Duşem , Rêbendan 21 2019
Home / Galerî / Stran / Şewq û şemalê dida bejn û bala te Edulê!

Şewq û şemalê dida bejn û bala te Edulê!

Strana Edûlê ya bêhtir bi dengê nemir Gerabêtê Xaço heta roja me hatiye, mîna duetekê hatiye hûnandin. Stran mînakeke balkêş a hêza gotinê, mubalexa û hîcw e. Bêgûman dema Edûlê tê gotin, yekser Edûlêya keça Temir Paşa, serokê eşîra Mila ku dil ketibû Derwêşê Evdî yê Êzîdî ji eşîra Şerqiyan, tê hişê mirov.

Lê belê “Edûlê” ya Gerebêtê Xaço dibêje, berhemek e ku pîvana hezkirinê ya jineke Kurd radixe ber çavan. Bi gotineke din, di stranê de tê piştrastkirin heger jina Kurd hez ji kesekî neke, mal û mewdan, paye, hêz û erk çi dibe bila bibe, kesê mijara gotinê amade be çi berdêlê bide bila be, wê encamê negire.

Tevî çîroka stranê, hûnandina wêjeyî, bilêvkirina tenikiya hestan, teşbîh û ravekirinên erdnîgarî û jiyana serdema stranê rengîn, têr û tije ye:

Lê lê Edûlê mala babê xerabê

rojka me avêtî kanê ne dûr e

Şewq û şemalê dida bejn û bala li fistanê te Edûlê

Herê dibê berfa Nîsanê, Kaniya Qube di Resûle

Bi gotinên li jor stran bi pesindayina lawik dest pê dike. Hevqasî di bin bandora bedewiya Edûlê de maye beranberî ramûsaneke wê, heger, “xwîna heft mêr û mêrxasan li bavê wê be” jî dema ‘ramûsanekê bi ser can û cesedê” wî de berde; amade ye “berdêla heft xwîna mêran û mêrxasan” ramûsanê qebûl bike.

Di dewama stranê de jiyaneke gelekî xweş û balkêş ji bo Edûlê pêşniyaz dike. Jiyana pêşniyaz dike; bi hêza gotinê mîna tabloyeke ji destê resamekî derketibê radixe ber çavan û wiha dibêje:

Ez ê bi çepilê Edûla xwe bigirim birevînim,

ez ê biavêjime mala Cemîl Axa, cem Mîrê Gurdilan

Em ê ji sibê heta êvarê bikin rav û nêçîrê

Bara şevê em ê rûnên bikin agirî daran

Serê sibê em ê rabin bixwin goştê şalûl û bilbilan

Piştî vê, ew pêwist dibîne careke din bi gotinên giran, bi îdayeke mezintir nîşan bide ka çiqasî bi biryar e di hezkirina xwe ya ji bo Edûlê de. Lewra vê carê jî me ji tabloyeke bedew dibe nava şerekî mezin. Şerê mezin ji bo ravekirina biryardariya zexm û asta bilind a evîndariya xwe ya ji bo Edûlê bîne ziman. Bi ravekirina tabloyeke şer nîşandana evîn yan xwesteka ramûsanekê ancex hevqasî xweş dikare were gotin:

… De bila heft bav û birakê te evdala Xwedê

siwarê hespan û zîna bin

De bila bi şûr û xenceran li ser can û cesedê min peya bin 

Bila av û xwîna min û te temam

di delavê Belcûka şewitî de di nave hev û din de rabe

Ez ê qesem dikim bi navê Xwedê

Ez ê devê xwe ji xala gerdênê hinarê rûkê te bernadim …

Li ser van gotin, îdîa û biryardariya mezin Edûlê helwesteke balkêş nîşan dide. Wî red dike, ne tenê red dike her wiha wî biçûk dike.

Her wiha rêbaza redkirina Edûlê hîcw û mîzaheke veşartî jî di nava xwe de diparêze. Bi bersiveke kurt Edûlê xwediyê gotinên evqasî mezin, biryardariya evqasî zexm bi erdê re dike yek:

Edûlê digot de nabê nabe,

heşaşo nabe

De bila ava Xêbikê û Xebûrê mala xwedî şewitî

Di neqaba min û te de rabe

Sabûna Himusê, Hemayê û Cizîra Botayê, Bexdayê

bila bibe kef û birince tê de rabe

Ez ê herin ber avê cemidî hinar(k)ê sorî gulî bişom 

Dikim nakim ti car û ti car kef û kinca devê te jê safî nabe lo…

Ji gotinên Edûlê çend encam derdikevin. Ya yekê, ji ber bi gotinên biçûkxistinê yên Edûlê dibêje stran bidawî dibe. Rastiya ku ev kes ne xwedî kesayetiyeke hevdengî gotinên xwe ye. Yanî Edûlê bi yek carê rastiya wî dibêje û wî têk dibe.

Ya duyemîn ew e ku mêrek çiqasî pesnê xwe bide, bila bide, heger jina Kurd wî nexwaze wateya van gotinan tine ye û dikare wî têk bibe û red bike. Di çend mînakên din ên stranan de me qal kiribû, heger evîna jina Kurd hebe wê demê yê jê hez dike heger çiqas mirovekî lawaz jî be, jina Kurd dikare wî bilind, mezin bike.

Encameke din jî ew e ku dengbêjê  yan kesê ev stran afirandiye du karekterên xeyalî afirandine. Her wiha di ser van karakterên xeyalî re jî duetek a tije îronî û henek bi cih kiriye. Yanî hinceta ku geştekê li nava xwezaya Kurdistanê û deryaya wêjeya Kurdî pêk bînê, afirandiye. Sedem çi dibe bila be “Edûlê” stranek têr e ku hest ên xweş bi mirovan re diafirîne.

Azîz Ogur

12.12.2018, Yenî Ozgur Polîtîka

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir