Perwerdehiya zarokan a ku bi jidayîkbûna wan re destpêdike, di her temenî de hunerên wan yên hişmendî yên cuda, di derbarê rewşa wan a dêrûnî de agahiyê dide. Hezkirin, dilovanî, empatî (xwe hesibadina li şûna kesekî) û di heman demê de qaîde, sînor û pirsiyarî bi rewşeke şanaz a malbatê de, bi aramî û kêfxweşî mezîn bibin evê ji bo perwerdehiya wan a pêşdîbîstanê baş be.
Pîsporê Psîkiyatrî û Psîkoterapiyê Bijîşk Încî Şen dibêjê rêya Perwerdehiya rast; Dilgermî, eleqedarî, peşvebirî û arîkarî ye. Încî Şen diyar kir ku Malbata piştevan (alîkar) ji zarok re nîşandana pirsariyên wî/wê, ji bo zarok di jiyana xwe a pêşerojê de bêtirs li ser piyan bimînê û bibe xwediyê kesayetiyeke bi ewlehî û serbixwe pirr girîng e.
Pîsporê Psîkiyatrî û Psîkoterepiyê Bijîşk Încî Şen, diyar kir ku, dayîk û bav bi jiyan û tevgerên xwe mînakên erênî bidin pêşandan (nîşan bidin) dîkarin ji bo zarokên xwe bibin model û mînak. Kontrola dayîk û bav kesayetiya (şexsiyet) zarokan dide nîşan.
Dayîk û bav, dikarin di derheqê feydeyên xwendin û pêşdibistanê yên digihin zarok de bi dayîna mînakan biaxivin. Dikarin ji jiyana xwe jî mînakan bidin û hevaltiyên bi qîmet, bîranînên xweş, şahî, tiştên li dibistanê hîn bûyîn ka çawa di jiyana rojane de bikaranîne ji wan re vebêjin û girîngiya dibistanê a ji bo pîşe û perwerdehiya peşeroja wan bidin fêhm kirin, bi vî awayî dê dikaribin ku zarokên wan ji dibistanê hez bikin.
Kontrola Dayîk û Bav; bingeha naskirina sînoran û hînbûnê ye. Pirsgirêkên di vir de çêbibin dibe sedema kesayetiyeke (şexsiyet) erîşker, giredayî û qels. Pîsporê Psîkîyatrî û Psîkoterapiyê Bijîşk Încî Şen bal kişand ku zarok bi xirakirin û ceribandinê hîn dibin û wiha hişyar kir: “hûn li şûna zaroka xwe hemû tiştî bikin, amadekerî deynin peşiya wî/wê, hûne ji pêşveçûn û hînbûna wî/wê re bibin asteng. Zarok pêşve naçe, aqilkemal nabe û hînî sebrê nabe. Ev zarokên wiha dema dest bi dibistanê bikin, nikarin heta dawiya dersê rûnin.“
Divê mirov bi zaroka di çaxê dibistanê de çawa eleqedar bibe?
- Dem derbaskirina Malbatê a bi hev re û ev dem ne ji bo axaftina pirsgirêkan, ji bo lîstina lîstikan a bi hev re bê, ev dem ji bo bi hevrebûneke bi şahî fersendeke.
- Hûn zarokê di hilbijartina dibistanê de jî bêşdarî pêvajoya biryarê bikin, zarok, di biryareke bi pêşeroja wî/wê re eleqedar de dê pirsiyariyê bigirê ser milên xwe û bi vî awayî dê li dibistan û jiyana dibistanê hîn bêhtir xwedî derkevê û jixwebaweriya wî/wê dê zêde bibe.
- Divê newê jibîrkirin ku dibistan navgîneke pirsiyarî û pêşveçûna kesayetiyê ye. Divê dayîk û bav, zarokan weke kesên derketine pêşbaziyê nefikirin, divê tenê ne li ser mijarên bi dibistanê re eleqedar bisekinin, divê hewceyiyên zarokê yên din jî bifikirin û van hewceyiyan pêkbînin.
- Dema zarok di dibistanê de biserket, divê werê xelat kirin da ku jixwebawerî û motîvasyona (hêza hiş a ji bo armancekê) wî/wê bi pêş ve biçe.
- Divê dayîk û Bav moral (mirûz) bidin zarokê, jixwebaweriya wî/wê zêde bikin û diltirsiyên wî/wê kêm bikin .
- Divê endamên malbatê hemû an jî yek bi yek bi wî/wê re tiştekî ku jê hez dikê werê parve bikin. Mînak; bi hev re rûnin û li mûzîka wî/wê gûhdar bikin. Di dawiyê de fikirê me çi be bila be, xebat girîng e. Bi vî awayî mînaka tevgera rêzgirtin û duristiyê (rast) çêdibe.
- Divê dayîk û bav meraq bikin ka zaroka wan Ji çi hez dike, ji çi hez nake, û pê re eleqedar bibin.
- Divê dayîk û bav ji dêrûnî û daxwaziyên zaroka xwe fêhm bikin, zehmet jî be bûyeran ji hêla wî/wê ve bifikirin.
- Hezkirina xwe bi awayekî heşkere bidin xûya kirin da ku we got “na” zaroak we ji biryarên we dayîn re rêzgir be. Bila ne ji bo ku ji we ditirse, ji bo ku ji we re rêzgir e li we gûhdar bike.
- Divê dayîk û bav, ji zaroka xwe re rêzgir bin, li hemberî wî/wê rast (cîddî) bin, di derheqê kesayetiya (şexsiyet) wî/wê de tênê ne neyîniyan (aliyên nebaş) bibînin, divê aliyên baş (erêniyan) jî bibînin û van ji zaroka xwe re diyar bikin û diyar bikin ku bi wî/wê serbilindin.
WERGER: CEMAL Ş