Şevên Qamişlo!

Belê ezbenî! Şevên Qamişlo, mîna kofiya dayika min dirêjin… Kolanên wê paqijin mîna kopalê bavê min… Kalemêrên wê li ber dilê min şêrîn in… Piraniya wan barkirine yên mayî jî li ser rêka oxirê ne… Belê ezbenî! Kolan, sikak û cadeyên Qamişlo bêdengin..! Di ber te re derbas dibin, silavê nakin! Piştxûz û bargiran in! Dema tu di kolanan de pêrgî dost, heval û hogirekî xwe dibî, çav pê dikevî, tu dibêjî qey ew ji welatekî dine… Serê wî di ber wî de tewyayî, bi kul, xem û derd dikulkule û derbas dibe… Tu dihisî ku dûrbûneke fireh di navbera te û wî de hatiye raxistin… Û tu dihisî ku ew dûrbûn di navbera dergehê te û dergehê nêzîktirîn xizmên te jî de hatiye avakirin! Erê ezbenî! Her yek bi kul û derdên xwe daketiye… Her yek bi gera pey pêkanîna gepa nanê zarokên xwe de, dibeze..

*         *          *

Erê ezbenî! Cefa û penaberiyê bi xurtî konê xwe vegirtiye û cihê xwe di navbera gulîstan û gulê de, koçer û zozana de, û av û xakê de çêkiriye..! Penaberiyek mîna dîwarê ku sînorê Serxet û Binxetê, li Beriya Mêrdînê radimûse.. Ezbenî! kî dikare rastî û çareseriya vê rewşa malwêran şanî min bide, bela xwe belû û eşkere bike?!

*         *          *

Erê Ezbenî! Sebaretî nivîsandinên min yên ku li dor zîlana şan û hunera Bedirxaniyan digerin, ji wan kesan re dibêjim; ew nivîs ji bo xort û keçên nûhatî ne, ewên ku dûrî ziman û kultura xwe ketine, da ku serwextî ziman, ferheng û kultura xwe bibin û ji nêzîk ve lehengên kultura kurdî nas bikin.. Qet, ez ne ji bo bilindkirina navê Bedirxaniyan dinivîsim.. Bedirxanî bi nivîsandinên min bilind nabin, berê ew bilindin. Bilindbûna wan mîna bilindbûna roka di nav ala Kurdistanê de ye.. Bedirxanî û danîna bingehê rewşenbîriya kurdî a nûjen bi hev ve hatine hunandin, wek ku çawa navê Kurdistanê û Barzanî bi hev ve hatine hunandin…

Erê ezbenî! Şevên Qamişlo mîna kofiya dayika min dirêjin û Bedirxanî wek roka di nav Ala Rengîn de ne.

Konê Reş

Qamişlo, 17/8/2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply