Serê salê, binê salê

Ji roja em ji dawa dêya xwe dikevin heta roja em dîsa li dêya xwe vedigerin, tenê zemanek heye;
temen anku emir…
Û dê her tim ji kezeba xwe re dibêjin, ”Emrê min ji te re be, berxê min.
Anku ji emrê min têkeve ser emrê te, berxê min.”
Roj bûne hefte, hefte bûne meh, meh jî sal.
Û sibe em derbasî saleke din dibin; ji temenê me saleke din kêm dibe,
lê salek li tecrûbe û zanîna me zêde dibe.
Min ji xwe re du şûşe bîra û du şûşe şerab kirî.
Wek salên berê ez ê li ber televizyonê rûnim û ji xwe re li qenalekê bigerim; di kîjan qenalê de dansoz hebe ez ê li ser wê qenalê bisekinim û li ber reqsa wê dansozê xwe bi bîra û şerabê waftîz bikim.

Dansoz!
Dansozan dev ji dansoziyê berdan ji ber dansoziya bêaran.
Di siyasetê de dansoz…
Di edebiyatê de dansoz…
Di hunerê de dansoz…
Di têkiliyên hevaltiyê de dansoz…
Di hez û eşqê de dansoz…
Ji serî heta binî dinya bûye dansoz.

Dinya!
Ji roja dinya ava bûye heta nuha, bi rêya ol û îdeolojiyan însan hîç wext ji zîhniyeta pez xelas nebûne.
Wek pez dinêrin.
Wek pez difikirin-nafikirin.
Wek pez guhdarî dikin.
Wek pez îtaat dikin.
Wek pez meriv berê wan dide ku diherin wir.
Bi vê zîhniyetê pêdivî bi mejî tune ye; mejî di hundirê wî qafikî de tenê kulmeke mast e.

Pez!
Pez rengekî din ê mirîdtiyê ye.
Mirîd kwîr in.
Mirîd kerr in.
Mirîd mîna mirîşka gêj gêj û sewsî ne.
Û bi saya serê van mirîdên kwîr-kerr-gêj îsal jî kurd ji nekurdan rizgar nebûn.

Kurd!
Anku kesên bi kurdî dijîn.
Kurdîjiyîn.
Meriv hez û eşq û êşên xwe dike bêjê û bi wan bêjeyan zimanekî diafirîne.
Ew ziman dibe meriv bi xwe.
Û ez te, tu wî, ew ê din hîn dike û em hemû bi hev re dibin qewmek bi xêra vî zimanî.
Meriv hînî zimanekî din jî bibe, ew ziman ê nikaribe wek zimanê meriv ji hez û eşq û êşên meriv re bibe deng;
her tim hêlekê xav bimîne.

His!
Meriv bi hiskirinê nabe kurd.
Meriv bi kurdî dibe kurd.
Di nava rojê de meriv herî pir kîjan zimanî bi kar bîne, meriv dibe perçeyek ji wî zimanî.

Ziman!
Ziman man û neman e.
Û heger rojekê zimanê we ji we bikeve, li erdê hûn kîjan zimanî bibînin, êdî ew e zimanê we.
Qewmek li ber mirinê be, zimanê wî qewmî kare ji nû ve wî qewmî vejîne,
lê heger zimanê wî qewmî li ber mirinê be, ew qewm bi mirina zimanê xwe re dimire û hew radibe.

Serê salê, binê salê, xwedê zimanekî bide vî qewmê li ber sekratê!

Devliken Kelogirî- Rewanbêj

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply