Seta Wergera Çîrokên Samed Bahrengî Derket!

6 çîrokên nîvîskarê îranî Samed Bahrengî wek 6 pirtûkan bi kurdiya kurmancî hatin çapkirin. Wergera çîrokan ji aliye lêkolîner û wergêr Wedat Urtekîn ve hatiye kirin.

Samed Baherengî nivîskarekî di dinyayê de navdar e. Çîroka Bahrengî ya herî binavûdeng masîreşkê piçik e.

Ligel wergera çîrokan nivîskar Urtekin li ser çand û kelepora kurdî jî xebatan dike û gelek nîvîsar û xebatên wî di deverên cuda de hatine weşandin. Nivîskar li zaningaha Mêrdînê di beşa zimanê kurdî de Mastira xwe kiriye û xebatek berfirah li ser gotinên pêşiyan pêşkeşî lijneya mastirê kiriye.

Her 6 pirtûkên ku hatine çapkirin bi awayekî profesyonel hatine amadekirin û ji aliye Weşanxaneya Zanîngehê ve hatine weşandin.

Wêneyên pirtûkan ji aliye xêzer Zeynep Yeşîlmen ve hatine xêzkirin û bi destê Rûpelsaz Dawud Rêbiwar ve rûpelsaziya pirtûkan hatiye kirin.

Pirtûkên ku hatine çapkirin ev in; “Masîreşê Biçûk, Xewn û Rastiya Rojekê, Lawikê Silkfiroş, Çîroka Hezkirinê, Xoxek û Hezar Xox, Kevokvanê Keçel”.

Ev her 6 pirtûk ji bo zarokan hatine amadekirin. Da zarok karibin rehet bixwînin bi tîpên gir tîprêziya wan hatiye kirin. Xebata ku ji bo bala zarokan bikişîne biwêneyan hatiye amadekirin di heman demê de ji bo zarok jê hez bikin bi awayekî rengin hatiye çapkirin…

Her pirtûk ji 32 rûpelan pêk tê û mezinahiya wan jî 16×24 cm ye. Seta pirtûkên Samed Bahrengî hem yek yek tê firotin hem jî wek set tê firotin. Bihayê hebekê 10 lîreyên tirkî ye, 6 hebên pirtûkan ango seta pirtûkên Samed Bahrengî tê ser 60 lîreyî.

Ji bo peydekirinê hûn dikarin bi weşanên Zaningehê re bikevin têkîlîyê.

Samed Behrengî kî ye?

Behrengî di sala 1939’an de li Tebrîza Îranê ji dayik bûye. Wî çîrok û meselokên di nav gel de berhev kirin û ji nû ve nivîsandin. Di pirtûkên xwe de li ser mijarên wekî edalet, wekhevî û berxwedanê sekinî. Behrengî dibistana mamostetiyê xwend û piştî xwendina xwe jî li dibistanên gundan mamostetî kir.

Berhemên wî ji bo bi dehan zimanan hatin wergerandin. Behrengî di 28 saliya xwe de bi awayekî gumanbar di Çemê Erezê de mirî hat dîtin. Hat gotin ku ew di çem de xeniqiye lê tê gotin ku ji ber wî Şax rexne dikir ji aliyê rejima Îranê ve hatiye kuştin.

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply