Serokê Swîsra li “Hechecîk”ê Temaşe Dike!

Bi beşdarbûna serokê Swîsra, filma derhênêrê Kurd Mano Xelîl, Festîvala Sînemayê ya Swîsra vedike.

Hechecîka derhênêrê kurd Mano Xelîl dest ji hêlîna xwe berda û firiya. Pistî qedandina karên filmê û wergerandina wê bo cend zimanên biyanî,filma Hechecîk dê festîvala sînemaya niştimanî ya Swîsrayê li bajarê Solothurnê veke.

Serokê Swîsra Alain Berset bi xwe dê beşdarî festîvalê bibe û pistî axaftinek kurt dê li fîlmê temase bike.

Festîvala Solothurn bo filmên Swîsrî wek “qibleya fîlman” tê binavkirin, ji ber ku ji 51 sal berê ve heta roja îro mezintirîn festîvala netewî ya Swîsra ye. Xelata wê jî 60 hezar Euro ye.

Berî du salan fîlma Mano Xelîl a bi navê “Mêşvan” ku zêdetirî 15 xelatan standiye, ev xelat bedest xistibu.

Hechecîk, fîlma dawî ya derhênêrê Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl e. Ev fîlm dikeve beşa dramayê. Di fîlmê de çîroka keçek Swîsrî tê vegotin ku bi salan bû wisa dizanî ku ku bavê wê yê kurd di şerê li dijî Seddam Husên de weke lehengekî şehîd bûye. Lê piştî 28 salan pê dihise ku bavê wê hê jî sax e. Ji ber wê jî berê xwe dide Kurdistan û Iraqê û li wî digere.

Fîlm bi teknîka herî modern hatiye kişandin û weke sînema scope tê ser perdeyê.

Rola sereke ji aliyê lîstikvana Swîsrî Manon Pfrunder û lîstikvanê Kurd Îsmaîl Zagros ve tê lîstin. Di fîlmê de bi dehan lîstikvanên Kurd u Swîsrî yên mîna Bengîn Alî, Nasir Hesen, Mecîd M. Weysî, Remezan Qasim, Cemîl Zikrî, Rekeş Şehbaz, Lilian Neaf, Christain Samuel Weber û lîstikvana kurd a nû Dêjîn Cemîl jî cih digrin.

Dema fîlmê 102 deqe ye, di destpêka sala nû de dest bi gera festîvalan dike û roj 4ê Sibata 2016 derbasî hemî sînemyên Swîsra dibe.

Çavkanî: Rudaw

Derbar Rêvebir

Check Also

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê ji aliyê Koma Şanoya Çiya ve hat amadekirin û pêşkeşkirin. Nivîskarê şanoyê …

Leave a Reply