Sêşem , 27 Cotmeh 2020

Şertên Wucûbîyet û Sihhata Rojîyê – 5

 Şertên Vacibbuna Rojîyê:
     Ji bona ku rojî wacib bibe, heft şertê wê hene:
     1) İslam: Kesê ku ne musliman be rojî li ser ne wacib e. Ancax kesê ku ji Îslamê îrtîdat kiribe (ew kafir be jî) li ser wacib e. Yanî eger bizivire Îslamê mecbure ku wî qeza bike.
     2) Balîxbun: Li ser zarokan ne wacib e. Lê ji bona ku zarok hînî rojîyê bibe welîyê wî mukellefe ku rojîyê pê bide girtin.
     3) Bi aqil bun: Li ser kesê dîn, ji bîr ve çûyî, xeriqî û serxweş rojî ne wacib e. Kesê ji bîr ve çûyî, demekê were ser xwe û nêta xwe jî, ji êvar de anîbe; rojîya wî sahîh e. Lê kesê gava serxweş, xeriqî û îrtîdat dike, dîn bibe, piştî ku hişê wî were serê wî divê rojîya xwe qeza bike.
     4) Ji bona girtina rojîyê hêza wî hebe: Kesê ku pîr be û nikaribe rojîyê bigre rojî li ser ne wacib e. Lê fîdye lê dikeve.
     5) Paqijbun: Pîreka ku di heyîz û nîfasê de be li ser ne wacibe ku rojîyê bigre. Lê di hinek rojên din de divê bi qasî rojên ku negirtîye wê rojîyê bigre.
     6) Sihata wî di cî da be
     7) Bicî (mukîm) be : Li ser kesê ku nexweş û li ser kesê ku 144km. rêwîtîyê dike girtina rojîyê ne wacib e. Piştî ku nexweş baş bibe û rêwî jî mukîm bibe wê bi qasî rojên ku rojî negirtine qeza bikin.

     Şertên Ji Bona Sahîhîya Rojîyê

     Şertên ji bona sahîhîya rojîyê çar in.
     1) Divê ji bona girtina rojîyê dem mûsaît be. Di şevê de, di cejna Remezanê û Qurbanê de û di rojên di pêy wan de tê û di rojên gumanê de girtina rojîyê ne mûsaît e.
     2) İslam (muslıman bun)
     3) Mumuyyîzî (yanî başî û nebaşîyê ji hev kirin)
     4) Ji heyîz û nîfasê paqijbun.
     
     Şertên Sihatbuna Rojîyê
     Ji bona sihatbuna rojîyê divê ev şertên li jêr hebin.
     1. Musliman be
     Rojîya ku kafir girtîye ne sehîh e.
     2. Bi qail (hişê wî li serê wî) be.
     Divê kesê ku rojîyê digre xwedî temyîz be ji ber vê yekê rojîya dînan û zarokên ku ne xwedî temyîzin sehîh nîne. Lewra di vanan de nêt tune. Rojîya zarokên ku mumeyyîze sehîh e. Eger hêza wî bigîhîjê
     3. Uzrekî ku ji rocîyê re dibe manî tunebe.
     Mesela divê pîrek ne di cilan de be û zêvistanî be û kesê rojî girtîye di temamê rojê de nexeriqî be û dîn nebube.
     Ruknên Rojîyê
     Ruknê rojîyê dudu ne:
     I. Ji bona rojîyê nîyet anîn .
     II. ji segûra sibê (fecrê) heya roj diçe ava ji tiştên ku rojîyê dişkîne dûr sekinandin e.
     Nîyet qestkirina rojîyê ye. Cîyê nîyetê dil e. Eger di dil de nîyet tunebe bi ziman tenê nîyet anîn qîm nake. Şert nine ku bi ziman nîyet anîn jî.
     Delîlê wacibbuna nîyetê jî ev hedîs e:
     Emel li gor nîyetê ye. [Buxarî/l, Müslim/19078]
     Di nîyeta rojîya Remezanê de divê ev xisûsana hebin:
     1. Di şevê de nîyet anîn.
     Berî ku fecir hilnehatîye şerte ku wuha bête gotin: “Min ji bona rojîya sibê nîyet anî.” Eger di pêy fecrê de nîyet bê anîn hem rojî û hem jî nîyet batil dibe.
     Delîlê vîya ev hedîs e:
     “Kesê ku berê fecrê nîyeta xwe neyne rojîya wî tune.” [Dârekutnî 11/172, Beyhaqî, IV/2029]
     2. Tayînkirin
     Ev, beyankirina kîjan rojîyê ye. Mesela şexsê ku rojîyê digre kîjan rojîyê digre nîyeta xwe li gor wê rojîyê tîne. Eger li gor rojîyekî na mutleq ji bo rojîyê nîyeta xwe bîne nîyeta wî sehhîh nîne. Lewra pêxember (a.s.) gotîye: “emel li gor nîyetan e.
     3. Dubarekirina nîyetê.
     Her şev berî fecrê ji bona rojîya sibê nîyet anîn e. Ji bona mehekê yek carekî nîyet anîn qîm nake. Lewra rojîya Remezanê yek îbadetek nîne. Her roj bi serê xwe îbadetek e. Ji ber vê yekê ji bona her îbadetê nîyetek lazim e.
     Di rojîya nafîle de di şevê de nîyet anîn û tayînkirin ne hewce ye. Di berî zewalê de mutleq nîyet anîn bes e.
     Delîlê vîya ev hedîsa ku ji Hz. Aîşe hatiye rîwayetkirin e: Rojekê Hz. Pêxember (a.s.) ji Hz. Aîşeyê pirsî got: “Li cem we xwarinek heye yan na?” gava Hz. Aîşeyê got na tiştek tune Hz. Pêxember got: “wêçaxê ez îro bi rojî me.” [Darekutnî10]
     Tiştên ku rojîyê dişkîne
     1.Bi qesdî û zanebun tiştek têkeve wucuda mirov û xwarin û vexwarin
     Eger yê bi rojî bi qesdî tiştekî bixwe û vexwe,tiştê ku xwaribe û vexwaribe çiqas hindik be jî, rojîya wî dişkîne. Lê ji bîr bike ku bi rojîye û bixwe û vexwe tiştê ku xwaribe û vexwaribe çiqas pirr be jî rojîya wî naşkîne. Lewra HZ. Pêxember wuha gotî ye:
     Kî gava bi rojîye, ji bîr bike û bixwe û vexwe bila rojîya xwe (neşkîne û) temam bike. Lewra Xweda bi wî daye xwarin û vexwarin [11]
     2. Di pêş û paşîya wî de tiştek tikeve hundirê wî.
     3. Bi zanebun verişandin
     4. Bi zanebun munasebeta cînsî
     5. İstimna; bi şehvet bi xanima xwe re leystin yan jî bi maçkirinê hatina menîyê.
     6. Heyîz
     7. Nîfas
     8. Dînbun
     9. Murtedbun, ji dîn derketin
     Adabên Rojîyê
     Gelek adabê rojîyê hene ji vanan hinek evananin:
     1. Di vekirina fitarê de lezkirin.
     2. Rabuna paşîvê.
     3. Texîrkirina paşîvê.
     Ji texirkirina paşîvê mexsed berê segura sibê xwarina paşîvê ye.
     4. Terikandina çêran û kirina derewan û xiybetê û fesadîyê û ji mêzekirina jinan û guhdarkirina sitranên wan dûrketin.
     5. Ji bona ku di despêkirina rojîyê de pakijbin, berî segura sibê xwe ji cinobetîyê paqijkirin.
     6. Terikandina dayîna xwînê û xwîn berdanê. Lewra evanan mirov zeîf dixîne.
     7. Mirov fitarê bide kesekî bi rojî.
     8. Fitarê bi dua vekirin.
     9. Pirr sedeqe dayîn û pirr xwendina Qur’anê û li ser muzakere kirin û di mizgeftan de ketina î tîqafê.
     Mekruhên Rojîyê
     Mekruhên rojîyê; di aleyha adabê rojîyê de tevgerbun e. Tiştên ku ji adabên rojîyên tê hesibandin terikandin e.
     Kefareta Rojîyê
     Mirovek di Remezanê şerîf de bi rojî be û bikeve munasebeta cînsî; wê rojê qeza dike û ji wî re kefaret lazim e. Kefaret jî ev e: Eger rewşa wî li cî be koleyekî azad dike, na eger hêza wî negîhîje vêya bi hesabê hîvê şêst rojî yan jî du mehan li serhev rojîyê digre. Eger pêncî û neh rojî rojîyê bigre û rojekê negre; ji nûh ve de şêst rojî rojîyê digre. Eger pîr be yan jî nexweş be û ji ber vêya ve nikaribe rojîyê bigre zikê şêst xizanî têr dike. Hedîsek ku ji Ebu Hureyre tê rîwayetkirin bi vî awayî ye:
     Mirovek hate cem pêxember (S.A.V) got: “Ya Resulê Xweda ez perîşan bum”
     Pêxember (S.A.V) jî jê pirsî got:
     “Tiştê ku tu perîşan kirî çi ye?”
     Got:
     “Ez di Remezanê şerîf de bi pîreka xwe re ketim munasebetê. Di ser vê yekê re Resulullah got:
     “Tu dikarî koleyekî azad bikî?”
     Bersiv da got:
     “Naxêr.”
     Resulullah got:
     “Tu du mehan serhev dikarî rojîyê bigrî?”
     Got:
     “Naxêr.”
     Resulullah got:
     “Tu dikarî şêst xizanî têr bikî?
     Got:
     “Naxêr”
     Paşê runişt. Pêxember (S.A.V.) selekek ku di navê de xurme hebu anî û got:
     “Viya tesedduq bike.”
     Di ser vê yekê re wî şexsî got:
     “Ma qey kesekî ku ji me hewcetir heye ku ez vîya bidim wî. Bi Xwedê sond dixwim ku; li Medînê di nava herdu çîyayên Labît de malek ji mala me xizantir tune. Pêxember (a.s) heya diranê wî xuya kir tebessum kir û got:
     “Here vîya bi mala xwe bide xwarin.” (Buxari, Muslim)
     Ji xêynî wexta Remezanê di demek din de mirov, bi rojî be û ev rojî, rojîya qezayê yan nezrê be û di vê demê de bikeve munasebeta cînsî yan jî di Remezanê de be jî îstîmna bike; yan jî di Remezanê de pîreka ku pê re bikeve munasebetê re; kefaret ne wacib e.
     Herwekî ku me li jor îzah kir, ji ber negirtina rojîyê re hewceye çar tişt bê kirin.
     1 – Qeza,
     2 – îmsaq,
     3 – Fîdye,
     4 – Keffâret .
     1 – Qezakirin: Nexweş, mêvan, hemîle, pîreka zarokên xwe dimêjîne û di heyîz û nîfasê de ye û kesê xeriqîye (bîrve çuye) piştî ku mazereta wan derbas dibe bi qasî rojên ku rojî negirtine; mukellefin ku rojîyê bigrin. Rewşa kesên bê mazeret jî rojîya xwe xwarîye, bi vî awayî ye.
     2- Îmsaqkirin: Kesê ku bê mazeret û bi qesdî rojîya xwe bişkîne yan jî di wextê de nîyeta xwe neanîbe û jibîr kiribe; mukellefe ku îmsaq bike û wek mirovê bi rojî ji tiştê ku rojîyê dişkîne dûr bisekine.
     3 – Dayîna fîdyê:Pîrên ku nikare rojîyê bigre û pîreka ji bona mêjandina zarokên xwe rojî negirtîye re fîdye îcab dike û kesê qezayên xwe heya Remezanek din texîr kiriye re jî fîdye îcab dike.
     4 – Keffâret : Ji mêrê ku di Remezanê Şerîf de bi zanebun dikeve munasebetê re kefaret îcab dike.
     Ji bona wucuba kefaretê heft şert hene.
     a – Mêr be. Bi tu awayî ji jinê re ne wavib e.
     b – Bâliğ be:ji zarok û murâhikan re ne wacib e.
     c – Xerabuna Rojîyê : Mirovek di Remezanê de ji bîr bike û bikeve munasebetê ji wî re kefaret îcab nake.
     d – Şikandina rojîya Remezanê: kesê rojîya qezayê û nezrê û kefaretê bişkîne, ji wî kesî re kefaret îcab nake
     e – Bi munasebeta cînsî şikandina rojîyê: Mirovek di Meha Remezanê de xwarinê bixwe û avê vexwe ji wî re kefaret îcab nake. Eger mirovek bi heywanekî re bikeve munasebetê ev karê ku kirîyê herame lê ji bona ku xeyrî fitrî ye kefaret jê re îcab nake.
     f – Gunehkar be: kesê ku mêvan û nexweş be û bi rojî bikeve munasebeta cînsî jê re kefaret îcab nake
     g – Bi rojî be: Mirovê ku ne bi rojî be berê xwarinê bixwe û rojîya xwe bişkîne û paşê bikeve munasebetê dibe gunehkar lê jê re kefaret îcab nake.
     Sünnetên Rojîyê
     Hinek sunnetên rojîyê evananin:
     1. Texîrkirina paşîvê.
     2. Di xwarina fitarê de lezkirin. Resulullah (S.A.V.) wuha dibêje:
     “Paşîvê bixwin. Lewra di paşîvê de bereket heye. Heya ku însan di fitarê de lez bike di wan de xêr heye. (Buxarî û Muslim)
     3. Rojîyê, eger hebe bi xurman tunebe bi avê vekirin.
     4. Terikandina bêhnkirina bêhna xweş û mêzekirina tiştên ku kêfê didin mirov.
     5. Terikandina hecematê.
     6. Bi roj terikandina cûtina benîşt û teamkirina xwarinê.
     7. Piştî vekirina fitarê xwendina vê duayê:
     “Allahumme leke sumtu ve ala rızqîke eftartu”
     8. Eger îmkanê mirov hebe, di Remezanê de bila sedeqê bidin û zikir bikin û Qur’anê bixweynin.
     9. Di roja Remezanê ya dawîn de ketina îtîqafê.
     Rojîyên ku Ferz in
     1- Rojîya Meha Remezanê: Her sal di meha Remezanê de tê girtin
     2- Rojîya Kefaretê:
     Kesê di meha Remezanê de bi rojîye bi zanebun munasebeta cînsî bike, kefaretê vî cezayê xwe dide ku ev li serhev du meh e.
     3- Rojîya Nezirê:
     Rojîya di piştî tiştê ku hatiye nezirkirin were cî de tê girtin.
     4-Rojîya Nafîle.
     Herwkî ku di meha Remezanê de rojî ferze, ji bona terbîyekirina ruh û nefsê di van rojên jêr de girtina rojîyê jî nafîle ye:
     1. Ji bona kesê ku ne mêvane û ne li heccê ye re di roja Arefê de girtina rojîyê sunnet e. Lê eger kesê ku buye mêvan, ji rojîyê zirarê bibîne, sefera wî kurt be jî, jê re rojî ne sunnete û li ser kesê ku ji bona rojîyê nîyeta xwe anîye re jî, rojî ne sunnet e. Lê eger di roja Arefê de nêt kiribe ku wê bi roj neçe Waqfê wê bi şev here weqfê re rojî sunnet e.
     2. Di meha Muharremê de, di roja nehan û dehan û yazdeyan de girtina rojîyê sunnet e.
     Resûlullah (S.A.V.) wuha dibêje:
     ” Ez hêvî dikim ku Xwedê Teala ji bona ku di roja Arefê de rojî girtîye gunehê wî mirovî ên sala berê û bertirê effu bike. Dîsa ez hêvî dikim ku, Xwedê Teala gunehê wî mirovê ku di roja Aşûrê (dehê
     Muharremê) de rojî girtîyê ên sala berê effu bike. Pêxember (S.A.V.) dewam kir û got: “Eger ez di salek din de sax bimînim ezê di roja nehan de jî, bigrim. Lê berê wê salê wefat kir. (Muslim)
     3. Di rojên Duşemê û pêşemê de girtina rojîyê sunnet e. Resûlullah (S.A.V.) dibêje:
     “Emel, di roja Duşemê û pêşemê de ji Xweda re tê pêşkêşkirin. Ez hez dikim ku dema ez bi rojî me, emelên min ji Xwedê Teala re bê pêşkêşkirin.” (Tirmîzî)
     4. Di her mehê de, di rojên sêzdemîn û çardemîn û panzdemîn de girtina rojîyê sunnet e.
     5. Piştî meha Remezanê di şeş rojên meha Şewalê de girtina rojîyê sunnet e. Eger ne nezir û qezabe û ji wirdekî wî re nebe manî di roja şemî û yekşemê de girtina rojîyê mekruh e.
     Kesê ku rojîya nafîle bigre û mazeretk wî tunebe rojîya xwe bişkîne mekruh e. Qur’ana Kerîm wuha dibêje:
     “Emelên xwe pûç û betal nekin.”
     Lê eger mazeretek wî hebe, mesela li cîyekî mêvane û xwedîyê malê ji bona xwarina Wi pirr israr dike û eger xwarinê nexwe wê xwedîyê malê bixeyîde wêçaxê dikare rojîya xwe bişkîne. Ji bona ku rojîya xwe şikandîye qeza jî îcab nake.
     Şikandina rojîya ferzê ‘eyîn û nezrê heram e.
     Pîreka zewucî eger ji bona girtina rojîya nafîle destura mêrê xwe negre mekruh e.
     Di rojên cejn û teşrîkan de girtina rojîyê heram e. Ji xêynî vanan herdemê girtina rojîyê mekruh e.
     Mirovê ku berê rojî negirtîye, di panzdehên Şabanê de rojîyîyê bigre mekruh e.
     Îtiqaf
     Îtîqaf, kesekî musliman pirr dibe hindik dibe nîyeta xwe bîne û di mizgeftekî yan jî mescîdekî de bimîne ji vîya re îtîqaf tê gotin. Di her wextê de ketina îtîqafê sunnet e. Lê di meha Remezanê deh rojên dawîn de ketina îtîqafê efdaltir e.
     Çar ruknê îtîqafê heye:
     1. Nîyet anîn. Eger mirovek nîyeta xwe neyne û di mizgeftê de bimîne, ev îtîqaf nayê hesibandin. Kesê ji bona ku bikeve îtîqafê nezir bike; di nîyetê de lazime ku nîyeta jê re ferze bîne.
     Ji bona îtîqafê wextekê kifş neke û nîyeta mutleq bîne jî, ew ji bona wî bes e. Lê eger ji bona vegera mizgeftê nêt neke û here paşê vegere, ji nûh ve de anîna nîyetê lazim e. Lê demekê beyan bike û mesela bibêje, min îro nîyeta xwe anî ku ezê di vê migeftê de bikevim îtîqafê û ji bona mazeretekê ji mizgeftê derkeve û paşê şunda vegere, jê re ji nûh ve de nîyet îcab nake.
     2. Divê îtîqaf di mizgeftekî yan jî mescîdekî de be.
     Eger kesek di malekê de yan jî hucreyekê de nîyeta îtîqafê bîne, ew îtîqaf nayê hesibandin. Lê îtîqaf di mizgeftek kû nimêja înê têde tê kirinê de be, efdaltir e. Eger kesek bi şertê ku wê dernekeve nimêja înê bi qasî hefteyekî ku wê di mizgeftê de bikeve îtîqafê nîyeta xwe bîne, eger di wê mizgeftê de
     nimêja înîyê neyê kirin, ji bona ku mecbure here nimêja înê di wê mescîdê de na di mizgefta ku nimêja înîyê dike divê bikeve îtîqafê.
     Kesê nezir kiribe ku wê di Mescîdê Heram de yan di Mescîdê Nebevî de yan jî di Mescîdê Aqsa de bikeve îtîqafê, lazime ku li cîyê ku tayîn kiriye bikeve îtîqafê.
     Lê kesek nezir bike ku wê di Mescîdê Aqsa de bikeve îtîqafê, ji bona ku ji wê efdaltire di şuna wê de dikare di Mescîdê Heram û Mescîdê Nebevî de bikeve îtîqafê.
     Lê ne Mescîdê Nebevî şuna Mescîdê Heram digre û nejî Mescîdê Aqsa şuna Mescîdê Nebevî yan jî Mescîdê heram digre. Ji xêynî van hersê mizgeftanansi nava mizgeftên mane de ferq tune. Ji bona vêya mesela kesê ku ji bona Mizgefta Xelîl Îbrahîm ya Ruhayê nîyeta xwe anîbe û di şuna wî de li Diyarbekir di Mizgefta Mezin de dikare bikeve îtîqafê.
     3. Hindik be jî, demekê di mizgeftê de mayîn:
     Ji bona îtiqafê di mizgeftê de runenê jî, li pîya bisekine û bigere bes e. Lê bitenê di mizgeftê de derbasbun jibona îtîqafê ne kafî ye.
     Şertên ku mirov bibe mutekîf (îtîqafa wî qebul bibe) sisêne:
     a) Musliman bun
     b) Biaqil bun
     c) Ji Hadesê ekber paqijbun. Yanî ne bi cinobetî be û di heyîz û nîfasê de nebe. Eger mirovekî bêdesnimêj here mizgeftekê dikare ji bona ît’iqafê nîyeta xwe bîne û anîn jî, sunnet e. Lê bi desnimêj têkeve mizgeftê û nîyeta xwe bîne efdaltir e.
     Eger mirovekî di îtîqafê de îhtîlam bibe, jê re şuştin lazime. Bi cinobetî di mizgeftê de mayîna wî heram e.
     Eger mirovek di mizgeftekî de nezir bike ku biqasî hefteyekî di îtîqafê de bimîne û bixeriqe yan din bibe, muddeta xeriqbun û dînbunê ji bona wî ji îtîqafê tê hesibandin.
     Kesê ku di îtîqafê de bêhnê bi xwe bide yan kincê xweş lixwe bike yan jî rojîyê bigre jê re ne zirar e.
     Eger kesek di rojek bi rocîye de nezir bike ku wê têkeve îtîqafê, divê di rojek bi rojîye de bikeve îtîqafê.
     Kesê ji bona hefteyekî nezir kiribe ku wê têkeve îtîqafê ji ber mazereta ku wek girtina desnimêjê û xwarina xwarinê û ji bo xwendina azanê derkeve ser minarek ji camîyê wê de lê ne dûr û ji ber nexweşîyê û heyîzê dikare ji mizgeftê derkeve. Lê ji bo dema ku ji ber nexweşî û heyîzê li derveyî mizgeftê maye re qeza lazim e.
     Ji bo kesê ku di îtîqafê de ye, caîze ku bi şefqet zarokên xwe maç bike û porê xwe şe bike û bizewuce û bizewucîne û kincan li xwe bike danustandinê bike û bi dirûn û nivîsandinê mijul bibe û xwarinê bixwe. Dîsa caîze hem kesê di mizgeftê de di îtîqafê de ye û hem kesên din peyva mubah bibêje û razê û vezelê. Dîsa caîze ku di mizgeftê de xwarinê bixwe û sifrê rabixîne û di nava firaqekî de destê xwe
     bişo. Lê kesê di mizgeftê de ketîye îtîqafê, li gor îmkanê xwe Qur’anê tîlawet bike û bi îlîm mijul bibe efdaltir e.
     Îtîqaf her wextê sunnetê muekede ye. Lê ji bona ku rastî şeva Leylet’ul Qedrê were, di meha Remezanê de ketina îtîqafê bixêrtir e

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Munacatê Hezretê Wenis(Yûnus)

Munacatê Hezretê Wenis(Yûnus) Îbnê Mettayî (‘ela nebîyyîne we ‘eleyhîsselat û wesselam) munacatêko tewr xurt o …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.