Serma Girtin (Cemidandin) Çi ye?

Sermalêxistin (cemidandin) nexweşiyeke enfeksiyonê ya vîral e û zirarê dide qenalên danûsitandinê bêhnê. Nexweşî wekî farenjîta vîral a akut an jî wek şewbeya akut jî tê zanîn û şewba ku herî zede di mirovan de tê dîtin ev nexweşî ye. Ji 200î zêdetir vîrus dikarin bibin sedema vê nexweşiyê lê esas koronavîrus an jî rhînovîrus dibin sedema nexweşiyê.

Bedena mirov hemberî hemû vîrusên ku dibin sedema sermalêxistinê nikare berxwe bide. Ji ber vê yeke sermalêxistin ev qas zede ye û gelek caran dubare dike. Li gor lêkolînan zarokekî pêşdibistanê salê 12 caran mezin jî salê 7 caran bi vê nexweşiyê dikevin.

Pispor dibêjin ku sermalêxistin (cemidandin, şewb) ji berk u mirov di hewaya sar de derdikeve derve çênabe, antibiyotik jî di dermankirina nexweşiyê de tu feydê nadin.

Sedema sermalêxistinê (cemidandin, şewb) û nîşaneyên wê çi ne?

Ji sedî 25ê kesên ku serma li wan dixe ji ber ku mekanîzmeya bedena wan a ku hemberî nexweşiyan ber xwe dide cüda bertek nişan didin tu nişane xuya nakin. Carna bakteri bandorî ser guh an jî sînusan dikin- ev wekî enfeksiyona bakteriyel a duyemîn tê zanîn û di rewşeke wiha de mirov dikare bi antîbiyotîkan nexweşiyê derman bike.

Nîşaneyên sermalêxistinê /şewbê gelekî hêsanî tê dîtin

Nîşaneyên sermalêxistinê/şewbê yên ku herî zede tên dîtin ev in:

  • Qirika mirov ziwa dibe
  • Qirika mirov diêşe
  • Kuxik
  • Agira kêm
  • Bênijiîn
  • Denge mirov xira dibe
  • Pozê mirov dixitime
  • Sere mirov diêşe

Nîşaneyên ku li gor wanê din kêmtir tên dîtin:

  • Êşa edeleyan
  • Lerizîn
  • Srobûna çavan
  • Zeîfbûn
  • Bêîştahî
  • Westandina zede 

Sermalêxistin dibe sedema komplîkasyonên çawa?

Heke sermalêxistin zede tesir bike dibe ku bibe sedema bronşîta akut, zatürre, sînuzaîta bakteriyal a akut û heke zêdetir pêş biçe dibe sedema menenjîtê jî. 

Komplîkasyonên din ên ku sermalêxistin/şewb dibe sedem ev in:

  • Bronşîolît
  • Krup (larîngotrakeobtonşît)
  • Edeba nav guhê nav de
  • Êşa qirikê ya stretokok
  • Nexweşên KOAHê û astimê dibe kul i hember şewbê nekarin zede ber xwe bidin û ji bo ku rewşa wan xirabtir nebe dibe ku mecbur bimînin ku tedbîran hildin.

Çawa tê dermankirin?

Mixabin ku dermanên antibiyotik û antîvîral hember gelek vîrusên ku dibin sedema nexweşiyê kêr nayên. Sermalêxistin di rewşên normal de bi qasî 10 rojan berdewam dike lê carna hin nişane heta sê hefteyan ji holê ranabin. Digel ku rêyeke dermankirinê ya teqez ji bo şewbê tunebe jî rêyên li jêrê dikare bibe wesîle ku mirov ji nexweşiyê zûtir pak bibe:

  • Vexwarina tiştên avî (divê mirov zehf vexwe)
  • Bêhnvedan û îstirahat
  • Ji bo ku serêş xilas bibe divê mirov aspîrîn, parasetamol an jî îbuprofenê bixxwe (divê asprînê nedin zarokên ji 16 salî biçûktir)
  • Divê mirov bikeve hemam dûke

Mirov dikare xwe çawa ji vê nexweşiyê biparêze?

  • Gelek nêzî kesên ku bi vê nexweşiyê ketine nebin
  • Ji bo ku bedena we bikare li ber xwe bide meywe û sebzeyên ku vîtamîna wan zede ye bixwin
  • Dema bênijîn an jî kuxikê de destmalê bi kar bînin û pişt re destmalê biavêjin çopê û desten xwe bişon
  • Heke ku we destmal bi kar neanîbe demildest desten xwe bişon
  • Mala xwe bi taybetî mitbax û banyoyê paqij bikin
  • Destê xwe nedin rûyê xwe bi taybetî deste xwe nedin dev û pozê xwe

Burhan Irmak – candname.com

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Li Ser Penceşêra (qanser) Malzarok û Memikan

  Çavkanî: hawarnet.org

Leave a Reply