Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî

Nivîskarê vê pirtûkê Mihemed Heme Baqî, bi belge û nivîsên fermî, bi nameyên dewlet, konsolos, serokeşîr, karmend û rêvebiran… û xebatên heya niha li ser Serhildana Şêx Ubeydullah hatine kirin, me gav bi gav, roj bi roj li cih û qadên serhildanê digerîne.

Bi hûrgulî û dorfirehî em agahdar dibin ku kîjan eşîr û serokeşîr beşdarî serhildanê bûye, an jî li dijberî serhildanê rol leyîstiye. Nivîskar bi belge û arşîvên dewleta Qacarî (xanedana Îranê ya wê demê), û herwiha Osmanî, Rûsya û Îngilîstanê nêrîna wan ya li ser Kurdan nîşan dide û bi vê jî parçeyek ji dîroka Kurdan dinivîse.

AGAHIYÊN KITÊBÊ:
Nav: Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî -1880-
Di Belgeyên Qacarî de
Nivîskar: Mihemed Heme Baqî
Wergêr: Ziya Avci
Weşanxane:Nûbihar
Rûpel: 580
Cûre: Dîrok
Ziman: Kurdiya Kurmancî
Ebat: 13,5 x 21
Çapa Yekem: 2016

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply