Pirtûknasîn: Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî – 1880- Di Belgeyên Qacarî de

Nivîskar: Mihemed Heme Baqî
ji soranî: Ziya Avci
Weşanxane: Nûbihar
—-
Nivîskarê vê pirtûkê Mihemed Heme Baqî, bi belge û nivîsên fermî, bi nameyên dewlet, konsolos, serokeşîr, karmend û rêvebiran… û xebatên heya niha li ser Serhildana Şêx Ubeydullah hatine kirin, me gav bi gav, roj bi roj li cih û qadên serhildanê digerîne.

Bi hûrgulî û dorfirehî em agahdar dibin ku kîjan eşîr û serokeşîr beşdarî serhildanê bûye, an jî li dijberî serhildanê rol leyîstiye. Nivîskar bi belge û arşîvên dewleta Qacarî (xanedana Îranê ya wê demê), û herwiha Osmanî, Rûsya û Îngilîstanê nêrîna wan ya li ser Kurdan nîşan dide û bi vê jî parçeyek ji dîroka Kurdan dinivîse

Derbar Rêvebir

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply