Serpêhatiya Oksîjenê

Tê îdîakirin ku oksîjen, di dîroka zanistê de beriya Joseph Priestley û Antaoine Lavoisier hatiye kişfkirin. Di sala 1620’an de li Londonê noqavek a ku bi bêran dixebite hatiye çêkirin û li çemê Thamasê hatiye ceribandin.

Hewaya hundir bi pergaleke kîmyewî –ixtîmal heye ku bi oksîjenê – her dem dihat nû kirin.

Îxtimaleke din a mezin heye ku dijminê Isaac Newton, Robert Hooke û Robert Boyle -yên ku qanûna Boyle û niftikê keşf kirin – ber bi dawiya sedsala 17. ve dema ku xebatên xwe li ser şewatê çêdikirin dibe ku oksîjen kişf kiribin. Herduyan ewil hewaya di hundirê qebanozê de valakirine û nişan dane ku komira êzinga di qebanozê de vênakeve.

Boyle, piştre potasyum nîtrat -yê ku madeyên barutê tê de ye-, dike ser û dibîne ku komira êzinga vedikeve. Wê demê dibîne ku tiştek hem di hewayê hem jî di potasyûm nîtratê de vêdikeve. Îro em zanin ew tiştê ku dîtiye navê wê oksîjen e.

Çavkanî: http://teknokurd.com – Sînan Şaşmaz

 

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply