Duşem , Berfanbar 17 2018
Home / Agahî-Nûçe / Serkeftiyên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî diyar bûn

Serkeftiyên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî diyar bûn

Encamên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya yekemîn diyar bûn. Di cûreya helbestê de bi berhema xwe ya bi navê ‘Havîna li Serfêza Behrê’ Rizgar Elegez, di cûreyê çîrokan de bi ‘Guleyşa’ya Rehmî Kurdziman û di cûreya romanê de jî bi ‘Bîr’ê Nûdem Hezex hêjayî xelatê hatin dîtin.

Kordînatorê Pêşbirka Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî, Bawer Berşev ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku îsal, ji bo cara yekemîn bi minasebeta piştgirî û pêşvebirina wêjeya kurdî û vejandina eleqeya li serê, bi piştgiriya pirtukakurdi.com û Weşanên Dara û herweha kovarên Derwaze, Ewro, Wêje û Rexne û Zaremayê û bi hevkariya mamoste û dostên qedirbilind ku xwe dane ber karê xwendin û nirxandina bi dehan berheman, Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî di cureyên roman, çîrok û helbestê hate li dar xistin.Xelatgirên Pêşbirka Ehmedê Xanî ya Yekemîn helbestkar Rizgar Elegez û nivîskar Nûdem Hezex ji Spûtnîk Kurdistanê re axivîn.

RIZGAR ELEGEZ: SEDEMA BEŞDARBÛNA MIN A PÊŞBIRKÊ BILINDBÛNA KELAMA XANIYÊ NEMIR BÛ’

Helbestkar Rizgar Elegez diyar kir ku bi taybetî sedema beşdarbûna wî bo pêşbirkê bilindbûna kelama Xaniyê Nemir e û wiha axivî, “li ku derê be her kurdek dê bixwaze beşdarê pêşbirka Xanî bibe lê bi taybet sedema beşdarbûna min a pêşbirkê bilindbûna kelamê Xaniyê Nemir e. Min ev dosyaya xwe berê temam kiribû lê min bihîst ku yekem car li ser navê Ehmedê Xanî pêşbirkeke wêjeyî ya wiha tê li dar xistin. Ew kesên ku înîsîyatîf girtin, ked dan, çi kordînator û çi jûrî, hewil dane pêşbirkeke wiha li dar bixin ku karekî pîroz kirin. Min jî xwest beşdarî pêşbirkê bibim da ku layiqî wê xebatê bibim, da ku ev kelam xurttir û geştir bibe. Lewra her kî û kî beşdarî vê pêşbirkê bûbin wan jî dilopek li behra kurdî zêde kiriye, ew jî bi heman awayî hêjayî gotin û pesindayînê ne.”

‘DI HELBESTÊN HAVÎNA LI SERFÊZA BEHRÊ DE TIŞTA HATIYE NÎGARKIRIN BI TENÊ HERÊMEK NÎN E, TEVAHIYA BEHRA KURDÎ BI XWE YE’

Helbestkar Elegez da xuyakirin ku dema min bihîst ku dîwana min a layîqî Xalatê Wêjeyê ya Ehmedê Xanî hatiye dîtin ez gelek şa bûm.

Elegez wiha berdewam kir: “Em nêzîkî hebûna Xanî ne; em nêzîkî bîr û hizra wî ya helbestî ne. Dikarim bibêjim ku em ji heman cîhanê ne. Tiştê ku ez di helbestê de dinivîsim yekîtiyeke ku bi awayê ziman em bigihîjine hev. Li Serhedê; li Bayîzdê, li Îdîrê, li Wanê, li Giyadînê, li Qerekilîsê her wext di jiyana me de dibe ku rojeke ku navê Xanî neyê bihîstin tune be lê ew tiştê ku Xanî destnîşan kiriye, ew Kurdistana Gewre, bi hemû nam û nîşanên xwe ew hebûna me ya ku pê misoger dibe ew ziman bi xwe ye. Ji ber wê jî eger em hebûn û kelameke berztir bikaribin nîşan bikin elbet wê çaxê dibe ku baştir layîqê wî banî bibim. Di helbestên ‘Havîna li Serfêza Behrê’ de tişta hatiye nîgarkirin bi tenê herêmek nîn e, tevahiya behra kurdî bi xwe ye. Paşxaneya me ya fireh û ferhenga ku em li ser şîn dibin. Hetta tê de tirsek jî heye, jidestdayîn jî heye. Û ew komeleyên me yên ku li beyabanan, li deştan nîgar li me şêlû bûne heye û elbet tê de hin tiştên ontolojîk jî hene, ev giş bi awayekî berfireh di helbestan de hatiye derckirin, Tê de gelek bîr û hizr û nîgar hene. Ez hêvî dikim ku layîqî kelama kurmancî be.”

NÛDEM HEZEX: MIN DU DOSYA ŞANDIBÛN, EZ JI HELBESTÊ BI HÊVÎ BÛM, LÊ MIN XELATA ROMANÊ STEND, ENCAM SURPRÎZ BÛ BO MIN

Nivîskar Nûdem Hezex ji Spûtnîk Kurdistanê re diyar kir ku ew hem bi dosyayeke helbestê û hem jî bo dosyayeke romanê beşdarî pêşbirkê bûye. Hezexî got, “Min du dosye şandibûn. Di beşa romanê de xelatgirtin, min qet hêvî nedikir lê ez bêhtir ji helbestê bi hêvî bûm. Ya romanê min di got qet nadine min, lewra encam surprîz bû bo min. Nêzîkê sê salan e ez li ser wê romanê dixebitim, ne qediya bû ya rast, ji bo bigihêjime peşbaziyê min hinekî ecele jî kir, redaksiyona dawî jî hîn nehatiye kirin.”

‘DI ROMANÊ DE ‘KU’YEK TUNE YE’

Hezex di berdewamiya axaftina xwe ya bo Spûtnîkê de ev tişt gotin, “Vê heftiyê albûma Jan Axîn derket. Straneke bi navê ‘Roniya Heyvê’ tê de heye, strana min e, mijara vê romanê berfirehkirina wê stranê ye. Di romanê de gotinên wê stranê jî hene. Dikarim bibêjim ku romana ‘Bîr’ê li ser wê stranê ava bûye; di romanê de muzîk, rîtm, armonî û zimanê helbestê jî heye. Her çiqasî navê wê roman be jî min bi şêweyeke helbestkî nivîsiye. Min weke helbestê dest pê kiribû. Tiştekî balkêş di romanê de ‘ku’yek tune ye.”

‘ROMANNIVÎSIYA MIN BÊHTIR JI BO ZIMÊN E’

Hezex li ser pirsa bê Xelata Ehmedê Xanî tê çi wateyê wiha axivî û got:

“Ez aşiqê zimanê kurdî me. Li ser ziman û gramêra ziman gelekî xebitîm, min tehb û ked da, xwêdan rijand û lêkolîn kirin vê dawiyê berî du salan min tiştek dît. Zimanê edebiyata kurdî û zimanê zindî, zimanê gel, zimanê dengbêjiyê di serî de ji aliyê hevoksaziyê û gelek aliyan ve hevdu nagire. Heta Ehmedê Xanî jî çûm. Berê min Ehmedê Xanî xwendibû lê careke din min li zimanê wî nerî, li ser xebitîm. Zimanê klasîzmê gelek bandor li edebiyata kurdî kiriye. Hêjî bingeha edebiyata me zimanê klasîzmê ye û em dizanin zimanê klasîzmê ne zimanekî zindî ye, ne zimanê gel e; zimanê klasîzmê zimanê serayê ye, zimanê tebeqeyeke bilind e. Ji hêleke ve Ehmedê Xanî bo me kurdan navekî mezin e, dinya kurdan bi wî nas dike, em jî pê ser bilind in lê ji hêla zimên ve gelek rexneyên min hene. Romannivîsiya min bêhtir ji bo zimên e. Ne ji bo çîrokekê dibêjim çîrok, ez dixwazim bi wî zimanî bidime naskirin. Em karibin bi zimanê xwe, bi zimanê gel, bi zimanê zindî; bi wê hevoksaziyê, bi wê gramerê bi kar bînin. Ez dixwazim wî zimanê dengbêjiyê, di dengbêjiyê de sosyalîze bûye û zimanê kurdî gihandiye heya îro, gelek bandora dengbêjiyê li ser zimanê me heye. Dengbêjiya ziman ne mirandiye, her jiyandiye heya îro. Roman jî ev nêzîkê sê salan e ez li ser dixebitîm, pê de diçûm. Ji hêla zimên ve min dixwest bêhtir li ser bixebitim, saleke din li ser bixebitim. Niha li Almanyayê me. Min roman bi xwe re anîbû vir, li vê derê jî min lê dinerî. Min hêjî hin hevokin rast dikirin. Mijara romanê kur bavek e. Kurekî bavê wî kurd û gelekî hezkiriyê kurdî ye lê kurê wî bi zimanê bavê xwe nizane.”

Hêjayî gotinê ku berhemên ku di Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya sala 2018an bi ser ketine dê weke pirtûk bêne çapkirin û belavkirin. Herwiha 1000 TL diyarî, 500 TL kupon ji bo pirtûkan ji pirtukakurdi.com û ji bo salekê jî abonetiya kovarên kurdî yên weke Wêje û Rexne, Ewro, Derwaze û Zarema bû. Rê û rêsma xelatdayînê wê îlona 2018an li fuara pirtukan ya TUYAPê bêne dayîn.

Mevlut Oguz
https://krd.sputniknews.com

Daxuyanîya rêvebirên Xelata Wêjeyê ev e:

Encamên Yekemîn Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî

Ji raya giştî re

Îsal, ji bo cara yekemîn bi minasebeta piştgirî û pêşvebirina wêjeya kurdî û vejandina eleqeya li serê, bi fînansekirina www.pirtukakurdi.com û Weşanên Dara û herweha kovarên Derwaze, Ewro, Wêje û Rexne û Zaremayê û bi hevkariya mamoste û dostên qedirbilind ku xwe dane ber karê xwendin û nirxandina bi dehan berheman, me Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî di cureyên roman, çîrok û helbestê de li dar xist.

Di encamê de, em pir bextewar bûn ku eleqeyeke mezin hebû û berhemên ji hev çêtir derketine nav kelepora wêjeya kurdî û me dengên nû bihîstin. Herçiqasî di dawiyê de hilbijartina berhema herî baş pir zehmet bû jî mixabin di ruhê pêşbaziyan de armanca hilbijartina yekemînîyê heye û ji bo geşedana wêjeya kurdî, me pêwistî pê dît ku em berhema yekemîn hilbijêrin. Lê ev nayê wê wateyê ku berhemên din ne hêjayî xelatdan, pesindan an çapkirinê bûn.

Di beşa berhemên Kirmanckî de mixabin encameke ku em pê xemgîn bûn derket. Herçiqasî di zaravayê Kurmancî de gelek berhem hebin jî, heman eleqe di ji bo zaravayê Kirmanckî de tunebû û di encama raporên juriyê de, mixabin tu berhemên hêjayî xelatdayînê derneketin. Lê di sala bê de, ji bo geşedan û xurtkirina berhemên bi vî zaravayê li ber dilê me şîrîn, Kirmanckî, çi pêwist be, em ê bikin.

Encama Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî- Zaravayê Kurmancî:

  1. Di cureya helbestê de berhema bi navê Havîna li Serfêza Behrê ya Rizgar Elegez,
  2. Di cureya çîrokê de berhema bi navê Guleyşa ya Rehmî Kurdziman û
  3. Di cureya romanê de jî berhema bi navê Bîr ya Nûdem Hezex hejayî xelatê hate dîtin.

Merasîma xelatdayînê wê di meha îlonê 2018an de, di fuara pirtukan ya Tuyapê de bê dayîn

Li ser navê koma amadekar, ji lijneyên juriyê re, nivîskarên ku bi berhemên xwe tevlî bûn û kesên ku di amadekariya vê xelatê de keda wan heyî re spas dikin.

Li gel rêz û silavên me

Koma Amadekar

  • Ahmet Kirkan- Beşa Kirmanckî
  • Dawid Yeşilmen- Beşa Kurmancî
  • Bawer Berşev- Rêvebirê Giştî

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir