SERENCAMA RÊWÎTÎYEKÊ

Encama romanê ev e tişta sereke û balkêş, dîroka Kurdistan û kesên navdar her tim bi eşkere tê qalkirin, xwendevan baş serwext dibe ku nivîskar her çi qas bi erebî nivîsî be jî, qalkirina dîroka xwe dûr nakeve, ev yek jî dibe çavkanî û bingehîna nivîskar, roman bi şêweyeke postmodernî ve dest pê dike û dema ku rûpel û nivîs dibuhurin, postmodernî ji holê radibe, imgeyeke cewaz heye ew jî cêwîbûn, Mem bi birayê xwe ra cêwî ye, meriv dikare vê imgeyê bişibîne hemî kurdan ji ber ku daxwaz û xwestinên me yek in, heta ew mijar gava ku Dîno diçe ji deriyê cîranên xwe dixe û piştre dibêje bavê xwe ew jî mîna me ne. Kesên ku xwendibin dikarî vê bûyer gelekî baş bibînin, hûnandina romanê bi lehengekî sereke ve hemî kesî/ê dişibîne hemî kesî/ê, em dikarin bi taybetî vê bibêjin, ew kes dikare bibe : “tu-ew-ev hwd.” Nav her çi qas kesayetekî/ê nîşan bide jî em baş dizanin ku ew kesayet bi tena serê xwe dibe Kurdistan û Kurdistanî an jî kesên ji bo armanc û daxwaza Kurdistanê dijîn ew kes in. Ew tişt mebestyarî xuya dike, êşeke ku her tim li pey Mem û me ye…

Çavkaniya Nivîsê: www.lavlavk.wordpress.com – Qadirê Gimgimî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply