SERENCAMA RÊWÎTÎYEKÊ

Em dikarin mijara pirtûka Perikê wiha bibêjin; Mem di wir de perik ji xwe re kirîye imge, sembolek ji wê piştek digire û derdê xwe vebêje, hin caran leheng ji xwe ra tiştekî dixine mehnî û gotinên xwe dibêjin. Weke minakeke baş jî di romana Mehmet Uzun ‘’Tu’’yê da leheng di hepsê da tê kutan, zilmê dibîneû tê şikence kirin. Ew mirov salên wî di nav neheqî û zilmê de diçe û ji xwe re çareyek, dermanek, pencereyek wek di çiroka “TU”yê da ji xwe re piştek digere li zindanê de kêzek dibine pêre diaxive
‘’Kêzê kêzê kêz xatûnê bi şimika reqreqûnê bi şahîra gûlavdûnê tu bi ku derê de diçî’’ û wê kêzikê dike nav çîroka xwe bi xeyalî pê re diaxive ji xwe re dike imge… Perik di vir da îmgeyeke ji bo êşa xwe vebêje.

Perik, Ayrıntı, 2015, Stenbol

Hunandina romanê ji alîyê; ziman, çand, folklorên gelerî, serpêhatî, edet, tore û zengînîya kurdan a erdnîgarî wekî suretek antîk hatîye nivîsandin. Selim Berekat jî mîna Yaşar Kemal kurd e, lêbelê bi zimanê xwe nenivîsiye, çawa ku yaşar Kemal bi tirkî nivîsandiye Selîm Berekat jî bi erebî nivîsandiye, lê mejî û dil her kurd e. Perik ji aliyê Jan Dost ve ji erebî bo Kurmancî hatiye wergerandin. Mijar çiqas tevlihev û giran bû jî roman xweş bû. Ji ber wê min mijarê pir zêde nekir kurtasî nivîsî. Hemdî Azad(bavê mem azade), Mem Azad, Dîno(birayê mem azade), Mirovê Mezin lehengên sereke yên romanê ne…

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply