Şerefxanê Bedlîsî

Şerefxan yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e. Pirtûka wî ya herî bi nav û deng Şerefname ye. Mijarê Şerefname dîroka Kurdistanê ye.

Perçeyek ji gotarê “Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan:

Melayê Jaba di heqê Şeref-Xan de gotiye: »Şairê heftê Şeref-Xan e, ji mîrê di hekariyan e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê ko cihê hikûmeta hekariyan e peyda bûye. Eşhar û ebyat bi zimanê kurmancî û farisî zehf gotiye. Di hezar û sed û şêst û yêkê da merhûm bûye û di nêv Colemêrgê de medfûn e.

Me ev Şeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê Şerefname Mîr Şeref e, mîr Şeref ji mîrên Bidlîsê ye, û me tu şihrên wî bi kurdmancî ne dîtine.”

Şerefxan Bedlîsî, ango Şerefeddîn Xan al-Bitlîsî ku nivîskarê Şerefnameyê ye, sala 1543 li nêzîkê bajarê Qumê ji dayik bûye. Bavikê wî serokatiya eşîra Rojkî (Ruzegî) dikirin û mîrîtiya bajarê Bedlîsê dikirin. Ji ber ku navê bavikê wan tevil tevlîheviyên li dijî Sultanê Osmaniyan bû, reviyan cem Safewiyan.

Dema Şerefxan neh salî bû li gel zarokên Şah dersan dibîne. Hîn di emrekî bicûk de dest bi birêvebiriya dewletî dike û li bajarinan rêvebiriyê dike. Nêzîkê bîst salan li gelek bajarên Safewiyan walîtiyê dike. Sala 1576an ew ji ser karê wî kişandin serayê û li wir ji ber kirinên ne li cîh ji karê wî girtin.

Vê yekê ew hewqasî êşand ku tevil 600 kesên eşîrê û malbata xwe vegeriya Wanê di çileyê sala 1578an de. Waliyê herêmê Xusrev Paşa ji sulatanê wê demê Sultan Mûradê III. (ji sala 1574an ta sala 1595an li ser desthilatiyê bû) xwest ku Şerefxan bîne ser mîrîtiya wî li ocaklika Bedlîsê. Ser vê yekê ew wekî mîrê Bedlîs û Mûşê hate pejirandin. Wî dema nivîsana tarixa kevin ya Kurdistanê bi navê Şerefname bi dawî kir di sala 1597an de, êdî ew bi tenê bi navê xwe desthilat bû. Di rastiya rojane de kurê wî Şemseddîn êdî kar û barê mîrîtiyê dimeşandin. Şerefxan êdî ji kemsî ve ta sala 1599an jiya. Li gor hin jêderan ew di sala 1603an yan jî 1603 da anjî 1604an de ûye ser dilovaniya xwe.

Jêder:

Bedlîsî, Şerefxan; Şerefname: Tarîxa Kurdistanê ya kevn, Stockholm 1998

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply