Şerm bikin şerm… şerm!
Şermek mezin û kûr û germ
Ey kurdên daxivin bi zimanên serem
Erebî, Tirkî û Farîsî herdem
Û xwedî dikin zarokên xwe bi wan hem
**
Şerm bikin şermek mezin û giran
Û bi tijî hestên dilan
Dema hûn daxivin bi zimanên dijminan
Bi axiftina we re reş dibe rûyê cihan
Û digirîn çiya û stêr û ezman
Berî hûn baxivin bi van zimanan
Bijmirin ta dehan lo heyran
Wendakirina ziman xwe firotina erzan
**
Şerm bikin şermek mêran
Dema hûn daxivin kurdno bi dilê neyaran
Û dest bernedin ji Zimanê Kurdî zimanê Yazdan
Dilê min ji we bi êş û kovan
Min melyon carek got û her dibêjim dilovan
Dest bernedin ji nasnama xwe ev zimanê ciwan
**
Şerm bikin şermek bi şewat
Ji ber we ve fedîdikin kurdno kevir û lat
Ev zimanê xweşik û dewlemend
Bi destê Xwedê hat hûnandin û pêkhat
Û ji ezmanê jorîn de ji me re dahat
Û pê xemilî Navîna Rojhilat
Çawa tu dest jê berdidî lo nav Xebat… Xebat?
Beyar Robarî
01 – 12 – 2017