Her nivîskar berhemên xwe li ser çend peyvan ava dike. Yanî di berhemên xwe de tim
li dor çend peyvan diçe û tê; nikare/nexwaze ji ew peyvên dûr bikeve. Çimkî ew peyv ji bo
wî/we nivîskarî pîroz in, bi nirx in, watedar in.
Di bin destên min de şeş pirtûkên Lokman Polat hene. (Kaniya Stockholme,
Rojnamevan, Çîrokên Rengîn, Nûrheyata Licî, Sylvîa, Trajediya Evîndaran.) Bi çavên
xwînerekî li wan berheman dinêrim, dibînim ku ji bona Lokman Polat şeş peyv pirr bi qîmet
in.
1-Wêjehezî: Lokman Polat wêjehezekî rasteqîn e. Ji wêjeyê, ji xwendin û nivîsandinê
gelek hez dike. Lokman Polat bi wêje re radikeve, bi wêje re radibe. Bi çavên wêjevanekî li
her tiştî, li her kesî dinêre.
2-Welatparêzî: Dikarim bibêjim ku nivîskar Lokman Polat hemû heyata xwe ji bo
welatê xwe xerc kiriye/dike. Ne bi dev, lê bi jiyan û berhemên xwe. Merivên dilsoz û durist
welatperwer dibin. Lokman Polat ji bo azadiya welata xwe her tiştî kiriye/dike.
3-Evîn: Lokman Polat ji bo evînê hatiye dinê. Ji evîn û evîndariyê gelek hez dike. Lê
evînên her rengî, evînên keskesorî, evînên gerdûnî. Însanên hûmanîst bi ditînên gumanbar
nêzîkê evînê nabin.
4-Lêgerîn: Di lêgerînê de her cûre rêwîtî, gername, ditîn heye. Bi pergala Mewlana,
Lokman Polat dixwaze lingên xwe danîne li ser axa Kurdistanê û her derê bigere, her derê
bibîne, her kesî nas bike.
5-Hûmanîzm: Hûmanîzm ji her kesî hezkirin e, li dîn û nijad û reng hwd mêze nekirin.
Nivîskar Lokman Polat hûmanîzmeke bi esas dest xîstiye. Dixwaze ku her însan bu sisê
esasen Şoreşa Fransayê (Biratî-Wekhevî-Azadî) bijî.
6- Demokrasî: Lokman Polat merivekî demokrat e. Çawa? Rêzê wî ji her nijadî re, ji
her kulturî re, ji her olî re, ji her rengî re, ji her çandî re heye. Kurtasî, ji her kesî re, ji her tiştî
re rêzdar e. Nivîskar rêzdar e, rêzê dixwaze, rêzê heq dike.
Xwînerên baldar dê heman ferq bikin: Her şeş peyv bi hev re girêdayî ne, bi hev re
eleqedar in; hevdû geş dikin, hevdû dibihûnin.
Faik Öcal