Şevnimêj: Şeva Qedrê

 

إِنَّا أَنْزَلْنَاهُ فِي لَيْلَةِ الْقَدْرِ (1) وَمَا أَدْرَاكَ مَا لَيْلَةُ الْقَدْرِ (2) لَيْلَةُ الْقَدْرِ خَيْرٌ مِنْ أَلْفِ شَهْرٍ (3) تَنَزَّلُ الْمَلَائِكَةُ وَالرُّوحُ فِيهَا بِإِذْنِ رَبِّهِمْ مِنْ كُلِّ أَمْرٍ (4) سَلَامٌ هِيَ حَتَّى مَطْلَعِ الْفَجْرِ (5) القدر                               

Bawermendên birûmet!

 

Şeva înê ya girêdayiyê bi şemî ve, şeva Qedrê ye. Li we û alema îslamê pîroz dikim. Xuda Teala, mucîzeya herî mezin, ku Qurana pîroz e, ji pêxemberê xwe Muhemmed Mistefa re di vê şeva qedrê de daxistiye. Qurana pîroz rêya xweşî û aramiyê nîşanî temamê mirovahiyê kiriye. Di vî sureyê Qedrê, ku min di serê xutbeya xwe de xwendî, Xuda Teala wiha dibêje: “ Bi rastî me Quran di Şeva Qedrê de daxistiye. Tu çi dizanî ka şeva Qedrê çi ye. Şeva Qedrê ji hezar mehî bi xêrtir e. Di vê şevê de, milayket û Ruh (Cibrîl) bi destûra Xudayê xwe, ji bo her kar û barî têne ser rûyê erdê. Ew şev selametî û aramî ye, heta avêtina spêdê (fecrê)[1]

Misilmamên birûmet!

Zeman û mekan bi wan bûyerên ku di wan de diqewimin, qîmet distînin. Daketina Quranê di vê şeva Qedrê de, sedemê herî girîng a qîmetbûna wê ye. Di tarîxa dinyayê de bûyera herî girîng, daketina Qurana pîroz û rêkirina pêxemberê me Muhemmed Mistefa ji mirovahiyê re ku dawiya pêxembera ne.

Xuda Teala wiha dibêje: “Meha Remezanê ya ku tê de Quran daketiye, ayetên wê ji bo mirovan rêber in û ji bo cudakirina heqiyê ji batilî delîlên eşkere ne.”[2]

 Ji vê ayeta pîroz tê fêmkirin ku Qurana kerîm di şeva Qedrê de, ya ku di nav meha Remezanê de ye, daketiye. Mucîzeya pêxemberê me ya herî mezin, Quran e. Pêxemberê me di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “Çi kesê baweriya wî bi xêr û bereketa vê şevê hebe, xêra xwe ji Xuda Teala bixwaze û vê şevê sax bike, Xuda Teala gunehên wî yên borî efû dike.

 

Misilmanên birûmet!

 

Ka şeva Qedrê kîjan e Xuda Teala teqez bi me nedaye zanîn. Lê pexemberê me di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “Di dehekê paşîn ji meha Remezanê de, li şeva Qedrê bigerin.”[3] Hatiye ragihandin ji Ubadetê kurê Samit dibêje: Pexemberê me gotiye: “ Di dehekê paşîn de, li şeva Qedrê bigerin. Lewre ew di rojên kit de ne: Bîst û yek, bîst û sê, bîst û pênc, bîst û heft û bîst û neh, yan jê di şeva dawî de ye. Diya me Aîşe (r.x.l.) dibêje:  Pêxemberê Xuda, gava diket dehekê paşîn pêşmala xwe dişidand şeva xwe sax dikir û malbata xwe şiyar dikir.” Pêxemberê me di hedîseke şerîf de gotiye: “Şeva Qedrê di 27ê Remezanê de ye.” Biryara zanyaran bi giştî li ser 27ê mehê ye. Diya me Aîşe dibêje:” Ya Resulê Xuda, ger ez bizanibim ka şeva Qedrê kîjan e, ez tê de çi bibêjim, got bêje: “Ya Rebî tu efûkerî, ji efûyê hez dikî û min efû bike.” Şeva Qedrê şevek gelek mezin e.Pêwîst e ev şev bi xeflet neyê derbaskirin. Mirov tê de îbadetê bike, Qurana pîroz bixwîne, ji Xuda daxwaziya efûkirinê bike, girîngiya vê şevê bi jin û zarokên xwe bide zanîn. Bila em baş bizanibin nêzîkahiya bi bal Xuda Teala ve bi emr û fermanên wî çêdibe.

 

Mele Cewadê Girdarî

Çandname

 

[1] Qedr 1-5

2 El-Beqere 185

3 Buxarî, Muslim, Tirmizî Tac c.2 r.81

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply