiyan. Em dibinin ku karaktera Perwaneyê karakterek serhildêr e. Li hember tundiyê radibe û berê xwe dide cihek muxeyel. Ji vê hêlê ve ew karakterek yek alî û dûz e. Lê Xandan ne wisa ye. Dema çûna Perwaneyê, helwesta wê fam nake. Lê paşê têdigihîje ku Perwane mafdar bû here. Ji ber vê rewşa Xandanê jî meriv kare bibêje ku ew karakterek gulover e. Paşê jî me meseleya vegêran, bikaranîna zeman û mekan nirxand. Zeman û mekan ne wek pirtûkên klasik e. Di pirtûkên klasik da bûyer li dora zeman û mekan diherikin. Lê di vê romanê da girîngî bi karekteran ve hatiye girêdan. Yanî karakter çi hîs dike, di nava wî/ê da çi derbas dibe ra zeman derbas dibe, diherike. Mekan jî bi vî awayî ye. Li gora hîsên wan diguhere. Wekî din ez karim çi bibêjim? Bi rastî salek berê min ev gotar nivîsî, li ser karekterîzasyon, vegêr, zeman û mekan ew qasî hat bîra min.” Ahmed Kanî, mala te ava be, te bi vê pêşkêşa xwe şêwra me rengîn kir, got. Mamoste Miraz bibore ez ketim navberê, êdî kar karê te ye. Miraz jî malavatiya Merwe kir û got, hevalek ku di dorê da amade ye bila kerem bike. Seyhan mafê axaftinê girt û wiha axivî:
“Merheba ji we hevalan ra û ji mêvanên me ra. Dema meriv pirtûkê digre destê xwe, dest bi xwendinê dike, dibîne ku Xandan dest bi çîrokê dike, wê demê meriv dizane çîrokbêjek heye dê ji me ra çîrokek bibêje. Di serî da gava dest bi vegotinê dike, di meha nîsanê da, di cejna qurbanê da xwîn tê rijandin. Ev rewşa bixwînî nivîskar bi fikrek nivîsîye, lê her xwedevan li gorî fikra xwe, dikare tiştek lê bar bike. Li gor min ev yek heye, em çend beşdar li vir in her yek bi awakî şîrove dike. Çejna qurbanê bi xwîn e. Di nava xwînê da bav û bira hene. Li gorî min ew temsîla desthilatdariyê ne. Bav di malê da sermiyan e. Lê dê avakar e. Perwane kesek e ku dixwaze ji malê derkeve. Perwane vê daxwaza pêk tîne û diçe. Met heye, ez nizanim temsîla çi dike. Keçên metê jî bi xwe da dimîzin. Ev jî ji tirsa li ser wan tê. Xandan jî berî ku bikeve tobexaneyê jê ra digotin, “şeytan” ku ev jî wek temsîla serhildanê bû. Jiber serhildana wê wek şeytan hatiye binavkirin. Li hember şeytan pêxember û Xweda hene lê ne wek olî ne. Min bi xwe wisa nenirxand. Perwane dibêje ez berpirsê çarenûsa xwe me. Reşbûn gelek derbas dibû. Lê pir ne diyar bû. Neynik jî sembolek bû. Ji wan tê sendin ew dibe sembola jibîrkirinê. Meriv kare bi her awayî şîrove bike. Şîrove helbet cuda ne. Midya jî bi sembola lal bûnê derketiye. Xwedanas bi qur’anê derdiket. Xewn jî nişana binheşiyê ye. Xewn wisa tê şîrove kirin. Perperîk hebû herî zede bo evîna xwe, xwe dişewitîne. Dibe ku jiber vê hatibe hilbijartin. Yanî Perwane bi vê nîyetê bûye mijar. Li ser jibîrbûnê ye. Ez zêde nakim, heval pirin.” Miraz, mala te ava be, got. Ahmed Kanî deng li Şukrî kir got, kerem ke. Şukrî wiha got:
“Ez dikarim bejim mekan başûr e, dem jî salên 80yan in. Bala min dikişand dem kengê ye. Lehengê romanê Perwane û hevalên xwe çûne daristnê jiyanek meşandine. Gelo ew kû derê ye? Ger wergêr bersiva vê bide baş dibe. Em nivîskar nas dikin. Me çend pirtûkên wî xwendin. Meşhûr e, ji başûr e. Kesek qedirbilind e. Me gelek ji pirtûkên wî hez kir. Pirtûkên wî hûrûkûr û berfireh in. Fikrên xwe bêsînor dinivîse. Di vî warî da jî romana “Apê min Cemşîd ku bê ew li ber xwe dibir” mînakek balkêş bû. Geh li rojhilat, geh li başûr, geh li bakur û tirkiyeyê difiriya. Bi vî awayî gelek diyaran bi me da nasîn û rewşa civatan jî me ra digot. Meriv romanên wî yên din jî wisa dibine. Yanî sînorê cihana nivîskar tune ye. Yanî li her derê digere. Hûrbûn jî bi gelek hûrbînî difikire û dinivîse. Min bi xwe nivîskarek wisa nedîtiye. Cara ewil ez Bextiyar Elî bi vê awayê dibinim. Jiber vê serkeftî ye. Mijarê romanên wî bi piranî li Kurdistanê, kuştina jina ye. Ji aliye mêran va kuştina wan bi êş e. Perwane û hevala xwe li ber çavê gel tên kuştin. Ev êşek mezin dide min. Xwîşkên wan Xandan û Fetane jî li kuştina wan temaşe dikin. Ev gelek bi êş bû. Li mala Pîr Mûsayê Xezalnas tên girtin. Çawa hatine girtin ne diyar e. Rewşa Nesredînê Bêhnxweş ne diyar e. Ew paşê wenda dibe, keçik tên kuştin. Ez dixwazim pirsa cih bikim gelo rasteqîn cihek wisa heye? Pêşmerge hene, koçer hene. Li başûr derên wiha hene wek newala zînekaran? Navê Perwane jî nevek balkêş e. Jiber ku emrê wan kurt e hatiye hilbijartin. Nikarin birevin û tên kuştin. Ez dixwazim gotina wê ya jibîr nekin bibêjim. Ev êşên giran in, em naxwazin êşên giran bixwînin. Hinek aliyên xweş jî hene aliye xweş dixwazin. Spas dikim, bimînin di xweşîyê da, êvar baş.” Mamoste Huseyin mafê axaftinê girt, wiha got:
“Merheba ji we ra, merheba ji wergêr ra. Ev roman e, dema em lê bigerin dibinin ku ev roman e. Heval dizanin ez ji vê terzê hez nakim. Lê min ji vê hez kir. Me çendên din jî xwendibû ev ya herî serkeftî ye. Mijara kiriye du beş, yek kesên gunehkar û kesên tobekar yanî dualîzm heye. Kesên gunehkar ew kesên li aşiqistanê ne. Yên li hember wan jî kesên tobekar in. Ez bi dîmena ku cil û pirtûkên keçikan dihat şewtandin, pir xemgîn bûm. Ya Mesûme jî bi bandor bû, dema ji Siyabendê balinde direvîya. Lehengên xurt û yên qels pir bûn. Min digot gelo ev xurt an qels in, min meraq dikir. Mesela meta Perwane gelo xurt an qels bû ez tê negihîştim. Metafor û sembol gelek bûn. Lê hinek be jî dersdayîn hebû. Lê xweş li hev anî bû. Rûpela 118 soranî mabû gelo bo çi min fam nekir. Xwezî bi têbinî ba jî agahî hebûya. Xandana piçûk tenê bi xeyalî an rasterast bi mêrek ra raza min fam nekir. Jixwe ev jî taybetiya efsûnî ye. Belê ew qas mala we ava be.“
Remzîye mamoste, mafê axaftinê girt, wiha got:
“Merheba ji we hevalên ezîz û mêvanên hêja ra. Hûn bi xêr hatin. Nivîskar xwestiye bi awayek efsûnê binivîse û nivîsîye. Gunehê Perwane û Medyayê, xwîşkên wan ên biçûk, Xandan û Fetane dikişinin. Ji xwe ev karê han wiha ye. Roman tev xeyal e. Huseyin pirsî got gelo Xandan bi rasteqînî ket nava cihê mêrek an an? Ew karê efsûnê hemû xeyal in. Hevok pir dirêj bûn, Mem jî gotibû. Ev rewşa ha meriv diwestand. Perwane dibin toz, ev jî efsûnî ye. Perwane tê kuştin, lê dibêje perperîk jê difiriyan. Her ku perperik dimirin jî zêde dibûn, li dinyayê diman, ev jî awayê nejibîrkirinê ye û wê nişan dide. Ez bawerim her kesê peyama wî girt. Me berê jî Hinara dawiya dinyayê û Apê min Cemşîd xwendibû, xweş bûn. Şev baş.” Mamoste Ehmed mafê axatinê xwest û bale kişand ser mamoste Xezal. Mamoste Xezal jî wiha axivî:
“Merheba hevalino! Ev cara yekem e ku ez beşdar dibim, ev jî pirtûkek zehmet bû û dereng gihîşt ber deste min, min neqedand. Spas dikim.”
Mem got, ez dixwazim tiştek din bibêjim. Bi min di vê pirtûkê da nivîskar neheqî bi karakterên xwe ra kiriye. Ji ber ku piraniya karakterên xwe li dinyayê diğerine. Lê di vê romanê da nekiriye, wanli dunyayê negerandiye. Bi tevî ku Feredûn û Perwane dixwazin bigerin jî wan negerandiye, ev ne bû. Dawiya dawî derketin lê neçûn derek dinê. Ew karakterên derdikevin têk diçin wek Masûme, bi min qebehetek mezin kir. Bi êrîşkaran re alîkarî kir. Yên dixwestin bigerin têk çûn. Lê Xandan, bêyî tevgerek bike bû xwediyê her tiştî. Gelo temenê eşqê pir kêm e?
Miraz, Bessam Mistefa nîşe girtiye, em dikarin guhdarî bikin. Lê ezdixwazim hinek li ser wergerê, hinek tiştên kurt bejim. Ez dibêjim, di wergerê da pirsgirêk hebûn. Bi taybet gihanekên lê û jî bi pirsgirêk bûn. Xwendin radiwestandin. Yanî digot lê û bûyer wisa didomîya, divîya ku piştî lê bûyer biguheriya. Ez bawer dikim dê wergêr agahî bide me. Bi tenê di bikaranîna gihanekan da pirsgirêk hebû. Saeta Bessam Mistefa xweş be. Ev berhema xweş gihand ber deste me.
Di navberê da Sevgula endama komê silav da hevalan, got min nexwendiye, ez tiştek nabêjim.
Bessam Mistefa:
“Merheba ji we ra, min jî dixwest nivîskar li virbûya, lê ji ber karûbarê xwe nikarî beşdar bibe. Hinek hevalan got hevok dirêjin wek Mem gotî. Rast e, lê min hewl da ez kurt bikim. Hevokên soranî bi qasî rûpelek bûn. Hin hevalan got kêmasî hene, rast e her wê kêmasî hebin, min jî xwest redaksiyon û edîtoriyek xurt bihata kirin, lê mixabin Kek Abdulah Keskîn ew qasî karibû. Bikaranîna bêjeyên hemwateyî ne şaş e. Ev dewlemendiye. Ez hewl didim bêjeyên hevwate hebin. Ez dixwazim ji hemû herêman bêje hebin. Dema yek ji Xorasanê an Farqînê jî kesek bixwîne fam bike. Min digot qey wê rexneyên di cih da bên kirin, lê mixabin hin kesan rexne wek meriv bi mîqroskopê li şaşiyan bigere, fêm kirine. Helbet hinek şaşî çêdibin. Hevalan hin caran sirf li ser şaşiyan rawestiyan ew ne rast e. Hevaleka ji zanîngehê nivîsek hêja pêşkêşî me kir. Mala wê ava be. Divê em ji soranî jî haydar bin. Wek li cihê niha meriv kare esta jî bikar bîne. Hin hevalan pirsa mekan kir, belê her bi rastiyê va girêdayî ye. Mesela Apê min Cemşîd bifire jî her bi benekî bi xwarê ve girêdayî ye. Ez dixwazim hinek jî li ser çavnebariya kurdan rawestim. Mesela rêzefîlmek tirkî bi qasî sed beşan diweşe kes rexne nake. Lê dema pirtûkek bi kurdî dertê bi sedan rexnegir êrîşê wê pirtûkê bi neyînî dikin. Ez dixwazim gotina Şêrzad Hesen a ku dibêje, Bextiyar Elî hêja ye ku xelata edebî ya nobelê bigire li mixabin ew kurd e. Kurd jî ji kesên jêhatî hez nakin. Yanî dijminê wî kesê jihatî ji dostên wî zêdetir in. Ez jî dibêjim her kesek ji me kewek di nava wî da ye. Yanî dijmintiya qewmê xwe, bi metafora kewê dixwazim bînim zimên. Heta em wî kewê nava xwe nekujin, em nagihîjin ti tiştî. Yanî mebesta min ne ew e ku em şaşiyên xwe veşêrin, lê divê em aliye xwe yê serkeftî jî bibînin. Helbet dê kêmaniyên wergerê jî hebin. Hin kes dibêjin çima werger ne motemot wek eslê xwe ye. Werger wek eslê xwe nabe. Niha ez jî çîrok û helbestan dinivîsim. Bawer bikin, bi qasî wergerê zehmet nabînim. Werger girêdayê zimanê nivîskar e. Werger ji nivîsandinê zehmettir e. Helbet rexneyên di cih da jî hene, min gelek nîşe girtin. Min gelek sûd ji axaftinên we girtin. Lê hinek jî hene dibêjin em “ku” ji kurmancî bavêjin û xelas. De baş e, em “ku” û nizanim çi ji kurmancî bavêjin çopê, ew ê çi bikeve kîsê me. Her nivîskar jî wek hev nanivîse, her yek stîlek wî heye. Bi rastî meriv kare gelek biaxive, lê ez naxwazim zede dema we bigirim Kekê Ahmed û hevalên hêja.” Ahmed Kanî, Kek Bessam ez dixwazim pirsek bikim, di vê romanê da, nivîskar, behsa semaya bakur a ku radihêjin kêrek/çekuyek û derdikevin holê, dike. Gelo çawa haya wî ji lîstika “eware” çê bû?
Bessam, belê meriv kare gelek sihbet bike, lê wek hûn jî dizanin dema me tevan jiber karûbarê me kêm e. Ez bi kurtî dixwazim behsa haydariya nivîskar ji bakur bikim. Ez dixwazim mizgînîya romana wî ya dawîn bidim ku li ser bakur e. Bi navê “Dagirkirina Tarîtîyê” ye. Ev roman li ser qedexekirina zimanê kurdî li bakur e. Bi rastî romanek giranbiha ye. Di nava dîyalogê da Bextiyar got xwezî ev roman berê bi kurmancî bihata çapkirin jiber ku li ser bakur e. Roman bi qasî 700-800 rûpelî ye.
Ahmed Kanî, ez hêvî dikim heta roman çap bibe, nivîskarê hêja Bextiyar Elî bi vê romanê xelata edebî ya nobelê bigire.
Bessam Mistefa, bi rastî jî Bextiyar Elî romanên di asta herî bilind da dinivîse. Em bi hêvî ne ku dê rojek li cîhanê bi qasî vê hêjabûna wî, ew dê bê nasîn. Ez bo vê şêwra we spas dikim.
Miraz, hevalino ku gotinek we ya dawîn tune be, em ê dawî li sihbeta xwe bînin. Em jî ji Kek Bessam ra spas dikin ku vê berhema hêja gihande me kurmancîaxêvan. Ji Bextiyar Elî ra jî saps dikin ku berhemek ew qasî hêja nivîsîye. Li virê şêwra me bi dawî hat. Bimînin di xweşîyê da.
**
(Têbiniya Diyarnameyê: Wekî malper em dil dikin encamên ji komên şêwrê derkevin bêne dîtin. Ji bo vê em dixwazin belav bikin. Vê jî di vê çarçoveyê de em diweşînin. Me dest nedaye vê nivîsê. Em sipasiya Ehmed Kanî û Koma Xwendinê ya Amedê dikin û serketinê bo wan dixwazin.
Komên şêwrê yên din jî her ku encamên civînên xwe bişînin emê biweşînin. Diyarname)
Amadekar: Ehmed KANÎ-Diyarnme