Duşem , 28 Îlon. 2020

Sersala Kurmancî

Sebaretî Sersala Kurmancî, eva ku piştî sersala Zayînê bû bi 13 rojaye, anku roja 13ê meha kanûna duyem bû, li gor rojnameya zayînê, min nas nekir çima ev roj bû..? Çendî min pirsî û xepart bi min re derneket, tevî ku min dîroka vê sersala Kurmancî ji gelek kalemêr û pîrejinan pirsî, tevan gotin; Ji gava ku me xwe dîtiye ev sersala bav û kalên me bû.. Li vir, ji xwe dipirsim; gelo di heyamekî de bav û kalên me çûne ser ola xiristyanan û jê vegeriyan e…?! Û ev sersala Kurmancî ji wê hingê ve bi me re ma ye..?

Ta berî 50 salî jî, pêşwaziya sersala Kurmancî, di nav gundên Cizîrê û beriya Mêrdînê de dihat kirin. Min bixwe jî, di zaroktiya xwe de pêşwazî û beşdariya wê kiriye, anku di şeva13ê kanûnê de.

Li gundê me, di êvara sersala Kurmancî de, xortên gund, yên jîr û çeleng xwe didan hev, yek ji nav xwe dibijartin, ew dikirin Qirdikê Sersalê.

Qirdikê Sersalê: Dêmê xortekî tenî dikirin, rihek bi hiriyê jêre çêdikirin, kovikek dixistin serê wî de û du kevçiyên darî, wek guh bi serê wî vedikirin, cil û bergên beloq lê dikirin, ew bi zengil û xerxirkan dixemilandin û wiha di nav ken, henek û şahiyê de, li nav sikakên gund, mal bi mal digeriyan.. Mala ku biçûnayê ji wan re digotin:

Serê salê binê salê, Xwedê lawekî bide kebaniya malê..

Hem jî digotin: Kebaniyê dest zêrînê, destê xwe bavêj kulînê, para qirdik jê derînê..

An digotin: Serê salê, binê salê Xwedê bihêle xortê malê.. Gelek caran jî diçûn gundên hawîrdorî gundê me, li sersalê digeriyan..

Hin caran jî, yek dikirin Bûk û yek Zava û diçûn odeyên axa, keyan an muxtaran, dîkek ji wan re dibirin, yê ku dîk jêre dibirin pere didan wan û dîkê wan li wan vedigerand.. Belê di wî heyamî de piraniya xelkê savar, ard an nîsk, an mewîj, an xurme an hêk didan zarokan, wê hingê pere kêm bûn. Di şeva sersalê de jî her malekê li gor aboriya xwe goştê herî çak ji dermalê ji xwe re dikirin şîv..

Gelek caran di şeva sersalê de, zilamên gund li mala Muxtar kom dibûn û bi (Hingulîskê), li ser gwîzan, beniyên hejîran, mewîjan an xwarineke xweş dilîstin..

 

Konê Reş, Qamişlo, 13/01/2017ِ de

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Wê Ev Jî Derbas Be

Di demek gelekî dûr û kevnare de mîrekî bêhnteg û ji halê xwe aciz hebû. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.