Şerh û Şîroveya Helbesta Melayê Cizîrî /Dil Ji Min Bir

Şox û şengê zuhrerengê dil ji min bir dil ji min
Awirên heybet pilingê dil ji min bir dil ji min
Ewê têr ronahî,  gelek temîz ê nipnûyê rengê wê wekî wexta ronahiya nîvro, dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema. Temaşaya wê wekî pilingeke biheybet dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

Wê şepalê miskê xalê dêmdûrê gerden şemalê
Cebheta biskan sema lê dil ji min bir dil ji min
Ew panter (pars) a narîn û zerîf, nîşana wê ji miskê, sûret û rûyê wê wekî dûr (mirarî, mircan) gerden wekî meşalêyekî binûr dibiriqe. Biskê (zulf) wê wekî esman dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

Zulf û xalan nûn û dalan wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan dil ji min bir dil ji min
Bisk û nîşan û birû û guliyên wê min û dilê min talan bû û xerc û tarûmar bû. Goşeyên qewsê (kevanek) birûyê wê wekî hîlalan dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

Dêmnedîrê bo ‘ebîrê xemrî û gîs û herîrê
Sîne kir amancê tîrê dil ji min bir dil ji min
Rûyê wê wekî agirê agahdarkirinê ye û por û guliyên wê yên sor û keziya wê wekî herîr e.Sing û sîneyê min kire hedefa tîra xwe dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

Surşirînê nazenînê kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê dil ji min bir dil ji min
Sûretşîrînê (xwinşîrînê) nazenînê li qiyametê qethiyen nake û nakeve çengala evînê, Xwe naêxe di nav çembera eşq û evînê de û ev e jî dil jê dibe dibe û ilê wî diêşîne.

Fetl û taban da xuraban ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban dil ji min bir dil ji min
Zivirokekê û di nav dewerana eziyet û tengavî û zehmet ê de dimînin genc û ciwan. Eşq û evîn me dide ber pençe û kulaban (neynokê ajalan) dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

Xweşxeramê ez xulamê nazikê şîrînkelamê
Tûtiya eywanmeqamê dil ji min bir dil ji min
Meşxweşê, tevgerên wê yê binazî, şîrîn awazî, xeber xweşî min kir xulamê xwe, Tûtiya (Papaxan, dûdû) di meqama salonên (hewşên) mezin de  dilêmin ji min bir, dilê min ji min nema.

Mahirûyê miskiboyê surpilingê şêrixûyê
Wê bi zulfa şubhê goyê dil ji min bir dil ji min
Rûyê wê wekî heyîvê, bêhna wê wekî miskê, Sûret û şiklê pilingê xûyê wê wekî cesûr şêrê ew zilfên gilover wekî gogê dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

Herdu weşman naz û xeşman kê ji ber wan ‘eql û hiş man
Sa’eta min dî bi çeşman dil ji min bir dil ji min
Eql û hiş namîne ji ber naz û xişm û herdu deqên li ser rûyê wê. Wextê ku min ew li ser çeşmê dît her saetên min bi ronî barandinê ve derbaz dibe roniyê wekî çeşman

Mahitabê afitabê dêm ji roj û şeb niqabê
Xweş bi çengal û kulabê dil ji min bir dil ji min
Ronahiya heyîvê, ronahiya tavê, dêm wekî rojê ye û peçeya (nîqap) li ser serê wê dike ronahî, Ew çengala ez ketime di nav de û ew kulaba te min da dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema lê dîsa ji te ye li ber vê çendê xweş e.

Serwinazê serferazê şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çakûç û gazê il ji min bir dil ji min
Bejina wekî serwiyê (an jî li ser vê nazdariyê), serfirazê, birûmetê, sembola zêrê mecazê, min daye ber çekûç û kelbetan û meqesê min perçe perçe dike û dilêmin ji min dibe, dilê min ji min namîne.

Bejn û bala tûx û ‘ala min kirin vêk ra mutala
Çîçeka terhîn-i wala dil ji min bir dil ji min
Bejin û bala wê wekî nîşan û alayeke bilind û bi heybet, min êxiste di halên efkar û endîşeyê de. Çîçeka terhîn î bilind û ala dilêmin ji min bir, dilê min ji min nema.

Mîrê xazî şîrê tazî vêk-i ran min dî bi bazî
Kir li me j’ xeflet ve gazî dil ji min bir dil ji min
Wekî mîrekê qazî şûrê wî hê ji destê wî de û nekiriyê qevda (qebzeya) wê de û direve û dibeze ez jî di nava xeflet û dalaletekê mezin de hêlandim û ew evîn dilêmin ji min kir, dilê min ji min nema.

Şîr û xişt in zulf û qişt in hin veşarin hin vehiştin
Pehlewanan dest vemiştin dil ji min bir dil ji min
Zilf û qiştên (kakûl, guliyên biçûk) evîna wî wekî şûr (xençer) û xiştê (ku bistek (dingil) pê tê diavêtin) diemilîne û caran derîne der û caran jî vedişêre. Pehlewanan dest li ber badan ew dilber dilê min ji min kir, dilê min ji min nema.

Rohniya çehvên Melayî ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî dil ji min bir dil ji min
Tu hem ronahî û hem roniya (hêsir) çavên Melay î ew peydabûna, çêbûna qedera hatiye serê Melayê tenê dilekî revayî ye û ew maşûqa Melayî dilê wî ji wî bir, dilê wî ji wî nehêla.

FERHENGA HELBESTÊ
Afîtab: Wekî ronahiya tavê
Cebhet: Rû
Dêmnedîr: Rûyê weke agirê ku ji bo agahdarbûna tiştektekî li cihê bilind tê vêxistin.
Dûr: Încî
Ebleq: Reş û spî;belek
Fetl: Tiştên yek û du ve tên alîn, zivirindina hev re.
Gaz: Kêlbetan, Meqes, şûşeya hesinî.
Gîsû: Kezî
Herîr: îpek
Kulab: Neynokê ajalan.
Mahîtab: Wekî ronahiya heyîvê
Mahîrûyî: Serçavê wekî heyîvê
Mital: Endîşe, Efkar
Miskibo: bêhnmisk, bêhnxweş.
Nûn û dal: Birh û gulî
Qişt: Kakûl, Guliya biçûk
Sema: Esman, Asîman
Remz: Sembol, dawer.
Revayî: Yê direve ji cihekî
Şebab: Xort, çavên dijwar.
Şebnîqab: Rûpêça wekî şeva reş.
Şeng: Şen, şa, şad,zindî,
Serwînaz: Wekî dara serwiyê bi naz û tevger.
Şepal: Panter, pars, şêra mê
Şepal: Zerîf, sempatîk.
Şêrixo: xûyê weke yêşêr, cesûr, jêhatî.
Şîr: Şûr.
Şox: şan, şuh, dilkêş, cazîbedar
Sûrpiling: Sûreta wekî pilinga.
Surşîrîn: Sûret şîrîn, xwînşîrîr, bedew
Tox û ala: Nîşan û ala.
Tûtî: Papaxan, dûdû.
Xurab: Porê weke qijikê reş.
Xweşxeram: Meşxweş, tevgerên bi nazik û libabûn.
Xeşm: Hêrs, Qehr. Çeşm: Çav.
Xemrî: Gulîyên sor.
Xişt: Biskeke ku weke riman tê avêtin.
Vemiştin: Dest û zend badan; birin jor, lê qat kirin.
Weşm: Deqên ku mirov ji bo spehîtıyê li ser çermê xwe çêdikin.
Wala: Bilind, bala.

Necmettin KEVE
27/02/2014/Wan

Derbar Rêvebir

Check Also

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê

Şanoya Evdalê Zeynîkê ji aliyê Koma Şanoya Çiya ve hat amadekirin û pêşkeşkirin. Nivîskarê şanoyê …

Leave a Reply